Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Kurd bi Rêber Apo mezin dibin

Dema em zarok bûn qala kurd û Kurdistanê dihat kirin û bi rengekî bi dizî û bi tirs ji bo wê kar û xebat dihat kirin. Heta pirî caran tiştekî biçûk be jî ji bo navê kurd û Kurdistanê bihata kirin, weke ku Kurdistan tê azadkirin hestê neteweyî geş dibû û hêviya paşerojeke xweştir û baştir bi azadî û serfiraziyê ava dibû.

Ji bo kurdan ji dema ku nifşê me li xwe haydar bû, me Serok Apo û hevalên PKK’ê dîtin ku li ser vê dozê dixebitin. Kesên fedekar û fedayî bûn û şev û roj çi li deşt û bajaran û çi jî li çiyan ku me li ser ekranên TV’yan didît, di nava têkoşîneke rizgariyê bûn. Ev yek jî bi desteka gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê roj bi roj mezin û fireh bû. Her kesî navê zarokên xwe dikirin navê hevalên PKK’ê yên ku carekê li wan bibûn mêvan û nema dîtin, an jî navê qehremanên ku di oxira vê dozê de şehîd bibûn li zarokên xwe dikirin.

Rêber Apo yê ku careke din hêviya kurd bibin xwedî maf ava kir. Ji bêhêziyê hêz ava kirin. Ji nezaniya kurdan re got êdî bes e û di nava şert û mercên ecêb de ciwanên kurd perwerde kirin û xistin nava kar û xebatan. Belkî gelek ji van kesên ku ketin nava xebatê û hatin perwerdekirin û niha jî navê wan bi qehremanî û lehengiyê derbas dibe, berî ku bikevin nava Tevgera Azadiyê û perwerdeya Rêber Apo bibînin, nikarîbûn xwe jî bi rê ve bibin û tu hêviyek ji wan nedibû. Lê Rêber Apo ew kirin hêvî. Gel jî ji ber vê hêviyê bawerî da û ji xwe re pêşeng qebûl kirin. Hemû ji ber ku Rêber Apo ew bi rêxistin kirine, gel bê teredûd qebûl kir. Ji ber ku Rêber Apo hêviya wan bû.

Bi saya Rêber Apo kurd mezin bûn û hatin naskirin. Zimanê kurdî hat parastin û her kes dizane, bi taybet jî li rojavayê Kurdistanê ka çawa bi saya Tevgera Azadiyê û kadroyên ku rêber Apo ew bi rê xistibûn dersên ziman dihatin dayîn û zarok fêrî xwendin û nivîsandinê dibûn. Ew bi dizî û bi hêjmarên biçûk carê li malekê dihatin perwerdekirin û fêrî tîpan dibûn.

Bi saya Rêber Apo, careke din kurdan hevdû girt û di demên zor û zehmet de li hev xwedî derdiketin û bi hawara hev de dihatin. Di serdema herî nêz de jî ev zêde li ber çava bû. Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê û her dema ku êrîş li ser şoreşa Rojava dihat, ciwanên kurd ên fikra Rêber Apo û fedekariya ku afirandiye nas kiribûn, berê xwe didan nava çeperên parastinê. Hêvî di vir de didîtin. Rêbertiya kurdan a bi fedekarî, zanebûn, têgihiştin, her roj mezinkirina nasnameyê û afirandina tiştên nû û cûda. Her tişt ji bo kurdan. Ne ji bo malbat û eşîran. Ev bû ku Rêber Ocalan ji kurdan re bi taybet xwest û ava kir, mezinkirina kurdan.

Serok eşîrê ku çend xulaman li dora xwe bicivîne û çend erebe û qesir û qonaxanên wî hebin ew nikare kurdan mezin bike û nasnameya kurdan biparêze. Ew ancax karibe pêşwaziya hin serokên eşîran bike da ku pesna wî bidin. Lê ji kurdan re rêber pêwist e. Bi qeşmerî û kawikbûnê nasname nayên parastin. Rêberê doz, parastin, nasname, siyaset û çandê divê…

Rêber Apo ye ku tevî hemû şert û mercên tê de, niha barê her tiştî rakiriye. Siyaset, parastin, nasname û çanda kurdan diparêze. Mezinbûna wî mezinbûna kurdan e û tecrîda li ser wî jî tecrîdkirina kurdan e. Rêberek heye ji kurdan re, ew jî Rêber Apo ye.

Nûçeyên Têkildar