Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Korona belav dibe û bîlanço jî giran dibe

Navenda Nûçeyan |

Ji ber şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) her ku diçe hejmara kesên dimirin zêdetir dibe. Li gorî daneyên fermî yên Zanîngeha Johyns Hopkîns a li gorî saeta Ewropayê ji saet 15:00’yan ve li gelemperiya cîhanê 2 milyon û 420 hezar kes bi şewbê ketine û ji van zêdetirî 166 hezar jê mirine.

Şewb belavî 193 welat û herêman bûye. Di rêza yekê de jî DYE tê û Spanya û Îtalya jî yên li rêzê ne. Li gorî daneyan, rewşa çend welatan wiha ye:

BAKURÊ KURDISTAN-TIRKIYE

* Li Tirkiyeyê li gorî daneyên duh 86 hezar û 306 kes bi vîrûsê ketin û û 2 hezar û 17 kes jî mirine.

* Li girtîgehan ji ber şewbê tu tevdîr nehatine girtin. Hevşaredara Dêrsimê ya berê Nûrhayat Altun diyar kir ku bi erêkirina qanûna înfazê û berdana girtiyên edlî re 3 rojan xwarin nedane wan. Di zêdetirî 50 girtiyên ji Girtîgeha Dalamanê hatine berdan jî vîrûs hate tesbîtkirin û ji van testa 2’yan pozîtîf derket.

* Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê  (MATUHAY-DER) bang li wezareta tirk kir ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derfetan çêbikin.

* Li Ingilstanê 200 malbatan destek dan Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira ya HDP’ê. Li Soderhamn a Swêdê jî starta kampanyayê hate dayîn.

* Şaredariyên HDP’ê yên Îdir, Patnos, Giyadîn û Bazîdê li dijî vîrûsê seferber bûn. Li gel xebatên paqijî û hîjyenê, nexşeya hejariyê hate derxistin û kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira bi kedeke mezin tê birêvebirin.

* Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan bang li hemû kes kir ku tev li kampanyaya wan bibin û banga piştevaniyê kir.

DYA

* Li welat 764 kes bi şewbê ketin û ji van 40 hezar û 500 kes jê mirin.

SPANYA

* Li welat 200 hezar û 200 kes bi şewbê ketin û ji van 20 hezar û 850 kes jê mirin.

ÎTALYA

* Li welat zêdetirî 180 hezar kes bi şewbê ketin, 23 hezar û 660 kes jê mirin û zêdetirî 110 hezar kes jî tên dermankirin.

FRANSA

* Li welat 152 hezar kes bi şewbê ketin, 19 hezar û 700 kes mirine û nêzî 100 hezar jî tên dermankirin.

INGILISTAN

* Li welat 140 hezar kes bi şewbê ketine û 16 hezar kes jî pê mirine.

ALMANYA

* Li welat 145 hezar kes bi şewbê ketine û 4 hezar û 600 kes jî pê mirine.

BELÇÎKA

* Li welat 40 hezar kes bi şewbê ketine, 5 hezar û 800 kes pê mirine û nêzî  25 hezar kes jî tên dermankirin.

SWÊD

* Li welat 28 hezar kes bi şewbê ketine, hezar û 500 kes pê mirine û 9 hezar kes jî tên dermankirin.

HOLLANDA

* Li welat 33 hezar û 400 kes bi şewbê ketine, 3 hezar û 750 kes pê mirine û 30 hezar jî tên dermankirin.

RÛSYA

* Li welat 47 hezar kes bi şewbê ketine û 400 kes jî pê mirine.

ÎRAN

* Li welat 83 hezar û 500 kes bi şewbê ketine û 5 hezar û 200 kes jî pê mirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar