Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Kovareke amerîkî: Bêdengiya Biden li ser girtina Demirtaş û Leyla Guven durûtiyeke xeter e

Kovara National Interest a amerîkî got, sûcên Erdogan ên li dijî siyasetmedarên kurd ên ku bi awayekî demokrat hatine hilbijartin, ji bo serokê Amerîkayê yê hilbijartî Joe Biden ku di hemleya xwe ya hilbijartinê de bi kar dianî, hevrikiyeke mezin bû

Navenda Nûçeyan

Lê neaxaftina Biden li ser girtina Selahettin Demirtaş û Leyla Guven durûtiyeke xeter e.

Dewleta tirk 21’ê kanûnê,  li dijî parlamentere HDP’ê Leyla Guven, cezaya 22 sal girtîgeh birî.

Li gorî Kovara National Interest a amerîkî, tawana li dijî Leyla Guven; xîtaba wê ya 2018’an a li dijî êrişa dewleta tirk a li ser Efrînê bû, ku bi êrişê re bi sed hezaran koçber bûn.

Piştî rojekê, dadgeha Ewropayê ya mafên mirovan ragihand ku divê dewletga tirk yekser hevserokê berê yê HDP’ê û bernamzetê serokatiyê Demirtaş serbest berde. Demirtaş di 2016’an de bi tawana mîna ya li dijî Leyla Guven hate girtin.

Li gorî kovarê, berpirsên mezin ên hikumeta Tirkiyê yekser êrişî biryara dadgeha Ewropayê kir û gotin Demirtaş terorîst e.

Kovarê destnîşan kir ku Erdogan pabendbûna rêveberiya Biden a bê bi nirxên demokrat û mîsaqên navneteweyî diceribîne.

Tevî ku Biden di hemleya xwe ya hilbijartinê de eşkere kiribû ku ew ji bo nîqaşkirina dozên girtiyên siyasî yên li tevahî cîhanê amade ye û destpotiya Erdogan jî rexne kiribû, lê heta niha tu gotin derbarê girtina Demirtaş û Leyla Guven de nekirine.

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî Jake Sullivan ê ku Biden bi xwe vebijartibû, metirsiya xwe li ser girtinên bêserûberê yên mîna Leyla Guven û Demirtaş, her wiha girtina çalakgera jin a siûdiyê û parêzerê hiqûqnas ê ugandayî nîşan da.

Koma Biden bi fikar e ku dibe axaftina li ser demokrasî û mafên kêmneteweyî li Tirkiyê dê Erdogan zêde ber bi Rûsya ve biçe yan jî zirarê bigihîne NATO’yê.

Kovarê daxuyand ku tu dewleteke dîtir li cîhanê mîna Tirkiyê tune ye ku gelek endamên ku bi qanûnî ji bo paralamentoya hatine hilbijartin, hatine girtin. Lê heke siyasetmedarên amerîkî der heqê vê reftarê de tev negerîn dibe hin dewlet vê yekê bikin.

Kovara National Interest a amerîkî pişrast kir ku hiştina Erdogan a bêdengkirina dengê bi milyonên welatiyên li Tirkiyê yên ku piştevaniya Demirtaş û Leyla Guven û berpirsên HPD’ê, kirine, durûtiyeke mezin e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar