Bi dagirkeran re aştî nabe

Desthilata faşîst û qirker AKP-MHP'ê dîsa rûyê xwe yê reş nîşan da. Dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî qasî li dijî hiqûqa navnetewî ye...

Kurd ji zirteboziya tirkan natirsin

Di rojên dawî yên meha cotmehê de hin kesan kêfa xwe bi gotinên serokê MHP Bahçelî û yê AKP'ê Erdogan xweş kirin ku hatine...

Bi dagirkeran re aştî nabe

Desthilata faşîst û qirker AKP-MHP'ê dîsa rûyê xwe yê reş nîşan da. Dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî qasî li dijî hiqûqa navnetewî ye...

Kurd ji zirteboziya tirkan natirsin

Di rojên dawî yên meha cotmehê de hin kesan kêfa xwe bi gotinên serokê MHP Bahçelî û yê AKP'ê Erdogan xweş kirin ku hatine...
Çarşamba - 6 Kasım 2024

Bi dagirkeran re aştî nabe

Desthilata faşîst û qirker AKP-MHP'ê dîsa rûyê xwe yê reş nîşan da. Dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî qasî li dijî hiqûqa navnetewî ye...

Kurd ji zirteboziya tirkan natirsin

Di rojên dawî yên meha cotmehê de hin kesan kêfa xwe bi gotinên serokê MHP Bahçelî û yê AKP'ê Erdogan xweş kirin ku hatine...

Ku kurd hêza xwe ji artêşa tirk bikişînin dewlet wê hilweşe

Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî di vekirina meclisê de, li ser navê dewletê got “Pêdivî bi aştiyek navxweyî heye û destê xwe dirêjî  wekîlên DEM Partiyê kir. Çend roj şûnde got ‘Kurdên ji tirkan hez neke ne kurd in û tirkên ji kurdan hez nekin ne tirk in’. Lê dema mirov tenê li van gotinan binere zêde nayê famkirin. Ji bo mirov armanc û wateya van gotinan û rasteqîniya van gotinan fam bike divê mirov hinekî li dîroka dewleta tirk, Osmanî û Selçûkiyan binere. Kengî çima tirk nêzî kurdan bûne û encam çi bûye? Ku kurdan piştgiriya tirkan nekiribûya dê encam çibûya?  Heta niha kê kî hembêz kirine?

Di dîroka dewleta Selçûkiyan de yên ku deriyê axa Anatoliyê li Selçûkiyan vekiriye kurd in. Di tebaxa 1071’an de dema şer di navbera Selçûkiyan û Bîsansiyan de pêk tê, kurd li dijî Bîsansiyan piştgirê didin Selçûkiyan û dewleta Selçûkî derbasî Kurdistan û Anadoliya Navîn dibin. Eger kurdan piştgirî nedaya Selçûkiyan û deriyê xwe li tirkan venekiribûya, dê îro rengê dîrokê cûda bûya.

Dîsa di serdema Osmaniyan de eger kurdan di şerê Çardêran (Ebexe) yê di tebaxa 1514’an de li dijî dewleta Safeviyan şer nekiribûya, dê dewleta Safeviyan Osmanî têk biribûna û heta Anatoliyê hatibûna.

Di şerê Çanakkaleyê yê di adara 1915’an de jî, eger dîsa  kurdan piştgiriya tirkan nekiribûya, dewleta yewnan dê heta Egeyê hatibûya. Di şerê Kibrisê de dîsa kurdan piştgirî da dewleta tirk. Îro eger li Tirkiyeyê nezî 520 hezar leşkerê wê hebe, nêzî 250 hezar leşkerên artêşê kurd in. Yanî nêviyê artêşa dewleta tirk kurd in. Nêviya hêza artêşa dewleta tirk kurd in û kurd axa Tirkiyeyê diparêzin.

