Karkerê bi navê Savaş Çîçek ê ji ber zextan, neçar ma ku ji kar derkeve, diyar kir ku krîza aborî dibe sedama zextan û got: “Tekane hincet krîza aborî ye.”
Li Tirkiyeyê krîza aborî roj bi roj mezintir dibe. Karkerê bi navê Savaş Çîçek ê nêzî 3 mehan di firmayeke xwarinê ya li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê de xebitî û ji ber zextan neçar ma ku ji kar derbikeve, diyar kir ku kardêr ji bo ku ji krîza aborî ya heyî sûdê bigirin, zextan li karkeran dikin.
Çîçek anî ziman ku wan hilberînek zêde dikirin, lê ligel vê jî rastî zexstan dihan û wiha axivî: “Çend çaran me ev anî ser ziman, lê xemsar nêz bûn û tim tundiya derûnî li me kirin. Midurê şîrketê jî got ‘erê em tundiya derûnî li we dikin û emê vê pêkanîna xwe dewam bikin.’10 karkerên din jî mîna min ji kar derketin. Meaşê gelek karkeran nadin wan. Karker jî ji bê neçar dimînin ku ji kar derkevin.”
Çiçek di dewama axaftina xwe de wiha got: “Em karkerên ji kar derketin, bi Komeleya Rûmet û Kedêre, têkoşîna maf bi rêve dibin. Ji bo ku kardêr ji krîza aborî ya heyî sûdê bigirin, zextan li karkeran dikin. Em bang li karkeran dikin ku werin em bi hevre têkoşîna xwe mezin bikin û li dijî vê kedxwariyê derkevin. Heta ez meaşê xwe bigirim ez ê li ber xwe bidim. Emê sibê saet 15.00’an li ber Caf Grandma ya li Nîşantaşî daxuyanî bibin çapemeniyê. Em banga piştevaniyê dikin.” STENBOL