Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Kovareke ji bo pêşxistin û pêşdebirina zimanê kurdî xebat kiriye ‘Hawar’’

Nivîskar Xecê Şen di nivîsa xwe ya Kovara Hawarê de balê dikêşîne ser girîngiya kovarê û rola wê ya di zimanê kurdî de û dibêje: “Kovara Hawarê weku akademîyeke zanyarî ji bo pêşxistin, pêşdebirina zimên û perwedehiya zimên ji gelek hêla de xebatên hêja yên akademîk daye meşandin.”

Xwînêrên hêja, min di nivîsa xwe ya beriya vê de bal kişandibû ser dîroka cejna zimanê kurdî û Kovara Hawar ê. Ez ê di vê nivîsê de jî dîsa bal bikişînin ser Kovara Hawar û xebatên wê yên akademîk.

Lê berî ku ez bikevim nav veçirîn û dahûrandina mijarê, dixwazim rêzikên ku ser mebesta derketina Kovara Hawarê hatiye nivîsandin û di rûpela Hawarê de hatiye weşandin bi halê wê yê resen ve bidim xuyakirin. Belê, rewşenbîr û zimanzanê kurd Celadet Celadet Bedirxan, mebesta Kovara Hawarê û pênaseya wê ya civakî û akademîk di van rêzikên jêr de wiha pênase kiriye.

“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêyafelat û xweşîyê vedike. Kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berîher tiştîheyîna zimanê me de bide nas kirin. Lewma ku ziman şerta heyînê a pêşîn e. Hawar jî pêve bi her tiştê ku kurdanî û kurdîtîpê bendewar e, de mijûl bibe. Tenê siyaset je dur e, xwe naêxe siyasetê. “(3)

Belê, her çawa ku ji mebest û pênaseya Kovara Hawarê jî tê xuyakirin, her çiqas mebesta yekemîn di serî de hebûn-xwebûna (heyîna) zimanê kurdî dide nasîn û dide xuyakirin be jî, lê dema ku mirov yek bi yek rûpêlên Hawarê û rêzikên wê dixwîne, mirov rastî gelek cûreyên mijarên din jî tê. Ji wan mijaran yek jî ya di wê sedemê de rewşa siyasî û şoreşên kurdan ên di salên 1932’yan bûye. Di wê serdemê de ji bo ku kurdan bike nav siyasetê û gelê kurd zanyar bike, xebatên pir girîng û pir biwate daye meşandin. Dîsa ji bo deng û rengên rewşa siyasî ya şoreşên kurd di Rojhilata Navîn û cihanê de bide xuyakirin Kovara Hawarê weku akademiyeke siyasî risteke mezin daye ser milên xwe û ev rist jî hetanî asteke bilind lîstîye.

Kovara Hawarê ne tenê ji bo pêşxistin û pêşdebirina zimanê kurdî, kovargerî û weşangeriya kurdî xebat kiriye, wê di heman demê de ji bo perwerdehiya zimanê jî weku akademiyeke ziman xebat meşandinye. Ji bo pêşxitina perwerdehiya zimanê kurdî, li ser rêz û rêçikên rêzimaniya kurdî jî xebateke bêhempa daye meşandin û heta roja îro jî hemû xebatên zimanê kurdî li ser rêzimaniya Hawarê tê meşandin. ji bo ku mijara me hê bêhtir şênber bibe ez dixwazim bi yek ser ji Kovara Hawarê hevoka rêzimaniya kurdî bi halê wê yê resen ve bidin xuyakirin.

“Celadet dengên “h, x” dengine biyanî hesab kirine(18). Le ew di Hawarê da, hatine bikaranîn. Li ser, jimara fonêmên kurdî, heta îro jî micadeleyeke tûj heye(19). Gelo (ç’, k’, l’, p’, r’, t) rengên (ç, k, 1, p, r, t) ne, an jî ew fonêmine serxwe ne? Gelo divê dengên (x, h) têkevine elfabeya kurdî, an na? Ev pirseke bingehîn û dirêj e. Em nikarin di vê pêşgotinê da bi ferehî li ser bisekinin”.

Dîsa her weku ji rûpelên dîroka Kovarê jî tê xuyakirin, Hawarê ji bo yekîtiya zimanê kurdî jî pir xebatên hêja daye meşandin. Em ê ji bo şênberiya mijara xwe bi yek ser ji hevoka Kovara Hawarê ya ji bo xebatên yêkîtiya zimanê kurdî dane meşandin bi halê wê yê resen (orjînal) ve bidin xuyakirin.

“Heyf e ku zmanzanên kurdan ew kêsa zêrîn, ji destê xwe berdane. Hîngê di destpêka salên 1930 da, pejirandina elfabeyeke latînî-kurdî, ji bo kurdên Kurdistana îraqê jî, gelekî hesantir bû. Nîrên wê wextê jî, ji yen îro gelekî bastir bûn. Lê kurdan ne tenê ew kêsa, belku pir kêsên holê, ji destê xwe berdane. Hawarê ji bo yekîtiya zaravayên kurdî jî xebateke hêja kiriye. Rewşenbîrê kurd, Hevindê Sorî, di pêne jimarên Hawarê da(12) ev pirsa giring, bi awakî pir hêja tehlîl kiriye. Li dawiyê, ew van pirsên jêrîn ji xortên kurd dike: “1- Zmanê kurdî çawan xwerû û pak dibit? 2- Bi çî awayî zarên Kurdistanê en cihê dikevin nîzingîhev û zarekî welê têtepê ko kurd hemîdi zarên hev digehin (zarên hevfehim dikin). 3- Zmanê kurdî çawan pêş ve diçit û bi çî awayî biser dikevit”?

