Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kujerê Akarsel hat girtin

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora kovara Jineojiyê û rojnameger  Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe di encama êrîşeke çekdarî de hat duh hat şehîdxistin

Rojnamevan-nivîskar Akarsel, dora saet 10.00’an de li ber mala xwe ya li Silêmaniyê rastî êrişeke çekdarî hat. Cenazeyê Akarsel ku hate diyarkirin li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye, rakirin Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê.

Akarsel a li ser nûçegihaniya jinan gelek lêkolînên girîng kiribûn, di çarçoveya xebatên Jineolijiyê de bi salan e li Silêmaniyê dijiya. Akarsel, di çarçoveya projeyekê de ji bo li Silêmaniyê Akademiya Jineolojiyê û Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê ava bike xebat bi rê ve dibir.

Kujer hatiye girtin

Asayîşa Silêmaniyeyê bi daxuyaniyeke ragihand ku wan bi hevkariya asayîşa Koyeyê kujerên endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarselê li navçeya Koye girtiye.

Daxuyaniya Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê wihaye;

“Duh di saetên sibehê de em hatin agahdarkirin ku li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê di bûyerek kuştinê de jineke bi navê Nagihan Kemal Akarsel jiyana xwe ji dest daye. Yekser hêzên me gihiştin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin. Piştî lêkolîneke baş di nava çend saetan de bi fermana birêz serokê dezgeha asayîşa herêmê û bi hemahengiya li gel rêveberiya asayîşa rojhilatê Hewlêr-Koyeyê, me karî tawanbarên vê bûyerê bigrin. Niha li ser fermana birêz dadwer lêpirsîna li gel wan berdewam e. Li vir em spasiya welatiyên dilsoz û nîştimanperwer dikin ku ji bo bidestxistina zanyariyên li ser tawanbaran hevkariya me kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar