Di 26’ê gulanê de bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên a Ji Bo Azadiyê (OHD) ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe bi îmzeya 770 parêzeran kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Parêzeran xwestin ku rêya Îmraliyê li parêzeran bê vekirin û Ocalan karibe bi parêzeran re hevdîtin bike. Lê heta niha hikûmet û wezareta dadê ker û lal e.
Li welatê ku partiyên siyasî yên muxalîf li meclisê vîna wan tê binpêkirin û tune tê hesibandin, li welatê ku parlamenter têne girtin û cezakirin, li welatê ku her roj siyasetmedar xizmetkarên tenduristiyê, nivîskar, akademîsyen, hiqûqnas, rojnameger têne girtin, li welatê ku rojnameger nikarin nûçeyan bişopînin û ji ber rastiyê ronî dikin têne girtin û darizandin, li welatê ku rojnamegerên ji ber pirsê ji wezîr dipirsin ji kar tên avêtin, li welatê ku parêzer nikarin parastinê bikin û nikarin biçim bi muwekilên xwe re hevdîtin bikin, li welatê ku zarok li kolanan têne kuştin, jin li kolanan tên kuştin, li welatê ku her roj mirov întîhar dikin û çeteyê mafya aşkera tolazan didin xwe, li welatê ku Serokomar gefan li serokên partiyan dixwin mirov nikare qala hiqûq û demkokrasiye bikin. Li welatê ku mirov nikare bi girseyî cenazeyên xwe defin bikin û li welatê ku 22 sal in tecrîda girankirî didome…
Mirov dikare li vî welatî bi sedan mînakên ku tunebûna edalet, demokrasî û hiqûqê nîşan bide. Li welatê ku hiqûq û demokrasî lê tune be, mirov bi rêbazên demokrasiya pasîf mafê xwe bixwaze gelo dê çiqas encam bigire? Gelo dê çiqas deng biçe hikûmetê. Di çalakiyên bi tenê de hikûmet çiqas teng tîne xwe û guh dide van daxwazan.
Niha çalakiya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliya Rihayê 84 roj in didome. Dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe bi israr û biryar çalakiya xwe berdewam dikin. Ji sedî sed bawer dikin ku neheqî û zilmek mezin li wan hatiye kirin û bi vê baweriyê çalakiya xwe berdewam dikin. Eger hikûmet û wezareta dadê daxwaza malbata Şenyaşar nabihîze, ji ber ku malbat bi tenê têne hiştin e. Eger her roj kom bi kom parazvanên mafê mirovan, hiqûqê û rêxistinê civakî li dora wê kom bibin û girseya li dora wê mezin bibe, vê carê hikûmet û wezareta dadê neçar e daxwaza Emîne Şenyaşar pêk bîne.
Dîsa girtiyên siyasî li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 185 roj in di greva birçîbûnê de li ber xwe didin. Eger malbata Şenyaşar 84 roj û girtiyên siyasî 185 roj ji bo parastina mafan, edalet û hiqûqê têdikoşin û hikûmet denge wan nabihîze, ev nîşanî me dide ku em li dora daxwazên wan nabin xelek. Ev nîşanî me dide ku em li çalakiyên wan xwedî dernakevin. Divê dengê wan bê xurtkirin û nûnerên civakê, parazvanên mafên mirovan û hiqûqnas li dengê wan xwedî derkevin.
22 sal in tecrîd didome. Hemû parêzer û hiqûqnas diyar dikin ku hiqûq û mafên mirovan tê binpêkirin. Tespîtek rast dikin. 3 roj berê hiqûqnasan bi îmzeya 770 parêzeran li dijî tecrîdê dest bi kampanyaya îmzeyan kirin. Hewldan û gav avêtin girîng in. Lê ji bo daxwaz li ber çavan bên girtin û rayedar gavên çareseriyê bavêjin, pêdivî bi çalakiyên kolanan û radikal heye. Gelo hikûmeta ku dengê dayika Şenyaşar nabihîze, dê ev kampanyaya îmzeyan a parêzeran çiqasî wê bihejîne. Çiqas dengê wan biçe hikûmetê.
Parêzer nûnerê parastina hiqûqê ne. Parazvanê mafên mirovan jî divê mafê mirovan biparêzin û lê xwedî derkevin. Eger ku li welatekî hiqûq û mafê mirovan lê tune be, divê herî zêde parêzer û hiqûqnas li hiqûqê xwedî derkevin. Divê herî zêde parazvanê mafên mirovan û partiyên siyasî yên muxalif li demokrasî, hiqûq û mafên mirovan xwedî derkevin. Ger ku parêzer jî îro rabin bi îmzeyan li hiqûqê xwedî derkevin, hikûmet bi vê bangê dê deng nîne xwe. Di rastiya Tirkiyeyê de ji bo parastina mafan û hiqûqê çalakiyên kolanan û radikal lazim im. Kengî parêzer, parêzvanên mafên mirovan li kolanan daxwazê xwe bînin ziman wê demê dengê wan wê bê bihîstin. Eger îro 770 parêzer biçin pêş qesra edaletê ango bi hevre berê xwe bidin Îmraliyê û li Bûrsayê daxwazên xwe bînin ziman ez bawer im ne tenê hikûmeta AKP-MHP’ê dê hemû cîhan deng û daxwazên wan bibihîze. Ne tenê Wezareta Dadê, bawer im dê CPT, DMME û hemû parazvanên mafên mirovan ên cîhanê dê dengê wan bibihîze. Ku cîhanê deng bihîst wê demê hikûmeta vî welatî jî neçar e dengê wan bibihîze û gavan bavêje. Li dijî tecrîda giran, li dijî nenaskirina hiqûqê çalakiyên hiqûqî û demokratîk ên kolanan encax tevgerekê ava bike û mafan bi dest bixe.