Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Kurd bi yekitiyê dikarin xwe ji çirav û aloziyê heyî rizgar bikin’

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Ehmed Xoca da zanîn ku di hemû hevpyemanên di navbera dewletên li Kurdistanê de dagirker de qirkirina kurdan heye. Xoce destnîşan kir ku xelaskirina gelê kurd ji vê çirav û aloziyê, bi yekitiya neteweyî pêkan e

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoca têkildarî lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî rojavayê Kurdistanê û bangawiyên ji bo yekitiya neteweyî ya kurdan ji ANHA’yê re nirxand.

Ehmed Xoca di serî de anî ziman ku divê partiyên siyasî yên kurd li herêmê bikevin nava gel û ji bo ku li dijî êrîşên artêşa tirk a dagirker bisekinin, gel birêxistin bikin. Xoca diyar kir ku artêşa tirk li dijî gelê kurd polîtîkayên koçberkirin û komujiyan didomîne û wiha pê de çû: “Dibe herêm ji hev cuda bin lê di encamê de hemû kurd bi kiryarên hovane re rû bi rû dimînin. Lê tevî vê jî hinek astengî hene ku hêzên siyasî li dijî van êrîşan bibin xwedî heman helwest û li dijî van gefan nûnertiya vîna gelê kurd bikin.”

‘Armanca hemû hevpeymanan qirkirina kurdan e’

Di berdewamê de jî Xoca destnîşan kir ku hemû hevpeymanên di navbera dewletên li Kurdistanê dagirker de qirkirina gelê kurd hatiye armanckirin û wiha dom kir: “Di mijara doza kurdî di navbera wan dewletan de nakokî nînin. Ez bang li partiyên kurd dikim ku li kolanên kurdan wan têkildarî xetereyên heyî agahdar bikin. Ji bo derxistina gelê kurd ji vê çirav û aloziyê divê bikevin nava tevgerê.”

Bang li partiyên kurdan kir

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Ehmed Xoca wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hemû partî bi pirrengiya xwe tev li projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Projeyeke nimûne ye. Ji ber ku jiyana hevbeş a dûrî navendîbûnê mîsoger kir. Di dawiyê de ez bang li partiyên li derve nexasim ên li dewleta Tirkiyeyê dikim ku li Rojava vegerin. Banga min li muxalifên pergala Rêveberiya Xweser ên li hundir dikim ku li dijî êrîşên dewleta tirk xwedî helwesteke zelal bin.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar