Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Kurd divê destkeftiyên xwe bi hev re biparêzin’

Serokê giştî yê KKP’ê Sînan Çîfyurek diyar kir ku kurd dê bi tu awayî xaka xwe neterikînin  û wiha got: “Polîtîkaya AKP-MHP’ê ya li dijî kurdan dê têk biçe û kurd dê teqez bi ser bikevin. Di vê serdemê yekitiya neteweyî ya kurdan girîng e. Divê kurd bibin yek û deskeftiyên xwe pêkve biparêzin.”

Serokê giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek têkildarî gefên dagirkeriyê yên dewleta tirk û vekişîna hêzên koalîsyona navneteweyî ya li ser sînorê di navbera rojava û bakurê Kurdistanê da ji ANF’ê re axivî.

Sînan Çîfyurek diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji bo ku desthilatdariya xwe bidomîne, biryara şer daye lê dê tu kes ji vî şerî de qezenc neke. Çîftyurek got ku tu pirgirêka bekaya dewletê nîne lê belê ya Erdogan û Bahçelî heye û wiha dom kir: “Poltîkayên AKP-MHP’ê ji bêçareseriyê tê ku dixwazin emrê xwe dirêj bikin. Lê li hemberî kurdan teqez dê têk biçin. AKP-MHP ji kurdan re dibêje; ‘yan axa xwe ya pîroz berdin, birevin û teslîmî me bibin an jî em ê welatê we ji holê rakin.’ Gelê kurd mafdar e û dê bi tu awayî axa xwe neterikîne.”

‘Kurd dê xaka xwe ya pîroz neterikînin’

Di berdewamê de jî Çîftyurek got ku dibe ji bo Efrînê stratejiya xwe guharandî be lê bi tu awayî dê ev axa pîroz neyê terikandin û wiha pê de çû: “Ji bo Kurdan ji derveyî berxwedan û têkoşînê tu çare tuneye. Kurdan duh li Kobanê li ber xwe dan û biserketin, dê îro jî li ber xwe bidin û biserbikevin. Ez bang li çar parçeyên Kurdistanê dikim ku yekitiya xwe ava bikin. Li her cihekî ku kurd lê ne divê em mil bidin milê hev û li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.”

Yekitiya kurdan

sÇîftyurek bi lêv kir ku kurdan ji bo mirovahiyê şer kir û nirxên mirovahiyê parast û wiha derbirî: “Divê îro mirovahî jî li kurdan xwedî derkeve. Divê kurd jî yekitiya xwe ava bikin û destkeftiyên xwe bi hev re biparêzin. Şahî û xemgîniyên me yek in û divê em yekitiya xwe ava bikin.”

Vekişîna hêzên DYA’yê

Herî dawî jî Çîfyurek bal kişand ser vekişîna hêzên Amerîkayê û wiha bi dawî kir: “Serokê DYA’yê mîna şîrketê nêzî dewletê dibe. Dê operasyoneke gengaz a li dijî Rojava di warê leşkerî, polîtîk û aborî de rê li ber pirsgirêkên mezin veke. Dewlet ne şîrket e, dewlet birêvebirin karekî cidiye. Ji ber wê yekê herdem di nava Trump û Pentagonê de rageşî heye. Ji ber ku Pentagon stratejiya dewletê diparêze. Daxuyaniya Trump bêhtir hêz da Tirkiyeyê ku destwerdanê bike. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên kûr hene. Êrîşa li dijî herêmê dibe ku AKP’ê zûtir ji hev belav bike.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar