Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Koyluoglû: Ya girîng ew e ku YNK wê piştî hikûmetê çi bike

Rojnamevan Azîz Koyluoglû diyar kir ku xuya ye ku YNK dixwaze di koalîsyona ku were avakirin de cih bigire û wiha axivî: “YNK di van hilbijartinan de di parlamentoyê de xwe bi hêztir kir. Ji ber wê jî ji bo koalîsyonê destê YNK bi hêz e. Xuyayê YNK wê di hikûmetê de cih bigire. Lê piştî ku di hikûmetê de cih girt wê çi bikin, ew girîng e."

Gelê Başûr ji bo hilbijartina parlamentoyê di 20’ê cotmehê çûn ser sindoqan û dengê xwe bi kar naîn. Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê rêjeya beşdarbûna hilbijartinên li Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê ji sedî 72,6 e. Li gorî encamên fermî yên hilbijartinê di parlementoyê de PDK 39, YNK 23, Nifşê Nû 15, Yekitiya Îslamî 7, Komel 3, Helwest 4, Eniya Gel 2, Hevpeymanî û Goran her yek kursiyek bidest xistin. Li gorî van encaman ti partiyek nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike. Nîqaşên li ser partiyên ku di koalîsyona avakirina hikûmeteke nû de cih bigirin berdewam dikin.

Rojnamevan Azîz Koyluoglû, encamên hilbijartinê û avakirina hikûmeteke nû û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.

Koyluoglû diyar kir ku piştî hilbijartinan jî tu guhertinek ku krîzên li herêmê çareser bike çênebûye û got: “Di hilbijartina ku hatiye lidarxistin da gelek guman çêbûne. Di van hilbijartinan da cara ewil ji sedî 72’ê gel beşdarî hilbijartinê bûn. Lê kesên ku çavdêriya hilbijartinê kirin jî di wê baweriyê de ne ku evqas kes beşdarî hilbijartinê nebûne. Ev jî bi xwe re gumanan tîne. Tevgera Nifşê Nû ku di hilbijartinan de bû partiya sêyemîn. Wê jî ragihand ku ew ê di koalisyona ku bê avakirin de cih negirin. Ji ber gumanên ku çêbûne gelek partiyan jî îtîraz kirin. Her wiha hinek partiyan jî ji ber vê yekê hilbijartinê parlamento boykot kirin û gotin ’em beşdarî parlamentoyê nabin’. PDK li Hewlêr û Duhokê dengên xwe zêde kirin. Bi taybetî jî li Duhokê 4 hezar deng zêde kirine. Ev yek jî dibe sedema gumanan. PDK, YNK û Tevgera Nifşê Nû bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ji encamên hilbijartinan razî ne.”

Koyluoglû anî ziman ku ji bo herêmeke bi aram YNK dixwaze di koalîsyona ku bê avakirin de cih bigire û wiha got: “YNK’ê dixwaze li herêmê aramî pêk were û li ser vê yekê siyasetê dimeşîne. Xuya ye ku YNK dixwaze di koalîsyona ku were avakirin de cih bigire. Ji bo koalîsyonê bazariyeke çawa tê kirin nayê zanîn. Lê YNK heta niha gelek caran rexneyên bi tund li hikûmeta Mesrûr Barzanî dikir û naxwaze hikûmetek bi serokwezîriya Mesrûr Barzanî bê avakirin. YNK di van hilbijartinan de di parlamentoyê de xwe bi hêztir kir. Ji ber wê jî ji bo koalîsyonê destê YNK bi hêz e. Xuyayê YNK wê di hikûmetê de cih bigire. Lê piştî ku di hikûmetê de cih girt wê çi bikin, ew girîng e.”

Koyluoglû da zanîn ku PDK dixwaze ji bilî YNK’ê bi partiyên din re koalîsyonê pêk bîne, lê partiyên din nakevin nava koalîsyonê û wiha domand: “PDK jî ji bilî YNK’ê bi partiyên din re dixwaze koalîsyonê bike. Lê heke ku mirov li gorî şert û mercên herême binirxîne ji bilî YNK’ê bi partiyeke din re koalisyon pêk were krîzên mezin wê li herêmê derbikevin. Bi baweriya min îxtimaleke mezin heye ku YNK, serokwezîriya herêmê bidest bixe. Heke serokwezîriyê nikare bigire jî dibe ku di nava hikûmetê de peywîrên din bigire. Tevgera Nifşa Nû daxuyanî da ku ew ê di nava koalîsyonê de cih negire. Her wiha çend partiyan jî parlamento boykot kirin. Ji ber wê niha alternatîfa herî mezin a koalîsyonê YNK’ê xuya dike.”

Koyluoglû diyar kir ku encamên hilbijartinê ne li gorî daxwaza gel bûn û got ku rêjeya beşdariya hilbijartinê ji hejmara ku hatiye aşkerekirin kêmtir e. Koyluoglû bal kişand ser wê yekê ku dewletên Amerîka û Ewropayê ji bo koalîsyonê zextê li partiyan dikin û wiha pêde çû: “Li gorî min rêjeya beşdarbûna hilbijartinan ne rast e. Ji ber ku gelek çavkaniyên ku hilbijartinan ji nêz ve dişopînin dibêjin ku ‘beşdarbûna herî zedê ji sedî 50’ê ye’. Encamên hilbijartinê ne li gorî bendewariyên gel bû. Gel guherînek dixwest. Siyaseta herêmê hêzên navxweyî û cihanî diyar dikin. Wan bandor li hilbijartinê jî kirin. Jixwe piştî hilbijartinê Amerîka û dewletên Ewropayî zextê li PDK’ê û YNK’ê dikin ku hikûmetek ava bikin. Lê wisa dixuye ku bazar û nîqaşên koalîsyonê wê heta demek dirêj berdewam bikin.”

Rojnamevan Azîz Koyluoglû bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û got ku encamên hilbijartinê dê bandorê li ser êrişên Tirkiyeyê neke û wiha axivî: “Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê didomin. Tirkiye bi van êrîşan re dixwaze kurdan li herêmê bê îrade bihêle. Bi belavkirina tirsa di nav gel de dixwaze dagirkeriya xwe zêdetir bike. Di warê çand, aborî û siyasî de herêm dagir kiriyeç Niha jî dixwazê bi awayekî fîzîkî jî dagirkeriya xwe zêde bike.Ji bo bidawîkirina van êrişan jî YNK’ê bi hikûmeta Iraqê re hevdîtin kir. Lê belê Iraqê bi peymana ewlehiyê ya ku îmze kiribû destûr da êrîşên Tirkiyeyê. Gelek partiyên herêmê bertek nîşanî van êrîşan dan. PDK hem ji aliyê îstîxbaratî û hem jî ji aliyê lojîstîk ve piştgiriyê dide êrîşên Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê divê em hêvî nekin ku encamên hilbijartinê bandorê li van êrişan bike û li dijî êrîşan siyaset were pêşxistin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar