Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kubîlay: Îktîdar raste rast dijminatiya kurdan dike

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay da zanîn ku li ser darbeya 4’ê mijdarê re 3 sal derbas bûn û îdiayên der barê siyasetmedaran de vala ne. Kubîlay wiha got: “Tenê rastiyek heye, ew jî îktîdar raste rast dijminatiya kurdan dike. Her tişt li dijî vîna gelê kurd tê pêşxistin.”

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Kubîlay di serî de biryara tehliyeyê ya Makeqanûna Bingehîn a der barê parlamenterê HDP’ê yê berê Sirri Sureyya Onder de nirxand û got ku divê Onder demildest bê berdan. Kubîlay got ku divê tevî Demîrtaş hemû hevalên wan ên ji van dosyeyan tên darizandin demildest bên berdan.

Kubîlay destnîşan kir ku bi ser darbeya 4’ê mijdarê ya li dijî parlamenterên wan re 3 sal derbas bûn û wiha domand: “Di vê pevajoyê de hemû dozên hatin dîtin li ser daxwaza îktîdara siyasî pêş ketin.  Îktîdara siyasî çawa xwest, daraz wisa araste kir û doz dirêj bûn. Gotina serokomar a ‘Em nikarin wan berdin’ raste rast mudaxaleya li darazê ye. Ger hindik jî be li vî welatî edalet û hiqûq mabe, divê hevserok û parlamenterên me bên berdan.”

‘Dema mijar bû kurd tu hiqûq esas nayên girtin’

Di berdewamê de jî Kubîlay bi lêv kir ku tu bingeh û delîlên îdiayên weke sedema girtina siyasetmdaran hatine nîşandan nînin û wiha pê de çû: “Tekane rastiyek heye ku ew jî îktîdar raste rast dijminatiya kurdan dike. Şaredarî talan kirin û pêşeroja bajaran dorpêç dike. Her tişt li ser xespkirina vîna kurdan, li dijî rêveberiya kurdan pêş dikeve. Dema mijar dibe kurd, tu hiqûq û zagon esas nayên girtin. Êrîşa îktîdarê ya li dijî HDP’ê tenê bi qeyûman bi sînor nîne.”

Pakêta darazê

Kubîlay daxuyand ku hevserokên wan Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî di navde der barê 44 parlamenterên HDP’ê de bi daxwaza rakirina destnedayînê dosya pêşkêşî meclisê hatiye kirin. Kubîlay bang li malbatên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê jî kir û vexwendin meclisê. Ji bo pakêta darazê jî Kubîlay ev tişt destnîşan kir: “Di 1’ê cotmehê de rojeva meclisê ya ewil pakêta darazê bû. Lê em dibînin ku li ser navê edalet, azadiya raman û serxwebûna hiqûqê tiştek tê de nîne. Her çend OHAL hatibe rakirin jî di pratîkê de didome. Ji ber xalên TMK û TCK’ê neheqiyên mezin tên kirin.”

Gefên li dijî Rojava

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gefên Tirkiyeyê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roj bi roj zêdetir dibin. Bi taybet jî piştî lûtkeya sêalî ya li Enqereyê. Tu mafekî Tirkiyeyê êrîşa li dijî cîranan nîne. Ev êrîş ne rewa ye. Dixwazin bi ‘herêma bi ewle’ re herêmê ji kurdan vala bikin. Dixwazin demografyaya herêmê biguherînin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar