Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Kurd bi yekitiya xwe dikarin pêşî li planên dagirkeriyê yên Erdogan bigirin’

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS’ê Ferhat Derwêş got ku dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze gelê kurd qir bike, demografyaya Kurdistanê biguherîne û ji Rojava heta Başûr, Mûsil û Şengalê dagir bike. Derwêş got ku gelê kurd dikare bi yekitiya xwe êrîşan û planên dagirkeriyê yên Erdogan têk bibe

Endamê Komîteya Navendî ya Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû (PDKS) Ferhad Derwêş têkildarî geşedanên dawî yên li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi Nesrîn Denîz re axivî.

Ferhat Derwêş di serî de êrîşên li ser Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi bîr xist û wiha got: “Dixwazin bi van êrîşan kurdan ji xaka xwe bikin û demografyaya herêmê biguherînin. Dewleta tirk êrîşên dagirkeriyê dike û dixwaze dagirkeriya xwe berfirehtir bike. Erdogan tevî Rojava, dixwaze başûrê Kurdistanê, Şengal, Başîka û Mûsilê dagir bike. Ev plansaziya dagirkeriyê ya dewleta Osmanî ya berê ye. Dixwazin serdema Osmaniyan vejînin.”

‘Demografyaya herêmê diguherînin’

Di berdewamê de jî Derwêş diyar kir ku HSD, YPG, YPJ û hêzên asayîşê zarokên gelê herêmê ne û wiha domand: “Van hêzan êrîşên DAIŞ’ê û komên din ên çete şikandin. Bi xwere aramî anîn. Lê dewleta tirk a dagirker bi êrîşên xwe re bêaramî anî. Dixwazin kurdan qir bikin û li xaka wan jî kesên ku dixwazin lê bi cih bikin. Erdogan kesên ji Hûms, Heleb, Şam û deverên din tîne û li bajarên me bi cih dike. Erdogan dibêje ew herêmê azad dike. Erdogan kê ji kê azad dike? Yên ku li wir dijiyan gelê herêmê bû. Xaka me qadên ewle bûn. Li dijî vê talûkeyê divê em bibin xwedî yek helwestê.”

‘Bi yekitiyê dikare planên Erdogan têk biçin’

Derwêş anî ziman ku ger kurd bibin yek dikarin planên Erdogan têk bibin û ev nirxandin kir: “Em nizanin bê ka çi berjewendiyên DYA, Rûsya, Tirkiye û rejîmê hene lê ya girîng yekitiya neteweyî ye. Ji bo bidawîkirina van êrîşan divê em di navbera xwe de nîqaşan bikin. Divê em ji gelê xwe yê koçber bûyî re çareseriyekî bibînin.”

‘Dixwazin Kurdistan hêj bêhtir parçe bikin’

Her wiha Derwêş da zanîn ku armanca Erogan dagirkirina Rojava ye û wiha pê de çû: “Ya din jî dixwaze gelê kurd ên li Bakur û Rojava ji hev qut bike. Ji bo vê jî dîwar danîn. Kurdistan heta niha çar parçe bû. Lê dixwaze hêj bêhtir parçe bikin. Di vê pêvajoyê de ya girîng ew e ku tevger û rêxistinên kurd xwedî yek helwest û reng bin. Divê em piştgiriyê bidin hemû hewldanên li dijî dagirkeriyê. Em yekitiya neteweyî dixwazin. Ya herî baş ew e ku em bi gel re rûnin û çareseriyê bibînin. Ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên herêmê. Em nikarin di bin banê yek partiyê de kom bibin lê em dikarin tifaqa xwe ava bikin. Em amade ne ku tev li hemû bername û bangên ji bo yekitiya neteweyî ya kurd bibin. Daxwaza me helwesteke hevpar û avakirina yekitiya neteweyî ye.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar