Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Salı - 9 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Kurd: Çeteyên DAIŞ’ê xwe li kampan bi rêxistin dike

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku DAIŞ xwe di van kampan de bi rêxistin dike û wiha axivî: “DAIŞ ji bo rêxistinkirinê kampan wekî cihê serekê dibîne. Ji ber vê yekê jî tevgereke wan a xurt di hundirê kampan de çêbû. Ji ber vê yekê jî operasyon hat destpêkirin.”

Dewleta tirk a dagirker ku derbên giran ji gerîlayên azadiyê dixwin, êrîşî cih û warên sivîlan ên rojavayê Kurditanê dike. Bi taybetî ji piştî avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên Tirkiyeyê li ser herêmê ranewestiyan. Tirkiye ku di 25’ê kanûnê de êrîş biribû ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binesaziya herêmê hedef girtibû, bi balafîrên bêmirov û dronan êrîşên xwe li ser herêmê berdewam dike. Herî dawî jî di 2’yê Sibatê de Tirkiyeyê li Qamişloyê bi SÎHA’yan êrîşî navendeke Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û di encama êrîşan de 4 endamên asayîşê şehîd bûn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyekî ve binesaziya herêmê ku di êrîşên Tirkiyeyê de zirar dîtibûn ji nû ve ava dike û ji aliyê din ve jî li hundirê herême li dijî DAIŞ’ê operasyonan li dar dixe.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd, têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û geşedanên li herêmê diqewimin axivî. Bedran Çiya Kurd anî ziman ku demeke dirêj e êrîşên Tirkiyeyê li ser herêmê berdewam dikin û wiha got: “Armanca êrîşên Tirkiyeyê têkbirina destkêftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di çarçoveya vê siyaseta qirkirinê de di van demên dawî de ew êrîş ketin qonaxeke nû. Piştî civîna Astana ya 3’yemîn ew êrîş pêş ketin. Diyar dibe ku di civîna Astanayê de li hevkirinek çebû. Ji aliyê Tirkiyeyê ve binesaziya herême hat hedefgirtin û bi vê yekê tê xwestin ku pêdiviya jiyanê ya mirovên li herêmê tune bikin. Ev yek bi tena serê xwe şerê qirkirinê ye û yek jî ji sûcên şer e. Lê tevî vê yekê jî rêveberên Tirkiyeyê li ser çapemeniyê jî ragihandin ku wê binesaziya herême hedef bigirin. Ev peyv bi xwe jî sûcek e û hemû kesî jî bihîst. Lê li dijî vê yekê jî tu helwest li dijî vê yekê derneket. Di dema êrîşên Tirkiyeyê de leşkerên rejîma Sûriyeyê jiyana xwe ji dest didin jî tu helwest dernakevê holê. Ev yek jî bû sedem ku Tirkiye êrîşên xwe li herêmê hê zêdetir bike.”

‘Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî hiqûqê me gihand hemû cihanê’

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku piştî êrîşên Tirkiyeyê Rêveberiya Xweser bi lêzgînî hewl daye cihên hatine hedefgirtin ji nû ve ava bike û wiha axivî: “Di encama van êrîşan de zirareke mezin li gelê herême bû. Çavkaniyên jiyanê yên mirovan hat tunekirin. Rêveberiya Xweser jî niha hewl dide êşa gelê xwe sivik bike û cihên ku hatine tunekirin ji nû ve ava bike. Gelê herême jî, li dijî van êrîşan helwesteke pîroz û hevgirtî nîşan da. Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî hiqûqê me gihand hemû cihanê û da nîqaşkirin. Ji bo helwest li dijî êrîşên Tirkiyeyê derkeve hole me serî li Neteweyên Yekbûyî da ku der barê Tirkiyeyê de lêpirsîn bê destpêkirin. Li ser vê yekê xebatên cuda li dervayî welat tên meşandin. Çawa ku bi salan bi siyaseta tunehesibandinê gelê me tune hat hesibandin, niha jî di çarçoveya vê siyasetê de dixwaze mafê gelê me tune bike. Em ê jî li dijî vê yekê, vê siyastê têkoşîneke piralî û xurt bimeşînin.”

