Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Kovara hiqûqî ya bi kurdî ‘Aşdar’ dest bi weşandinê dike

Endamên ‘Lijneya Zimanê Kurdî’ dest bi weşandina kovarekê bi navê ‘Aşdar’ dikin. Serokê Lijneya Zimanê Kurdî Elîf Bîrkîlî destnîşan kir ku armanca wan a sereke di qada hiqûqê de hebûna weşana zimanê kurdî domdar bikin

Endamên Lijneya Zimanê Kurdî ku di bin banê Baroya Amedê de hatibû damezirandin, dest bi weşandina kovarekê bi navê ‘Aşdar’ dikin. Kovara hiqûqî ya kurdî ku dê sê mehan carekê derkeve, bi hejmara xwe ya ewil 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dê dest bi weşana xwe bike. Têkildarî mijarê seroka Lijneya Zimanê Kurdî Elîf Bîrkîlî axivî.

Bîrkîlî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku kovara hiqûqî ya bi zimanê kurdî pêdîviyek e û wiha got: “Fikra kovarekê bi zimanê kurdî di çarçoveya civînên me yê ‘Lijneya Zimanê Kurdî’ de hat pêşniyarkirin. Wekî ku tê zanîn di qada hiqûqê de weşanên di zimanê kurdî awayekî bi sînor û demkurt in. Lewra di vê qadê de pêkanîna têgihnasînan pêwîst e. Ligel vê yekê bi saya vî xebatê, dê aliyê hiqûqa kurdî de wek peywîra arşîvê bibîne. Tê zanîn ku hiqûq her tim pêş ve diçe û dîsîplînek ji veguhastinê re vekiriye. Bi vî awayî ligel pêşxistin û veguhastinê, em ê bi xebatên xwe bibin parçeyek ji bo pêşxistina zimanê kurdî.”

Dê têgeh û mîjarên hiqûqî bi zimanê xwe nîqaş bikin

Bîrkîlî anî ziman ku armanca wan a sereke di qada hiqûqê de hebûna weşana bi zimanê kurdî domdarkirin e û wiha pêde çû: “Ligel vê armancê dê em têgeh û mijarên hiqûqî bi zimanê xwe nîqaş bikin û li ser van nîqaş û nirxandinan bi zimanê xwe hilbêrînin. Di heman demê de em dixwazin di her qadên jiyanê de; wekî sînema, wêje, mîtolojî û hunerê de hebûna hiqûqê derxin pêş. Her wiha dê em bi hevpeyvînên hiqûqnasan hem ked û xebatên di hêla hiqûqê de bidin danasin hem jî geşedanên aliyê hiqûqê ve bidin nişandan.”

Di axaftina xwe de Bîrkîlî bal kişand li ser mijarên ku di kovarê de cih bigirin û ev tişt anî ziman: “Kovara ku hejmara yekemîn di 21’ê Sibatê de tê weşandin, li ser mijarê destpêka hiqûqê de dê cih bigire. Ji ber ku di vê qadê de xebatek hêj nû ye. Me xwest bi awayekî bi dîsîplîn û plankirî be. Di vê çarçoveyê de beşên hiqûqê wekî dosya bê destgirtin.”

Girîngiya zimanê zikmakî

Her wiha Bîrkîlî bal kişand li ser xebatên Baroya Amedê ya li ser zimanê kurdî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Baroya Amedê ji avakirina xwe heya îro girîngiyê daye ziman, parastiye û di vê hêlê de gelek xebatan meşandiye. Ligel Weqfa Mezopotamyayê û Baroya Amedê ferhenga hiqûqê ya bi zimanê kurdî hatibû derxistin. Ji bo ku têgeha hiqûqê hebûnek bi nivîskî qezenc bike ev xebat gelek bi qîmet û girîng e. Her wiha em wek ‘Lijneya Zimanê Kurdî’ her sal perwerdeya zimanê kurdî ya bi zaraveya kurmancî hat dayîn. Perwerdeyên me hêj jî berdewam e û gelek parêzer perwerdeya zimanê dibîne. Di çarçoveya rojên zimanê de semîner û daxuyanî tên dayîn. Di heman demê de ji aliyê baroyê kampanyayek ji bo ku pirtûkxaneya zimanê kurdî hatiye destpêkirin. Herî dawî jî kovarekê bi zimanê kurdî wê bê derxistin.” AMED 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar