Ji sala 2015’an û heta niha pêvajoyek taybet tê jiyîn. Erdogan piştî têkçûna hilbijartina 2015’an silametiya desthilatdariya xwe di tifaqa faşîstan de dît. Her wiha ew jî bi vê pêngavê vegeriya eslê xwe yê qirker.
Tê zanîn, misilmantiya tirkên faşîst û nijadperest lawazbûn. Ummetperestên tirk jî ji alî tirkbûnê ve lawazbûn. Ummetperestên wekî Erdogan dîtin ku bi nêrînên xwe yên paşwerû nikarin kurdan li bin baskên xwe kom bikin, wan ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin ev car berê xwe dan tirkên faşîst û nijadperest. Tifaqa Ergenekonî û MHP’yiyan ya bi AKP’ê re wiha çêbû. Tiştê ji sala 2015’a heta niha tê jiyîn, kin û kurt encama ev polîtîkayê qirêj in.
Ev qirêjî ne tenê li kurdan ji hemû gelên Tirkiyeyê re bû bar. Şer mezin bû. Bi hezaran leşker û tîmên taybet ên şer di vê heyamê de mirin. Her weha gelek ciwanên kurd jî jiyana xwe winda kirin. Feqîrî bi dehan qat zêdebûn. Beriya vê heyamê yekî malnişîn dikaribû bi xerca malnişîniyê avahiyek bigre. Niha nikare deriyekê avahiyê bigre. Mafya û çete çar aliyên welatê fetih kirin. Di heyama Kemalîstan de dewlet mafya û çeteyan bikardianiya. Niha mafya û çete xwediyê dewletê ne. Hiqûq ji xwe tinebû, niha bi tevahî ji holê rabû. Erdogan ji sîstema takekesî têr nabe, niha behsa dewleta şerîatê dike.
Gelo, rewş ev e lê dijberên din yên Erdogan çi kirin?
Kin û kurt, ew jî ji bo kurd diya xwe nebînin çi ji destên wan hat texsîr nekirin. Dema Erdogan wan xist tengasiyê behsa “heq û hiqûq û edaletê” kirin. Lê dema Erdogan berê xwe da kurdan, bi her cûre qirêjiyê piştgirî dan wî. Efrîn hat dagirkirin, ew li cem Erdogan bûn. Başûrê Kurdistan hat bombekirin ew li cem Erdogan bûn. Bi hezaran siyasetmedarên kurd hatin zîndanîkirin, qet ne xema wan bû. Lawazbûna siyaseta kurda ji xwe re kar dihesibandin. Çi çep çi rast ti ferqek di navbera neteweperestên tirk de tûnebûn. Hemû bi yek dengî dijminatiya kurda dikirin.
Kurd li hember vê yekê dîsa jî lawazbûn û têkçûna sîstema takekesî Erdogan di berjewendiyên xwe de dîtin. Ji bo vê yekê jî li hember hemû qirêjiyên wan gelek car jî rê li ber mixalefeta Erdogan vekirin. Heke hilbijartina herêmî ya 2019’a de Erdogan gelek bajarên mezin windakiribe, sedema vê yekê helwesta kurda bû. Ev aşkere ye. Lê ew çi kirin? Di gera xwe ya şaredariyên bakûrê Kurdistanê de girtin tabloya Mustafa Kemal diyariyê kurda kirin. Piştî ku şaredarî bi riya qeyyûman hatin gespkirin jî qet dengê xwe dernexistin. Kurd piştgirî da dijberên Erdogan lê ew dev ji sipasiyê berdin silavek jî li kurda nekirin.
Ev siyaseta han ya kurda qet şik nîne siyasetek samîmî bû. Ev siyaset ji bo rê li ber demokrasî û aşitiyê vebe, ne şaş bû. Yên şaş dijberên Erdogan bûn. Ew ne dixwestin rê li ber demokrasî û aşitiyê vebe. Ew tenê dixwestin Erdogan ji ser hukim here. Bi gotineke din ew tenê dijberiya şexsê Erdogan dikirin. Tu dijberiyek li hember siyaseta wî yê xwînavî nîşan nedidan. Heta dema Erdogan kurdan qetil dikir, pişta wî mizdidan.
Rast e, kurd ji bo Erdogan têk biçe hin caran bêyî ku tiştek bi dest bixe piştgirî dan mixalifên Erdogan. Lê rastiyek din jî heye kurd ji berxwedana xwe jî negeriyan. Li her qadên jiyanê berxwedan. Li zîndanan, li çiyan, li deşt û bajaran çi car teslîm nebûn. Her ku berdêl dan berxwedana xwe mezintir kirin. Berxwedana bêhempa ya kurdan bandora xwe ne tenê li kurda kir, her wiha li cîhanê jî deng veda. Sîstema takekesî ya Erdogan û tifaqên wî yên faşîst dixwestin bi “Plana Çokdanînê” kurdan qirbikin. Lê kurd bi berxwedana xwe ya dîrokî û bêhemqa li ser piya man. Rê nedan siyaseta qirkirinê. “Plana Çokdanînê” têkbirin.
Kurd niha dikevin heyamek nû. Sîstema takekesî ya Erdogan jî xwe wekî pêşiyên xwe ceriband û ew jî paşila stuyê xurand. Niha heke riyek venebe pêşeroj tarî ye û her diçe zêdetir tarî dibe. Rastiyek din jî ev e ku heke rê venebe ew ê hemû alî li bin kavilan biminînin. Kurd careke din rê nîşan didin. Bang li hemû aliyan dikin. Ev bang jî banga aşîtî, demokrasî û wekheviyê ye. Ev hisaba han ji hilbijartinê wê de ye. Hilbijartin tên û diçin. Lê çareserî di mayîndebûna aşîtî, demokrasî û wekheviyê de ye.
Em ê binêrin ka ew ê ev car çi bikin! Gelo ew ê li riya çareseriyê bigerin an ew ê li pey lîstîkên nû bigerin. Lê çi dikin bila bikin, divê bizanibin kurd êdî bi siyasetê dizanin. Kurd bi rêxistinkirî ne û çi alî bi aqlên xwe yên têkçûyî jî nikare zora kurda bibin.
Kin û kurt, kurd belkû berdêl didin, heta zêde bi zêde berdêl didin lê têk naçin.