Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....
Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Kurd divê ji bo yekdengiyê lez bikin

Biryar ew e ku di 10’ê hezîranê de li başûrê Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê çêbibe. Lê hê jî baş naye zanîn, ka ew ê kurdê Başûr bikaribin biçin sindoqan an na. Sedema esasî diyar e. PDK, naxwaze hilbijartin di 10’ê hezîranê de çêbe. Bi gor xwe hin sedeman nîşan dide lê baş tê zanîn ku sedema esasî lawazbûna PDK ye. Piştî guherîna yasayên hilbijartinê ya parlamentoya başûrê Kurdistanê, kontenjanê kêmaniyan hatin rakirin. Her wiha hejmara parlamenterên parêzgehan jî guherî. Parêzgeha Helebceyê li ser parêzgehan hate zêdekirin. Bi gorî Dadgeha Bilind a Iraqê divê hilbijartin li ser vê yasaya nû were cîbecîkirin.

PDK vê guhertina di berjewendiya xwe de nabîne. Heke bi gorî vê yasayê hilbijartin were çêkirin, mumkun e ku PDK nikaribe di hikûmetê de bi xurtî cîh bigire. Piştî hilbijartina herêmî ya Kerkûkê rewşa lawaz ya PDK’ê di hilbijartina parlamentoyê de jî careke din derkeve holê, ango PDK careke din ji hilbijartinê bi awayekî şikestî derkeve ew ê nikaribe pêşî li lawazbûna xwe bigire. Bi rengekî ew ê meşrûiyeta wê jî, bandora wê ya li ser herêmê jî derbeke bixwe. Ji bo wê hewleke mezin dide ku hilbijartin di 10’ê hezîranê de çênebe.

Ji alî din ev 2 sal in dem ji ser hilbijartinên parlamentoyê ya başûrê Kurdistanê derbas bûne. Berê jî em nedikarîbûn behse hukumeteke bikin. Lê niha yekcar li başûrê Kurdistanê hukumeteke temsîla hemû Kurdistanê bike tune ye. Belê, serok, serokwezîr û wezîrên başûrê Kurdistanê hene. Lê çi parlamentoyê ku bikaribe bicive û herêm bi rê û rêbazên huquqê bi rêve bibe nemaye. Her weha çi saziyên herêmê jî li ser navê herêmê ne li ser kar in. Li herêma Sewzê YNK, li herêma Zerê jî PDK pêwîstiyên hikûmet û parlamentoyê bi gor berjewendiyên xwe bi rê ve dibin. Hêzên pêşmerge cûda ne. Ango ne pêşmergeyên Kurdistanê ne. Pêşmergeyên YNK û PDK’ê ne. Amerîka jî nikare van hêzan bike yek. Ji alî din çi banqayeke Kurdistanê tune ye. Pere di qasayê partiyan de ye. Yasayên ku partiyan girêbidin jî tune ne. Yasa, partî bi xwe ne. Partî an jî rayedarên partiyan çi bêjin ew e.

Hilbijartin çênabin lê partiyên sereke yên desthilatdar jî bihev nakin. Ji ber vê nakokiyê her diçe hukumeta navendî ya Iraqê li başûrê Kurdistanê zêdetir xurt dibe. Gelê başûr ku hêviyên xwe ji partiyên Kurdistanê namînin, bang li hikûmeta navendî dikin. Valahiya ku sedema wê ya esasî lihevnekirina partiyên başûr in, ji alî hukumeta navendî ve tê dagirtin. Gelek car in dadgehên Iraqê li ser qedera başûrê Kurdistanê biryarên girîng didin. Niha hikûmeta navendî dest avêtiyê başûrê Kurdistanê, ji alî leşkerî ve jî xwe li Kurdistanê xurt dike. Ji dema Seddam heta niha belku ev cara yekem e hêzên Iraqê usa bi xurtî tên xwe li Kurdistanê bicîh dikin. Xetereke herî mezin jî ev e.

Xetereke din jî hebûna dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê ye. Bi dehan baregehên leşkerî ya dewleta tirk li başûrê Kurdistanê ne. Pêwendiyên dewleta tirk û PDK’ê bi her awayî ber bi pêşve diçe. Mixabin, PDK, hin caran wekî baskekî AKP’ê dixebite. Dewleta tirk hem ji alî leşkerî û aborî ve û hem jî ji alî siyasî û ragehandinê ve li seranserê herêma Zerê bi qasî PDK’ê xurt û desthilatdar e. Dewleta tirk niha jî hewl dide ku bi beşdarbûna PDK û leşkerên Iraqê ve li dijî gerîlayên PKK’ê şereke nû bide destpêkirin. Diyar e dewleta tirk amadekariyên xwe temam kirine. Lê heke heta niha dest bi vê êrîşê nekiribe, sedemek jî helwesta hukumeta navendî ya Iraqê ye. Iraq ji ber nakokiyên xwe yên navxweyî hinde bi hêsanî nikare beşdarî vê şerê bibe. PDK’ê jî ji ber ku ew ê tenê bimîne û zêdetir lawaz bibe, niha bi aşkereyî daxilî şer nabe. PDK, hebûna hêzên hukumeta navendî ya Iraqê wekî garantiyek dibîne lê ev jî heta niha pêknehatiye. Ji ber vê yekê PDK’ê, niha tenê piştgiriya xwe ya lojîstîk didomîne. Lê balkêş e, PDK’ê ji bo paşxistina hilbijartinên parlamentoyê amadekariya êrîşên dewleta tirk jî wekî sedemeke nîşan dide. Bi gor agahiyên ku hatine destxistin, PDK ji aliyên din yên hilbijartinê re gotiye “Ew ê dewleta tirk di  meha hezîran û tîrmehê de êrîşên mezin ser bi herêma Kurdistanê bidin destpêkirin.” Vê yekê jî ji bo emnahiya hilbijartinê sedemek  nîşan dide û dibêje “Bila hilbijartin were paşxistin.” Ango êrîş ji bo Kurdistanê ne, lê ji bo hilbijartinê xeter dihesibîne.

Belê rewş ev e û em ji kîjan alî ve binêrin xetera heyî ne tenê xetera başûrê Kurdistanê ye. Xeter di serî de bakûr û rojavayê Kurdistanê, ya her çar perçeyên Kurdistanê ye. Di vî warî de berpirsiyariya herî mezin jî li ser milên hêzên Kurdistanê ye. Hêzên din ên Kurdistanê divê bi yekdengî li dijî xeteran helwesta xwe aşkere bikin.Aşkerekirina helwesta hêzên Kurdistanê ew ê bandora xwe li ser hemû hêzên bi nakok ya kurda bike. Yekdengî ew ê her weha pêşî li gelek xerabiyan jî bigre. Kurd divê ji bo yekdengiyê dereng nemînin. Her rojek derbas bibe li dijî kurdan, bi berjewendiya dagirkeran in.

Nûçeyên Têkildar