Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Kujeran dê berdin lê girtiyên siyasî bernadin gelo ma ev edalet e?’

Ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) girtîgehên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di bin rîskeke mezin de ne. Tevî vê yekê jî li girtîgehan xebatên dezenfektekirinê nayên kirin, alavên paqijiyê nadin girtiyan û zexta li ser girtiyan jî zêdetir dibe. Têkildarî mijarê malbatên girtiyan ên Şirnexê ji Jinnewsê bi Rojda Aydin re axivîn.

Dayika girtî Yahya Îdîn ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dimîne, Hanîfe Îdîn ji ewil xwest ku hemû girtiyên siyasî bên berdan û wiha got: “Rewş her ku diçe xirap dibe. Di girtîgehê de li zarokên me nanêrin. Bila berdin em ê li malên xwe li wan binêrin. Ji ber nexweşiyê hevdîtin jî hatin qedexekirin. Em bi tenê bi rêya telefonê bi zarokên xwe re diaxivin. Ji ber vê pêvajoyê em ji rewşa girtiyan bifikar in.”

‘Em tehliyekirina zarokên xwe dixwazin’

Dayika Yûsûf Şahîn ê di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de tê girtin Galya Şahîn jî diyar kir ku ji ber rewşa girtîgehan xemgînin û wiha dom kir: “120 sal ceza li kurê min birîne. Kurê min xwendekar bû û zanîngeh dixwend. Neheqî lê hat kirin. Niha jî ji ber şewbê jiyana girtiyan di talûkeyê de ye. Heke girtiyan bernedin dibe ku mirin jî çêbibin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Em tehliyekirina zarokên xwe dixwazin. Em ji bo girtiyan wekheviyê dixwazin. Kujer û kesên kiryarên herî qirêj dikin ber didin lê zarokên me bernadin. Ev ne edalet e. Ya ku li me tê kirin zilm e.”

‘Alavên paqijiyê nadin girtiyan’

Der barê mijarê de dayika bi navê Meryem Katar jî nêrînên xwe wiha parve kir. “Girtîgeh di bin gefeke mezin de ne. Divê girtî bên tehliyekirin. Di qanûnê de divê wekhevî hebe. Çima tenê girtiyên edlî berdidin. Em vê yekê qebûl nakin. Jiyana zarokên me di xetereyê de ye. Alavên paqijiyê nadin girtiyan. Bila guhê hemû kes li ser girtîgehan be û dengê xwe derxînin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar