Diyar Xerîb bi nasnav Hevalê Helmet, şoreşger, nivîskar û şehîdê pêşeng yê başûrê Kurdistanê ye. têkildarî derbaskirina qeyranên dîrokî yên di nava tevgera azadîxwaz ya kurd, nebûna rêber û pêşengek bi bandor, herwiha gelek mijarên din yên girîng di pirtûka xwe ya ‘Qeyrana Sîstemê û Li başûrê Kurdistanê Pirsgirêka Pêşengtiyê” de dinirxîne.
Rojnews di vê raporê de dîtin û nirxandinên Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) xwînerên xwe re parve dike.
Hevalê Helmet di pirtûka xwe ya binavê ‘Qeyrana Sîstemê û Li Başûrê Kurdistanê Pirsgirêka Pêşengtiyê” wiha dibêje; “Di dîroka tevgera azadîxwaziya kurd de, gelek rêxistin û partî li herêmên cuda yên Kurdistanê derketine. Avabûna van rêxistinan di wê demê de gaveke erênî bû lê ya ku mijara nîqaşê ye, ewe ku hinek ji wan komele û partiyan nekarîne bibin rêkxistinek girseyî û di nava rewşenbîran de hatibûn fetisandin. Hinekê din jî ji wan hewara xwe birin gel çîna serdest ya civaka kurd, ku ev çîna ku wan serî lê dida, çi ji aliyê hêz û berjewendiyên madî ve û çi ji aliyê bîrdozî û baweriyê ve, nûnertiya dewletên desthilatdar li seranserê Kurdistanê kirine.”
Em çawa krîza pêşengtiyê çareser bikîn?
Hevrê Helmet balê dikêşîne ser tevgerên kurdan yên 2 sedsalên derbasbûyî de ku nekarîne ji çîna serdest û çîna borjûwaziya biçûk ya kurd xwe rizgar bikin. Bi israra avakirina pêvajoyeke ku em têde Rojhilata Navîn, cihan û Kurdistanê bixwînin û nehêlin ku hevrikiya di navbera desthilatdarî û desthilatdarxwazan de careke din li ser daxwazên gelan û pêwîstiya guhertinên radîkal derkeve pêş. Bi zelalkirina erka xwe ya bi berpirsyarî û ji xwe bawer ji bo xizmetkirina gel û vê dozê, xwe ji gel qut bike.
Şehîd Helmet teqez dike ku pênvagên cidî yên ber bi afirandina pêşengtiyek şoreşgerane û layiqê têkoşîn û fedekariya gelê me, xebata li ser hişmendî û têgihiştina mirovan ya ji bo ji holê rakirina bêdadiyê. Bingehê demokrasî û netewî di cewherê xwe de pêk bê. Ew mînak jî di roja me de bi rêbazek nû ya têkoşînê li bakûrê Kurdistanê hatiye sabitkirin.
Krîza sîstemê û derfeta guherîna radîkal
Bi nêrîna hevrê Helmet (Diyar Xerîb), emê bi tezên derbaskirina krîzên ku cihan û herêmê bi taybetî li başûrê Kurdistanê rûbirû mane nas bikin; ” Di dîroka mirovatiyê de, piraniya mirovan, bi taybet yên desthilatdar, dixwazin ku pirsgirêkan bi awayên kevneşopî yên klasîk çareser bikin; Ev rêbaz hatine ceribandin û di be ku ew hêsan bin lewra mirovan peyrew kirin. Lê bi van rêbazan nikarin qeyran û pirsgirêkan çareser bikin, lê dikarin bi awayekî demkî mirovan bihêş bikin û êşa wan ji bidin jibîrkirin, ev jî krîzê kûrtir dike.”
Hevrê Helmet dibêje; wek mînak di tehlîkirina pêkhateya derûnî ya mirov da, xwe weke ku ji navenda gerdûnê hatiye afirandin dihesîbîne bi vî rengî mirov wisa dizane ku çi tiştê di gerdûnê de heye ji bo xizmeta wî hatiye afirandin û dikare li gorî keyfa xwe danûstandin an jî nêzîkatî pêre bike. Pîşesaziya bê kontrol, serjêkirina ajelan, bikaranîna bêsînor ya xwezayê gelek zêde bûye. Van hemûyan bi xwe re bêhevsengiya jîngehê çêkiriye. Her çendî ku evane weke pirsgirêk nayên dîtin jî, lê hinek jî weke pêşkeftin tene dîtin. Ev jî dibe sedem ku krîza mijara gotinê hîn kûrtir dike.
Hevrê Diyar Xerîb rastiya dewletê û pirsgirêka demokrasiyê wiha dinirxîne: “Dewlet weke saziyeke sêwana civakê ava bûye û li ser keda civakê jiyaye. Tu caran venegeriye nav gel û ji aliyê gel ve qet rewa nehatiye dîtin. Niha jî di bin navê hilbijartinên çar salan carekê de, taziyeyên guran bi gel didin kirin û îradeya gel qels dikin, rewatiya xwe ji navendên sermayedariyên cîhanê werdigirin ne ku ji îradeya gel.”
Tekez dike ku proseya guhertinên radîkal û nehiştina dubarekirina xwe di pêvajoyeke guhertina kesayetiyê re derbas dibe û dema ku ferdên civakê bi giştî û serkirdeyên wê bi awayekî radîkal xwe biguherin, dikarin guhertinên radîkal di jiyan û sîstemê de pêk bînin. Di heman demê de divê ji xwe bawer bin kû karakterên di nava desthilatdatê û pêvajoya siyasî ya serdest nikarin guhertineke radîkal pêk bînin.