Bêgûman di serdemeke wisa zor û zehmet û rewşeke sûrgûnî de bingeha cihana zimanekî avasaz kirin ew qas ne hêsane û li gor baweriya min divê hêsan jî neyê dîtin. Anku em kurd deyndarê vê ked û xwîna wan cangoriyan in. Lê mixabin sed mixabin li hember evqas ked û xwîna kurdan jî ne di zaravayên kurdî de li hev hatineke pêk hat û ne jî di nav rewşa siyasî ya kurdan de yekîtiyeke mayînde pêk hat. Ev jî li ser dilê kurdan weku birîneke bêderman ma….. Bêgûman tiştên ku mirov li ser vê mijarê jî bibêje û binivîse pir in. Lê mijara me ne li ser yêkîtiya zaravayên kurdî û yekîtiya kurdan e, lewra em ê zede nekevin nav vê mijarê. Ji ber ku mijara me taybetmendî û pirhêliya Kovara Hawarê ye.

Her weku ji xalên jor jî tê xuya kirin, Kovara Hawarê weku akademîyeke zanyarî ji bo pêşxistin, pêşdebirina zimên û perwedehiya zimên ji gelek hêla de xebatên hêja yên akademîk daye meşandin. Begûman ji bo pêşxistina perwerdehiya zimanekê û ji bo yekgirtina zimanê perwerdehiyekê, ji berî her tiştî pêdivî û pêwîstî bi gelek xebatên zanyarî û akademîkî heye. Yek jî xebata herî sereke û jênereg a dewlemendiya zimanê kurdî û taybet jî hem ji bo yekgirtina zimanê perwerdehiya, hem jî ji bo xebatên akademik a zimanê kurdî, xebatên ferhengnasiyê bi lezgînî lazime û heta em dikarin bibêjin ku divê jênegerê xebata ziman be. Bêgûman dema mirov rûpelên Hawarê dixwîne mirov dibîne ku Hawarê xizmeteke pir baş ji bo ferhengnasiya civaka Kurdan jî kiriye. Mirov pir bi hêsanî dikare bibêje ku di hemû hejmarên Hawarê yek jî xebata herî lezgînî hatiye destgirtin û li ser xebat hatiye meşandin ferhenga cîvakacivaknasiyê ya zimanê kurdî ye. Ji bo ku mijara me hê baştir şênber bibe, em ê ji ferhenga Kovara Hawarê rûpela 5’an a hejmara 4 emîn di vir de bi halê we yê resen ve bidin xuyakirin.

“FERHENGOKA Civakî;

Nûjen . Kevnar Nûjen,

Herçî ko ji nû ve hatiye çêkirin,çaxa çêkirin û danîna wî ji me ne dur e, jimere nas e. Ne kevnar. Kevnar, Her tiştê kevn, le ewçend kevn ko dema çêkirin û danîna wî ji me dur e, ji me re ne nas e, di zmanê pêşîyan de çêbûyî. Ne nûjen.

Abadîn

Tişt an kesekî ko davî û paşîya wî nîne, naye, her gav dimîne, tucar winda û xirab nabe. Heyîna xwedê abadîn e, ji ber ko xwedê herwekî ne zaye, namire jî. Ehmedê Xanî bi Memo-Zînê, navê xwe di dîroka Kurdistanê de abadîn kiriye.

Vejandin

Ji mirinê anîn jiyînê. Ji nû ve jiyîn dayîn”.

Zendavesta

Wek her pêxember Zerdeşt jî xwedan kitêb bû. Zendavesta navê kitêba wî ye.

Zendî

Zmanekî kevn e. Zmanê me, zmanê kurdî je hatiye girtin, yanî eslê zmanê me zendî ye. Zendavesta bi zmanê zen¬ dî hatiye nivîsandin.

Kat

Di kitêba Zerdeşt de, lajê an stranin hene. Ji wan re kat têt gotin. Katên Zerdeşt.

Gûmik

Serîyên tilîyan, nermikên tilîyan.

Tar û po

Benên tevnê; yen drêjahî û pehnahî.

Hepo

Şehê hesinîn. Pê girên mehfûran tên şidandin.

 Zîvarî

Belengezîya mirovên mezin û dewlemend.

 

 

Belê, xwinêrên hêja, her weku ji xalên mijarê jî tê xuyakirin mirov dibîne ku Hawarê ne tene weku Kovareke ji bo pêşxistin û pêşdebirina zimanê kurdî xebat kiriye. Her weku ji naveroka wê jî tê xuyakirin, Kovara Hawarê bûye Hawara gelek xebatên hêja û serkeftî ya ji bo zanyariya kurdî û kurdan. Hawarê ji yekbûn û yekîtiya kurdî û kurdan, ji dîrok, erdnîgarî û jîna kurdan a civakî, wêjeya nûjen û wêjeya klasîkên kurdî, wêjeya çîrokî, komêdî û folklorî, elfabe û rêzimaniya kurdî, xebatên ferhegî, wergervanî û heta pirtûkxaneyê weku akademî yan jî weku zanîngehekî xebatên pirhêlî kirine. Bêgûman ev ji bo xebatên me yên niha ku weku Komeleyên hindekarî û perwedehiya ziman kurdî, akademiyên ziman û wêjeya kurdî û bi giştî ji bo perwedehiya akademî û zanîngehan kurdan jî bûye bingehaa herî mezin.

Ez bi wesîleya vê nivîsê hemû xebatkarên Kovara Hawarê yên ku di rêya pêşxistin û zimanê kurdî û di rêya heqîqeta Kurdistanê de nemir bûne bi rêzdarî bi bîr tîmin.

Bijî Hawara Zimanê Kurdî!

Jin Jiyan Azadî!

Çavkanî: Hemû Hejmarên Kovara Hawarê ya Çapa Weşanxaneya J&Jye

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar