Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Krîza aborî herî zêde bandorê li jinan dike’

Sektere Jinan a KESK’ê Done Gevher da zanîn ku di vê krîza heyî de zema ji bo mûçeyan tê kirin tu wateya wê tune ye, di dema krîzan de ewil jin ji çav tên derxistin û got bandora krîzê li ser jinan gihiştiye astek cidî.

Li Tirkiyeyê krîza aborî her diçe giran dibe û zema ji bo mûçeyan tê kirin jî negiştiye sînorê  birçîbûn û xizaniyê. Zema mûçeyan ku hîna neketiye bêrîka mirovan heliya. Bêguman yên herî zêde ji krîzê bandor dibin jin in.
Sekretera Jinan a Konfederasyona Sendîka Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevger zema ji bo mûçeyan tê kirin, zema ji bo her bandora krîzê li ser jinan nirxand.
‘Zema mûçeyan hîna neketiye bêrîkan’
Done got zema ji bo mûçeyan tê kirin li gorî daneyên TUÎK’ê tê kirin û daneyên TUÎK’ê jî beramberiya wê ya civakê tune ye û baweriyê nade. Done wiha got: “Li aliyekî TUÎK, li aliyekî ENAG û li aliyekî din jî DÎSK-AR. Em lê dinêrin di navbera wan de cudahiyek cidî heye. Di navbera rêjeya TUÎK û ENAG de du kat û nîv cudahî heye û ev jî tê wateya daneyên TUÎK’ê esas tên girtin. Ev jî ber rêjeya daneya enflasyonê nade û her çiqas zem ji bo mûçeyan bê kirin jî hêza kiriîn û firotinê roj bi roj dikeve. Em niha dibînin ku şertên jiyanê çiqas zehmet bûne û xizanî çiqas giran bûye. Bêguman ev zema li gorî daneyên TUÎK’ê tên kirin tu hewcedariyên me nayne cih.”
‘Ev mûçe nagihêjin sînorê birçîbûn û xizaniyê’
Doneyê destnîşan kir ku yek ji zema ku herî zêde ji bo wê tê kirin berhemên hîjyenê ne û wiha got: “Ji deterjan bigirin heta şampuan heta peçete ji sedî 8 KDV derketiye ji sedî 20.  Ev tê wateya ku wê bihayiyek cidî li bendê me be.  Hîna mûçe nehatine girtin em bi encameke girantir re hatin rû ne. Em li sala dawî binêrin ji bo mûçeyê asgarî (yê herî kêm) ji sedî 86 zem hat kirin lê ka em binêrin mûçeyê asgarî derket ser sînorê birçîbûnê. Na derneket. Em mûçeyeke ku pê jiyaneke mirovane bê domandin dixwazin.”
Doneyê balkişand ser rewşa jinan û daxuyakirin ku belkî jî jin xizaniya herî cidî ku derbasî zarokên wan ên keç bûye dijîn û wiha pê de çû: “Em pêvajoyeke ku ji her demê zêdetir bi her alî pêvajoyeke xizan dijîn.  Keda jinê tê binpêkirin. Nayê dîtin. Li cîhanê û welatê me xizaniya regl heye. Alavên  di reglê de tên bikaranîn divê bê pere bin û mirov xwe bigihinê nê.  Divê hîjyen di reglê de hebe. Divê ev alav ne bê pere bin jî divê KDV wan sifir be.”
Betaliya jinê û xespkirina teqawîtbûnê
Done bi lêv kir ku di şertên aboriyê de betalî jî zêde bûye herî zêde jî jin betal mane, gihiştiye ji sedî 30. Done wiha anî ziman: “Jinên kedkar piranî di karên bê ewle û karên ku teqawîtbûnê nayne de dixebitin. Di karên bê ewile, karê nîv dem, karên ku pir kedê dixwaze de dixebitin. Lê di van şert û mercên giran de jî xizaniyê dijîn. Ji bo vê divê kod bên guhertin.  Di demên krîzê de ewil jin ji çav tên derxistin. Me ev di krîzên berê de dît.”
‘Xeta têkoşînê wê bi hemû aliyên civakê bê hûnandin’
Doneyê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Me wek KESK’ê li ser keda jinê jî xebat pêk anîn. Me carek din derxist holê ku keda jinê bêewle tê hiştin, tundî û mobîng lê tê kirşn. Dem bi dem jî bi tehîda ‘emê gilî bikin’ dest didin ser keda wan.  Em wek KESK’ê tevî ku rêxistibûna hevpar diparêzin, rêxistinbûna hevpar a kedkaran jî nîqaş dikin. Em dikarin têkoşîna rêxistinkirî ya kedê mezin bikin.  Xeta têkoşînê bi hemû aliyên civakê wê bê hûnandin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar