Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kurd dê bimeşin azadiyê

Rêxistin û saziyên kurdan dê di 18’ê Mijdarê de ji bo azadiya rêberê xwe bimeşin Navçeya Gemlikê. Kurd dê azadiya fiziki ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwazin. Kurd azadiya xwe di azadiya fizîkî ya Rêberê xwe de dibînin. Ji bo vê yekê bi kelecan û bêsebr li benda vê meşe ne. Êdî tehamula kurdan ji dîlgirtina rêberê wan re nemaye. Vê carê kurd bi biryar in ku rêberê xwe azad bikin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in li Girava Îmraliyê dîl hatiye girtin. 32 meh in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Di şexsê Rêber Ocalan de kurd bênefes tên hiştin. Di şexsê Rêber Ocalan de kurd tên tecrîdkirin. Mirovî tê tecrîdkirin. Ji hemû mafê xwe yê civakî, siyasî û mafên mirovan bêpar tê hiştin. Ev kiryarên li dijî Ocalan li tu devera cîhanê nayê dîtin. Heta niha mînakek wisa nehatiye dîtin.

Gelê kurd û dostên kurdan hebûna xwe û azadiya xwe di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibine. Kurd rêberê xwe ji bo xwe hêz, hêvî, ronahî, hebûn, jiyan û azadî pênase dikin. Pêşeng û serkêş pênase dikin. Çavkaniya jiyanê û serkeftinê pênase dikin. Nerîn û fikrên rêberê xwe wekî felsefeya jiyanê, xet û nexşerêya jiyanê dibînin. Ronahiya pêşerojê dibînin. Bi milyonan kurd îro bi fikrên rêberê xwe tev digerin. Îro ciwanên cîhanê li ser esasê fikr û felsefeya Rêber Ocalan xwe bi rêxistin dikin. Jin bi felsefeya Rêber Ocalan pêngava “Jin Jiyan Azadî” dane destpêkirin û xwe bi rêxistin dikin. Jin û ciwan fikr û felsefeya Rêber Ocalan ji bo xwe kirine rêya jiyana azad.

Di konferansa DBP’ê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ragihand ku dê di 18’ê mijdarê de bimeşin Gemlikê. Piştre biryar hat dayîn ku dê li gelek navendan civînên gel li dar bixin. Di vê çarçoveyê de hefteyek e li gelek gund û taxên bajarên Kurdistanê civînên gel tên li darxistin. Tê payîn ku bi deh hezaran kurd û dostên kurdan ji bo azadiyê tev li Meşa Azadiyê bibin û azadiya fizîki ya Rêber Apo bixwazin.

Kurd dê ji çar aliyê Kurdistanê û Tirkiyeyê berê xwe didin Gemlikê. Dê berê xwe bidin Îmraliyê. Dê berê xwe bidin Rêberê xwe. Berê xwe bidin Roja xwe. Di rojeva kurd û Kurdistaniyan de Meşa Azadiyê heye. Meşa Gemlikê heye. Ev îro çend roj banga tevlêbûna Meşa  Azadiyê ango Meşa Gemlikê tê kirin.

Hemû kesên ji bo pêşerojê aştî, aramî, wekhevî, edalet, siyaseta demokratîk, neteweya demokratîk, Konfederalîzma demokratîk dixwazin, dê tev li Meşa Azadiyê bibin û berê xwe bidin Gemlikê. Hemû kesên ku jiyaneke ekolojîk ku azadiya jinê û wekheviya zayendî esas digire dê tev li Meşa Azadiyê û Meşa Gemlikê bibin.

Hemû kesên ku êdî şer, kuştin, talankirin, wêrankirin, xizanî, dizî, cudakariyê naxwazin tê tev li Meşa Azadiyê Meşa Gemlikê bibin. Hemû kesên ku êdî tundî, înkar, qedexe û înkarê naxwazin dê ji bo parastina mafê jiyanê û parastina mafê mirovan tev li Meşa Gemlikê bibin.

Hemû kesên ku êdî sansur, binçavkirin, girtin, sînorkirina fikrê naxwazin dê ji bo  azadiya ramanê, azadiya çapemeniyê û azadiya siyasete tev li Meşa Gemlikê bibin.

Hemû kesên ku yekitiya gelan, yekitiya baweriyan û yekitaya rengan diparêzin dê bimeşin Gemlikê.

Hemû kesên ku êdî Neteweya Demokratîk û pergala Konfederalîzma Demokratîk dixwazin ji bo karibin pergala xwe bêtir jîndar bikin dê bimeşin Gemlikê û ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo daxwazên xwe bînin ziman. Dê girêdana xwe ya bi rêberê xwe re bînin ziman. Dê bang li hemû welatên cîhanê û gelên cihanê bikin ku êdî her kes bi hevre ji bo aştî, demokrasî û edaletê têblikoşin. Dê bixwazin ku her kes li diji şer, kuştin û înkarê têbikoşin. Ji bo vê yekê dê bixwazin ku Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe da ku karibe bêtir pêşiya gelên cihanê ronî bike. Êdî gel bi biryar e xwe û rêberê xwe re azad bibe û dawî li vê pergalê bînin.

 

Nûçeyên Têkildar