Çeteyên wekî DAIŞ’ê jî ji van êrîşan sûd werdigire

Çiya Kurd bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên dawî û ev tişt anîn ziman: “Bi dron û SÎHA’yan bi awayekî cuda êrîşên li ser herême didomin. Beriya 2 rojan jî Tirkiyeyê navendeke asayîşê kir armanc û 4 endamên asayîşê di encama êrîşan de şehîd kirin. Di çarçoveya vê konsepta êrîşan de rejîma Sûriyeyê û komên girêdayî Îranê jî hewl didin li Dêrazor, Reqa û Minbicê eşîran li dijî Rêveberiya Xweser tûj bikin ku aloziyê di nava herême de derxînin. Bi van êrîşan ve giredayî helwesta Koalîsyonê jî pêş ket û li dijî komên çekdar ên girêdayî Îranê û Hîzbulahê êrîşên berfireh pêş xistin. Ev yek jî li herême rê li ber aloziyan derdixîne û dibe sedema metirsiyan. Çeteyên wekî DAIŞ’ê jî ji van êrîşan sûd werdigire. Ev geşedan rewşa Sûriyeyê hê aloz dike.”

Kurd der barê geşedanên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de jî dest nîşan kir ku ev li dijî derketina aloziyan in û ev tişt gotin: “Em wekî Rêveberiya Xweser em tu carî naxwazin ku herêmên me bibin herêmen aloziyê. Em tu car nabin alîgirê şerên li herême pêş dikevin. Em dibêjin ku pêwist e hemû pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Heke ev yek nebe pirsgirêk li herême wê hê mezintir bibe. Rêveberiya Xweser bi hemû saziyên xwe yên peywendîdar ve dixwaze di nava vê rewşa aloz de, bi hevgirtineke xurt li dijî van pirsgirêkan raweste ku karibe herêma xwe û destkêftiyên xwe biparêze. Heta niha jî em bi vê hişmendiyê tevgeriyan.”

‘DAIŞ ji bo rêxistinkirinê kampan wekî cihê serekê dibîne’

Di berdewama axaftina xwe de Kurd li ser operasyona QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê ku li Kampa Holê pêk anî rawestiya û wiha pê dê çû: “Operasyona li dijî DAIŞ’ê ku li Kampa Holê berdewam dike ne operasyoneke nû ye. Heta niha jî gelek operasyonên bi vî rengî pêk hatin. Ev operasyonên rojane ne li dijî DAIŞ’ê ne. Ji ber ku DAIŞ xwe di van kampan de bi rêxistin dike. Ji ber ku di van demên dawî de tevgera DAIŞ’ê zêde bû operasyon jî hê berfirehtir û zêde bûn. DAIŞ ji bo rêxistinkirinê kampan wekî cihê serekê dibîne. Ji ber vê yekê jî tevgereke wan a xurt di hundirê kampan de çêbû. Ji ber vê yekê jî operasyon li dijî kampan hat destpêkirin, 11 rojan berdewam dike û wê hê berdewam bike. Di van operasyonan de 85 endamên DAIŞ’ê hatin girtin. Her wiha gelek çek û alavên terori hatin desteserkirin û endamekî DAIŞ’ê jî hat kuştin. Ev operasyon yek jı nîşaneya têkoşîna li dijî terorê ye ku li herême bênavber berdewam dike.”

Di dawiya axaftina xwe de Kurd bêdengiya dewletên navneteweyî ya li dijî êrîşên Tirkiyeyê rexne kir û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Dema di van deman de êrîşên Tirkiyeyê li ser herême pêk tên û êrîşên komên çekdar ên giredayî Sûriye û Îranê yên li dijî lêşkerên Amerîkayê hemû di çarçoveyeke de pêş dikevin. Li dijî vê yekê divê civaka navdewletî û koalîsyona navdewletî bûyerên li herême diqewimin û van êrîşan binirxînin. Ev bûyer ji hev ne qûtkirî ne, bi hev du re tekiliya wan heye. Pêwist e civaka navdewletî piştgiriya rêveberiya xweser bike ku li dijî terorê bi ser bikeve. Heke Rêveberiya Xweser lawaz bibe têkoşîna li dijî terorê lawaz dibe û metirsiya terorê wê bandorê li ser hemû cihanê bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar