Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Kurd bi stratejiyeke hevpar dikarin êrîşên tunekirinê têk bibin’

Endamê Meclisa Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Mûrat Kan têkildarî xebatên ji bo yekitiya neteweyî yên li rojavayê Kurdistanê û êrîşên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê ji MA’yê re axivî.

Mûrat Kan diyar kir ku dewleta tirk li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd êrîşeke tesfiyekirinê daye destpêkirin û wiha got: “Di vê sedsalê di qada navneteweyî de ji bo kurdan nîqaşên girîng tên kirin. Li gorî pêşketinên heyî, dê ev sedsal ji bo kurdan bibe sedsala bidestxistina statûyê. Divê mirov di vê nezerê de li sedemên operasyonên Tirkiyeyê binêre. Dixwazin pêşî li ber statûya kurdan bigirin. Lewre jî di hêla bîrdozî, polîtîk, aborî û leşkerî de li dijî tevgera azadiyê şerê tesfiyekirinê dane destpêkirin. Li hêla din jî Tirkiye dixwaze kurdan tune bike. Polîtîkaya qetilkirina sivîlan û valakirina 5 hezar gundan a li Bakur dimeşandin, niha jî li Başûr decerîbînin.”

Kan destnîşan kir ku AKP-MHP dizane ku bi qasî tevgera azadiyê hebe dê gelê kurd mafên xwe biparêze û wiha domand: “Hinek hêzên navneteweyî ji bo ku kurd bigihin statûya xwe di nava hewldanan de ne. Ji bo avakirina yekitiya neteweyî jî rolekî girîng dikeve ser milê PDK’ê. Kurdan sedsala 20’emîn ji ber nebûna yekitiyê winda kir.”

‘Têkiliyên PDK û AKP’ê pêşî li yekitiya neteweyî digirin’

Têkildarî pêwendiyên PDK û AKP’ê jî Kan ev tişt anî ziman: “Tekiliyên PDK’ê û Tirkiyeyê ji berê ve hene. Ev jî di pêşiya yekitiya neteweyî de astengeke girîng e. Gelê Başûr êdî yekitiya neteweyî dixwaze. Gelê Başûr naxwaze kurd êdî şerê hev bikin. Heke ENKS’ê Peymana Dihokê qebûl kiribe, tê wê wateyê ku PDK’ê jî qebûl kiriye. Dibe ku di rojên pêş de modêla Rojava ji bo Başûr jî bibe mînak. Dibe ku hewldanên yekitiyê yên Rojava ji bo Başûr jî bibin mînakeke baş. Tirkiye naxwaze yekitiya kurdan çêbibe. Hewldanên wê yên ji bo xerakirina van hewldanan têk çûn û êrîşî Başûr kir. Li hêla din jî li Kobanê sê jin qetil kirin. Xwest peyamê bide Rojava û Başûr. Lihevkirina ENKS û PYNK’ê girîng e. Ji ber ku dê li Sûriyeyê statûyek fermî qezenc bikin û di qada cîhanê de êdî dê bibin xwedî statû.”

Rola gel a ji bo yekitiyê

Herî dawî jî Kan wiha got: “Ji ber helwesta Tirkiyeyê kurdan nekarî tev li Peymana Cenevreyê bibin. Lewre tevlêbûna ENKS’ê dê bandorê li hêzên navneteweyî jî bike ku bi erênî nêzî kurdan bibin. A din jî lingekî girîng a têkoşînê, gel e. Di hêla demokratîkbûn û yekitiyê de divê gel rola xwe bilîze. Divê ji bo lidarxistina konferansa neteweyî jî rola xwe bilîze. Her kes dizane ku dewela tirk cihên ku li Başûr dagir kirin naterikîne. Ji bo ku ew baregeh neyên avakirin û pêşî li êrîşan bê girtin, hewcehî bi têkoşîneke mezin bê meşandin. Bi taktîk û stratejiyeke baş dikare encam bê girtin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar