Li ser axa Qadên Parastinê yên Medya li hemberî gerîlayan bikaranîna çekên kîmyayî hê jî di rojevê de cihê xwe diparêze. Tê zanîn HPG’ê di meha borî de bi daxuyaniyekê şehadeta 17 gerîlayên bi çekên kîmyayî aşkera kiribû. Li ser mijarê seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci lêpirsîn û lêkolîn daxwaz kiribû. Pê re muxalafet û dewletê bi yekdengî înkar kiribûn ku ev îftira ye, dewleta wan e destpaqij sûcekî wiha nake. Piştre Şebnem Korûr Fîncancî binçav kiribûn û şandibûn girtîgehê. Xwestibûn devên diaxivin, zimanên îfade dikin bên hişkirin, avê li ser vê îdaya cidî zelal bikin, veşêrin.
Îda her çiqas cidî bin jî dewleta tirk bi înkarkirinê û Herêma Federal a Kurdistanê jî pêşlêgirtina lêkolîn û lêgerîna van îdayan li Herêma Federal a Kurdistanê dimîne. Bi koordine tevdigerin û nahêlîn rastiyên li qadê bên destnîşankirin, sûcê dewleta tirk deşifre nebe.
Di nav hefteyên borî de mijara bikaranîna çekên kîmyayî kete rojeva meclisa Tirkiyeyê. Di nîqaşên li ser budçeya salane de parlementerên HDP’ê ji bo mijar bê bersivandin pirsek ji Wezareta Parastinê kir. Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar bersiva pirsa da û gotinên xwe yên tên zanîn dîsa dubare kirin. Hûlûsî Akar wiha got, “Di enwanterên me de çekên wiha nîn in. Li gorî Peymana Pêşîlêgirtina Çekên Kîmyayî, gazên ku rê li ber rondikan çavan vedikin dikare ji bo parastina ewlehiya mirovan di operasyonên taybet ên hêzên ewlekariyê de bên bikaranîn. Berevajîkirina daxuyaniya têkildarî operasyona Garê, bi gotineke herî sivik propagandaya rêxistinê ye. Em xwedî wê kapasîteyê ne ku xwe bi xwe kontrol bikin û xwe binirxînin. Em qebûl nakin ku ji bilî me tu kesên din li herêmê lêkolînan bikin.” Akar di heman bersiva xwe de wiha dibêje, “Me şandeyek amade kir û şande çû. Lêkolîn kir û tiştên ku kom kirin dan labaratuara Wezareta Tenduristiyê. Di raporê de derket holê ku çekên kîmyewî nehatine bikaranîn.”
Binê vê gotina dawiyê bi xetên qalin xêz bikin. We dît dewleta dilovan (!) çawa bêdeng nemaye, bi kesekî re nehiştiye, lêkolîn kiriye û tev rastî yek bi yek raxistine ber çavan. Canik û camêrno qey we çi ji deweleta dilovan hêvî dikir? Wê neçûna, lêkolîn nekirana?
We dît dema derew ser kursiyên înkarê bên gotin çiqas rihet in? Ha hûr bû ha, her kesî jî bawer kir!?
Pirsa pêşî ev e, madem lêkolîn hate kirin çima heta HDP’ê nepirsî kesî negot ku ev lêkolîn bûye û encamên wê ev in?
Pirsa dudan, temam belkî we ji bîr kir lê heta niha çima ev rapor nehate aşkerakirin, bi raya giştî re nehate parvekirin?
Derewên dewletê êdî pîne nagirin. Li ku derê tiştek dibe bi pîneyekî derewan pîne dikin. Êdî cihê pînê lê bigirin nemane. Xwe distirên û xwe jî dixwin. Şandeyek peywirdar kirine, çûye lêkolîn kiriye, dane girtine û li labaratuara wan tiştekî weke sûcê dijmirovatî nedîtiye. Di kurdî de biwêjeke wiha heye; şahidê rovî teriya rovî ye.
Tam û teqez ji bo rewşên wiha tê gotin. Ji ber çi dibêjin, rovî qurnaz e. Ji rovî re dibêjin, heyran tu duh êvarê ketî pînikê, te qaz û mirişkên malê xwarine. Rovî dibêje na heyran, tiştekî wisa tune ye. Hûn dixwazin ji teriya min bipirsin. Belê teriya rovî pê re ye, kes nikare beje, na ev terî ya te nîne.
Belê eger şahidê rovî teriya rovî be, ku em jî jê bawer bikin, weleh qaz û mirîşk di gund de namînin.
Eger lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyayî mabe ser şande û labaratuvara dewleta tirk ev ax wê hê gelek çekên kîmyayî re rû bi rû bimîne. NATO û emperyalîzmê jî bêdengiya xwe careke din bidomînin.
Ew kevneşopiya ku li Balkanan û Ewropaya pêş çavên mirovan mîm dikir, sing lê dikutan lê piştre digot em dewleteke wisa dadmend in ku me ji çiqlê darê hurmiyek qetandibe, em di dewsa wê de berdêla wê pere dadiliqînin û pişta xwe didinê. Paşê jî dewşîrmeyên mîna Sokûlû Memed Paşa ku ew jî piştî singlêdanê bûye bendeyê berderê Osmanî şahid nîşan didan ku mîmkirin, singlêdan derew e, eger wisa bûya qet ew dibû wezîrê Osmanî?
Bi rastî rewş çiqas dişibe hevkariya PDK’ê, rê ji bo dewleta tirk çêdike û nahêle lêkolîna çekên kîmyayî bê kirin. Sokolovîçê (Sokûlû Memed) axa Kurdistan jî Nêçîrvan Barzanî ye. Sokolovîç hebûn mîm û sing xilas nedibûn, heta ku Barzanî jî hebin çekên kîmyayî bên bikaranîn.