Navenda Nûçeyan |
Vîrûsa koronayê (Covîd – 19) her ku diçe li Kurdistanê jî belav dibe. Têkildarî mijarê Wezareta Tenrudistiyê ya Herêma Kurdistanê îro bi daxuyaniyekê ragihand welatiyeke din ê ji Hewlêrê bi vîrûsa koronayê ketiye. Hat zanîn ku welatî zilamekî 45 salî ye. Di heman demê de welatiyekî jî heta niha ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Di heman demê de Wezareta Tenduristiyê ya Silêmaniyê daxuyaniyek da û da zanîn ku li Silêmaniyeyê 7 welatiyên din bi vîrûsa koronayê ketine. Wezaretê da zanîn ku ji welatiyên bi vîrûsê ketin 6 jê ji welatiyê ku ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.
Wezaretê ragihand ku welatiyê din jî demek berê ji Îtalyayê vegeriyaye. Bi vî awayî hejmara welatiyên li Herêma Kurdistanê bi vîrûsa koronayê ketin derket 27 kesan.