PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Kûbîlay: NY ne studyoya A Haberê ye

Hevberdevkê HDP’ê Gunay Kûbîlay bal kişand ser axaftina Erdogan ê civîna NeteweyênYekbûyî û diyar kir ku Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ne studyoyay A Haberê ye û her wiha da zanîn ku Erdogan dixwaza mîna Efrînê li herêmên din jî paqijiya etnîkî bike

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kûbîlay, li Naveda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê lidar xist û mijarên di rojevê de ne nirxand.

Kûbîlay bi taybetî bal kişand ser axaftina Erdogan a li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û destnîşan kir ku ger ew axaftin li Tirkiyeyê li dijî wî bihata kirin, teqez dê bibûya sedema gelek dozan.

Di axaftina xwe de Kûbîlay bal kişand ser axaftinên Erdogan ên di salên dawîn de kiriye û ev tişt anî ziman: “Bi taybetî di salên dawî de ji axaftinên Erdogan ên li civînên navneteweyî mirov kesayetekî cuda yê siyasî, karakterekî cuda yê siyasî dibînin. Serokê AKP’ê qeyûm tayînê vîna 20 milyon welatiyan kir. Hat fêmkirin ku Erdogan çima vê carê behsa vîna gel nekir. Ji xwe nedikarî behs bike. Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ne studyoya A Haberê ye.”

Armanca paqijiya etnîkî ye

Her wiha Kûbîlay bi bîr xist ku Erdogan di civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî de nexşeya rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê nîşan daye ku piraniya şêniyên wê kurd in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Erdogan di civînê de diyar kir ku dixwaze bi milyonan penaberên li Tirkiyeyê li wê herêmê bi cih bike. Weke ku tê zanîn ji herêmên Sûriyeyê yên ku piraniya şêniyên wê kurd in koçberî ber bi Tirkiyeyê ve nebû. Lê niha dixwaze penaberên ji deverên din ên Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kirine li herêmên ku nifûsa kurdan lê ne bi cih bike. Çima? Ji ber ku bi bikaranîna penaberan dixwaze mîna li Efrînê kir, li deverên din jî paqijiya etnîkî bike, kurdan ji warê wan dûr bixe û bi vî rengî demografiyê bi temamî biguherîne. Bi planeke wiha hem dixwaze ji kurdên Sûriyeyê hem jî ji penaberên Sûriyeyê rizgar bibe.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar