Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kubîlay: Bingeha êrîş û zextên heyî tecrîda li ser Ocalan e

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku her çiqas li dijî partiya wan êrîşên mezin hebin jî, dê êrîşkar li hemberî vîna gel têk biçin. Kubîlay got ku êrîş û zextên heyî bingeha xwe ji tecrîda li ser Ocalan digire

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Kubîlay bi bîranîna ji lîderên nifşê 68’an Teslîm Tore û salvegera 4’emîn a kuştina Tahîr Elçî dest bi axaftina xwe kir.

Gunay Kubîlay diyar kir ku tevî ku bi ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî 4 sal derbas bûye, hê jî kujer nehatine dîtin û cînayet nehatiye ronîkirin. Kubîlay wiha dom kir: “Gelo ma hewce dike li devereke din li kujeran bigerin?”

Der barê operasyonên qirkirina siyasî de jî Kubîlay wiha got: “Ji 20’ê mijdarê ve li dijî partiya me êrîşên giran ên weke girtin û binçavkirin pêk tên. Êrîşên tifaqa AKP û MHP’ê yên li dijî partiya me bênavber didomin. Di van çend rojên dawî de di serî de li Amed, Wan, Êlih, Riha, Dîlok, Sêrt, Agirî, Semsûr, Enqere û Kocaeliyê, di nav de rêveberên me jî zêdetirî 150 kes hatin binçavkirin. Gelemperiya van jî bi sedemên vala hatin girtin.”

Girtin û binçavkirin

Bi domdarî jî Kubîlay ev tişt anî ziman: “Li Kocaeliyê 27 hevalên me binçav kirin. Amûr û alavên di avahiya partiya de belav kirin û derî hatin şikandin. Polîs weke ku alên dijminan bin, al û tabelayên partiya me daxistin. Li Dîlokê jî 25 hevalên me hatin girtin. Weke sûc jî xebatên hilbijartinê nîşan dane. Hevşaredarên me yên Stewr, Dêrik û Şemrexê bi darbeya qeyûm hatin girtin. Ji bilî endam û rêveberên me, parêzvanên mafên mirovan û rojnameger û nûnerên saziyên civakî hatin binçavkirin.”

‘Mîna yên berê dê Soylu jî têk biçe’

Kubîlay da zanîn ku dijminahiya kurd û HDP’ê weke çerxa aşê li ser fermana yek kesî tê xebitandin û wiha derbirî: “Qesr dîrektîf dide, polîs bi hincetên derew amade dike, dadger kirasên qanûnê lê dike û li girtîgehan tecrîd dikin. Di wê baweriyê de ne ku HDP serê xwe bitewîne û teslîm bibe. Lê xwe dixapînin. Yên beriya Soylu jî hemû cureyên êrîşan pêk anî lê her dem li dijî vîna gel têk çûn. Dê ev jî têk biçin. Divê tu kes li hemberî van êrîş û gefan bêhevî nebe. Em careke din banga hilbijartina pêşwext dikin.”

Tecrîda li ser Ocalan

Herî dawî jî Kubîlay bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt destnîşan kir: “Temamiya van êrîşan û zext bingeha xwe ji tecrîdkirina birêz Ocalan a ji 5’ê nîsana 2015’an ve dest pê kiriye digirin. Bloka AKP-MHP’ê dixwaze ji bo siberoja xwe dengê birêz Ocalan qut bike. Desthilatî ji bo hebûna xwe naxwaze peyamên aştî û demokrasiyê yên ji Îmraliyê bibîne. Lê êdî welat nikare mehkûmî şer, qeyûm û tecrîdê bê kirin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar