Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Koronayê jiyan rawestand

A niha rojeva hemû kesan, gel û civakan, dewlet û desthilatdaran; sazî, rêxistin û tevgeran vîrusa koronayê ye. Mirovahî meraq dike. Ev vîrus çi ye û çima ewqas zû belavê hemû cîhan bû? Li derveyî meraqê, hin kes ketine nav tirs û xofa mirinê; hin kes jî henekê xwe pê dikin. Ên ku henekê xwe pê dikin, carna radiwestin û dibêjin ku rast be! Dema rastbûn tê bîra wan baz didin dest û rû, cil û bergên xwe dişin.

Piştî ku korona li Çînê derket û belavî hemû cîhanê bû, nîqaşên cur bi cur dest pê kir. Kesên nîqaş dikin jî bûne du beş; kesên teoriyên felaketê tînin ziman û  kesên ku dibêjin ev tiştekî biçûk e, pir tê mezinkirin. Hin zanyar, bijîşk, tenduristvan, akademîsyenên tenduristiyê, hin dîrokzan, vê mijarê wek mijarek girîng dibînin. Dibêjin heger pêşî li neyê girtin wê bi milyonan mirov jiyana xwe wenda bikin.

Hin nîqaşvan jî dibêjin, ev dizaynek global e û bi vê yekê hin lîstik û hesabên globalî hene. Hin kes dibêjin ev dizayneke demografîk e. Nufûsa dinyayê pir zêde bûye, êdî dinya nikare rabike. Divê nufûs were kêmkirin. Ji ber vê yekê jî hin hêz ketin dewrê. Hin kes bi aweyekî aborî li bûyerê dinêrin û dibêjin hesabên şîrketên navneteweyî hene. Hin kes dibêjin hêzên kapîtalîzma fînansî, dixwazin bi giştî derbasî jiyana dîjîtal bibin. Bi taybetî jî dixwazin li ser pere bilîzin û pere bi temamî bikin dîjîtal. Ji ber vê jî, vê  vîrusê bi awayekî spekulatîf bi pêş xistin.

Çîn dibêje lîstikeke DYA’ye, DYA dibêje lîstikeke Çînê ye. Almanya û Îngîlistan dibêjin dê pir mirov jiyana xwe wenda bikin. Tu deng ji Rûsya û Îsraîlê dernakeve û li welatê wan jî heya niha korona derneketiye. Nîqaş cur bi cur û balkêş in. Dewlet desthilatdar û rêveberiyên civakê tenê tedbîran digirin. Hin dewlet aşkera ye ku hin tiştan diveşêrin. Gel û civaka di nav tirs û fikaran de, şaşmayî û matmayî li nîqaşên tên kirin temaşe dike.

Rastî çi dibe bila bibe, li dijî mirovahiyê êrîşeke global heye. Ev êrîş jiyana siyasî, aborî, huner, spor, civakî a mirovahiyê radiwestîne. Piştî vê rewşê dê jiyan li cihê maye berdewam bike? An dê rewşek nû derkeve holê? Ev yek jî bi belavbûn û bi bandora vîrusa koronayê ve girêdayî ye.

Nûçeyên Têkildar