Di dirokê de eger kurdan tirk neparastibûna dê îro tirk li erdnîgariyeke din û bi rengekî din bijiya. Îro jî eger kurd piştgiriyê nedin dewleta tirk û hêza xwe ya leşkerî ji nava artêşa tirk bikişînin, dê hêza artêşa tirk têk biçe. Divê ev rastî jî bê dîtin, di dîrokê de û îro jî yên di nava artêşa tirk de herî zêde axa Tirkiyeyê bi wêrekî û ji dil diparêzin dîsa zarokên kurdan in.

Ji roja ku dewleta Selçûk, Osmanî û tirkan li ser vê axê hat avakirin heta niha, her tim kurdan ew hembêz kirine û li dijî êrîşên derve parastine. Lê tevî ku gelê kurd tirk hembêz kirine jî, her tim împarator, paşa, serokwezîr û serokkomarên dewleta tirk, bi lîstik û hîleyên dewletên Ingilis, firansa û almanyayê pişta xwe daye gelê kurd û li dijî gelê kurd şer kiriye.

Îro jî li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê her ku diçe belav dibe. Tirkiye dikeve tengasiyê û hêza xwe winda dike. Di aliyê leşkerî, aborî û siyasî de êdî lawaz bûye. Ji ber vê yekê disa silavê dide kurdan. Lê dîsa dixwaze bi kurdên ku doza maf, nasname, çand, ziman û destkeftiyên xwe nake re hevkariyê bike. Kurdên ku li pey nasname, dîrok, çand, ziman û nirxên xwe têdikoşe wan wekî teror dibîne. Bahçelî aşkere ji Rêber Abdullah Ocalan de dibêje “Were li meclisê biaxive û PKK’ê tasfiye bike. Bêje bila dest çekan berde.” Lê îro em li cîhanê binerin dewletek bê çek heye gelo? Civak, netew û dewletek bêçek çiqas dikare li vê cîhanê hebûna xwe biparêze. Civak û neteweyên wekî Şengalê ku tenê ax û warê xwe diparêze, em dibînin her roj bombe li ser wan tên barandin. Gelo îro hêza kurdan a çekdarî tune be, dê bi kîjan peymanê bi kurdan re rûnên. Dê kijan mafê kurdan qebûl bikin. Gelo dê hemû zindanan vala bikin? Dê Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgehê derxin? Dê destûra bingehîn biguherînin? Dê di destûra bingehîn de statuya kurdan, ziman, çand û nasnameya kurdan bi awayekî fermî qebûl bikin? Hê hêza parastina kurdan û xweseriya kurdan qebûl bikin? Eger ku ne wisa be dê çawa aştî pêk bê.

Heta ku dewleta tirk li ser axa Kurdistanê bombeyan bibarîne, heta ku dewleta tirk axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê bombebaran bike û jin, ciwan, zarok, kal û pîrên kurdan qetil bike, heta ku daristanên Kurdistanê talan û wêran bike, heta ku axa Kurdistanê dagir bike û axa kurdan li kurdan qedexe bike, heta lêborîna xwe ji malbatên Roboskî, Pirsûsê nexwaze, heta lêborîna xwe ji Komkujiya Dêrsim, Agirî, Zîlan, Newala Qesaban, Lîce nexwaze, kurd wê çawa ji wan hez bikin?  Heta edalet pêk neyê û mafê kurdan neyê parastin dê kurd çawa baweriyê bi tirkan û hikûmeta tirkan bîne?

Wê demê divê Bahçelî vê rastiyê bibîne û bibêje gelo kî ji kê hez dike. An jî kî kê diparêze. Di dîrokê de heta niha, her tim kurdan tirk hembêz kirine û parastine. Lê rayedarên tirk ên ku dewlet bi rê ve birine, her tim kurd înkar kirine û li dijî kurdan lîstik û hîle pêş xistine. Eger Dewlet Bahçelî vê rastiyê nebine û nêzîk bibe dê encamê bi dest nexe.

Nûçeyên Têkildar