Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kujer Erdogan û Soylû ne

Êrîşa faşîst a li dijî rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê hate protestokirin. Di çalakiyan de hate diyarkirin kujer desthilatdariya AKP û MHP’ê ne

Navenda Nûçeyan |

Êrîşa faşîst a li dijî xebatkara HDP’a Îzmîrê Denîz Poyraz li gelek bajaran hat protestokirin.

Çalakiya li Wanê li pêşiya avahiya HDP’ê ya Wanê hate kirin. DBP, TJA, Komeleya Jinan a Starê, DÎSK, Platforma Şaxên KESK’ê, OHD, TÛHAY-DER, Odeya Tabîban a Wanê û Colemêrgê jî di nav gelek kes tev li çalakiyê bûn.

Hevseroka HDP’a Ebexê Gonul Uzunbay diyar kir ku partiya wan bi mehan e ji aliyê serokkomarê tirk, wezîrê karê derve û MHP’ê wekî hedef tê nîşandan û wiha got: “Demeke dirêj mudaxeleyî kujer nehatiye kirin û di êrîşê de xebatkara me ya partiyê Denîz Poyraz hatiye kuştin. Ew ê rojekê dewran bigere, wê AKP hesap bide gel.”

RIHA

Dayikên Aştiyê, rêveberên bajêr ên HDP’ê û gelek endamên partiyê tev li çalakiya HDP’a Rihayê bûn.

Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî, Denîz Poyraz bi bîr anî û wiha got: “Li Îzmîrê qetlîamek hate kirin. Em vî tiştî qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe geştir bikin.”

Endamên HDP’yî yên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê jî nerazîbûn nîşanî êrîşê dan û ji civîna meclisê derketin.

EDENE

HDP’a Edeneyê jî li Parka Înonuyê daxuyanî da û kuştina Denîz Poyraz şermezar kir. Nûnerên HDK, CHP, EMEP, DAD û ÎHD jî di nav de gelek kes tev li çalakiyê bûn. Hevserokê HDP’ê yê bajêr Mehmet Karakiş diyar kir ku tu qetlîam ew ê wan nede sekinandin. Gel piştre çalakiya rûniştinê li dar xist û sloganên ‘Bijî berxwedana HDP’ê’ û ‘HDP gel e û gel li vir e’ berz kir. Çalakger piştre heta ber avahiya HDP’ê ya bajêr meşiyan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar