PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Kurd di hevsengiya navbera DYA û Rûsyayê de êdî aktorê sereke ne

MA / Nazim Daştan – Kobanê

Li Sûriyeyê 9 sal in şerê navxweşî didome. Gelek welatên navneteweyî hewl didin ku li Sûriyeyê bibin xwedî hêz. Di serî de Rûsya û DYA’yê hewl didin ku hêza xwe ya mayinde ava bikin. Ji bo vê yekê hem Rûsya û hem jî DYA li dora kurdan diçin û tên û hewl didin bi tiştên biçûk kurdan bertîl bikin. Niha li Sûriyeyê yek ji meseleyên hêj çareser nebûye rewşa Idlibê ye. Tirkiye di 9’ê Cotmeha 2019’an de ket bajarê Serêkaniyê û Girê Spî yên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê. Piştî bi tang, top, balafirên şer, şerekî giran pêş xist, bi hevkariya komên çekdar ên wekî OSO û El Nusrayê bajarê Serêkanîyê û Girê Spî dagir kirin. Tirkiye ku ewil Efrîn û piştre Serêkaniyê û Grê Spî dagir kir, niha çav berdaye bajarên din û gefan dixwe.

Li aliyê din gelek hêzên navneteweyî wekî Rûsya û DYA bi Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di nava dîplomasiyê de ye. Hem DYA û hem jî Rûsya dixwaze bi bertîlên biçûk kurdan bixapînin û statuya wan nas bikin. DYA û Rûsya dixwazin kurdan wekî aktorê sereke nîşan bidin û li welatên ereb û Rojhilata Navîn belav bibin. Niha vîna gelê herêmê Rêveberiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Moskovê hevdîtinan dike.

DYA dixwaze pêvajoyek nû bide destpêkirin

Hêzên Koalîsyonê û DYA dixwaze li ser axa Erebistana Suudî, Emîriyên Ereb ên Yekbûyî (BAE) û Misirê pêvajoyek nû ya siyasî bidin destpêkirin. DYA û Hêzên Koalisyonê dixwazin li ser axa cîhana ereban bibe xwedî hêz û ji bo vê yekê dixwazin kurdan wekî aktor bibînin. Nûnerên Rêveberiya Xweser û pêşengê ereban dîsa dest bi hevdîtinan kirin. Lê heta niha Rêveberiya Xweser der barê naveroka hevdîtinan de tu daxuyaniyên fermî nedane. Hin çavkanî diyar dikin ku dê der barê hevdîtinan de di rojên pêş daxuyanî bên dayîn û dê hevdîtin bêne kirin.

MSD’ê peymana Moskovê îmze kir

Piştî hewldanên DYA û koalîsyonê, niha Rûsya jî ket nava tevgerê. Piştî DYA di navbera ENKS-PYNK’ê de navbênkarî kir û di nava cîhana ereb û Rêveberiya Xweser de hevdîtin pêş xist, Rûsya jî heyeta MSD’ê dawetî Moskovê kir. Nûnerê MSD’ê Kadrî Cemîl û partiyên muxalîf ên Sûriyeyê di navbera Partiya Vîna Gelan de peyman îmze kirin.

Kadrî Cemîl kî ye?

Piştî hewldanên dîplomatîk berê her kesî çû ser Kadrî Cemîl ê bi MSD’ê re li ser masê rûnişt. Cemîl ku kurdê ji Derbesiyê ye, wekî BAAS’îyekî kevn tê zanîn. Cemîl ku berê walîtiya bajarê Hasekê kiriye, di heman demê de Wezareta Bazirganî û Cîgira Serokê Sûriyeyê jî kiriye.

Rêveberiya xweser di projeya xwe de bi israr e

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêvajoyek zêde ya dîplomatîk dest pê dike. Rûsya û DYA hewl dide ku hevsengiyek nû li herêmê ava bike. Ji bo vê yekê jî dixwazin kurdan wekî aktorê sereke bibînin. Lê Rêveberiya Xweser ku 9 sal in li herêmê têdikoşe, bi israr e ku qeyran bi projeya wan çareser bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar