Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Kurd bi peyva Kurdistanê nayên xapandin’

Welatiyên Amedê axaftina Bînalî Yildirim a Amedê “nejidil” nirxandin û gotin ku kurd bi peyva Kurdistanê nayên xapandin

Namzetê AKP’ê Bînalî Yildirim hefteyek berê ji bo di hilbijartina şaredariya Stenbolê de bi ser bikeve û deng ji kurdan bistîne hat Amedê. Yildirim di axaftina xwe ya Amedê de peyva Kurdistanê bi kar anî ku beriya hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê de serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan îdia kiribû ku cihek wekî Kurdistanê tune ye.

Welatiyên Amedê bertek nîşanî axaftina Yildirim dan û diyar kirin ku AKP siyaseteke durû û qirêj dimeşîne.

Siyaseta AKP’ê têk çûye

Welatiyê bi navê Mehmet Resul Yoldaş anî ziman ku Yildirim bi gotina Kurdistanê dibêje qey dê kurd deng bidinê û wiha got: “Tu gotinên wan hev nagire. Em ne zarok in ku wê me bixapînin. Hikûmet di nav siyaseta rojane de hin peyvan li gorî berjewendiyên xwe pir hêsanî bi kar tîne. Dema ku ev peyv kêrî wan neyê jî, pir hêsan terk dikin. Ev gotinên ku Bînalî bikaranî, beriya niha Erdogan jî bi kar anîbû. Lê Erdogan paşê înkar kir. AKP li aliyêkî dibêje Kurdistan û li aliyekî jî li Kurdistanê tabelayên kurdî radike. Zimanê dayikê tune dihesibîne. Li gorî hesabên hilbijartinê îro kurd hene û li ser vê yekê zimanek ji xwe re çêkirine. Îro li Amedê dibêjin Kurdistan heye, sibê li Stenbolê dikarin bibêjin tune ye. Mejiyê wan mejiyê masî ye. Ev siyaseteke ne ji dil û têkçûyî ye. Em wan baş nas dikin.”

Peyva Kurdistanê ji AKP’ê re serbest ji kurdan re qedexe ye

Ciwanê bi navê Dilo Sevimlî jî diyar kir ku dema hikûmeta AKP’ê peyva Kurdistanê bikartîne nabe pirsgirêk lê dema kurdek bikar tîne, dikare bi salan cezayê girtîgehê bidinê. Sevimlî da zanî ku peyva Kurdistan polîtîkayeke AKP’ê ya berî hilbijartinê ye û wiha domand: “Bi nêzbûna hilbijarinên Stenbolê re difikirin ku kurdan bixapînin û li gorî armancên xwe beralî bikin. Dema ku kurd van peyvan bi kar tînin qiyametê radikin. Kurd van polîtîkayên hikûmetê ji nêz ve nas dikin. Ji bo dengê kurdan bistînin serî li vê rêbazê dane. Tu kurd li Stenbolê deng nade van polîtîkayan.”

‘Muxatab Rêber Apo ye’

Welatiyê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe aşkera bike jî ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd û Kurdistanê ye. Heke li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasî, ked, aborî bên çareserkirin, divê hûn di vê rê de derbas bibin. Muxatabên çareseriyê hene. Bi hevdîtina ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê bi Rêber Apo re hat kirin ev yek careke din derket holê. Tu kurdek bi gotina peyva Kurdistanê naxape. Li vî welatî pirsgirêk heye û muxatabê sereke jî Rêber Apo ye.”

Her axaftina wan derew e

Her wiha welatiyê bi navê Enver Yilmaz jî destnîşan kir ku dema ew peyva Kurdistan bikar bîne wê ji aliyê polîsan ve were binçavkirin û wiha got: “Peyva Kurdistanê ji bo me kurdan qedexe ye, lê ji bo Bînalî Yildirim û Erdogan serbest e. Tirkiye li ber rewşa têkçûnê ye û ji vê re jî kêm maye. Namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglu bi xêra kurdan bi ser ket. AKP bi têkçûna xwe qebûl nekir û gotin, deng hatine dizîn. Ka çawan diziye? Her cih we dagirkiriye. Hûn tenê dikarin xwe bixapînin. Weke welatiyekî dema ez derewan bikim, ez ji xwe fedî dikim derkevim nava civakê. Lê ne fedî û ne jî exlaq bi van re heye. Sibeh û êvara wan direw in.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar