Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Kurd hemû divê sibe rabin ser pêyan’

KCDK-E û TJK-E'yê diyar kirin ku ji bo mezinkirina berxwedana li dijî dagirkerî û qirkeriyê wê roja duşemê li gelek welatan çalakî lidar bixin û banga tevlibûnê kirin

Navenda Nûçeyan |

KCDK-E û TJK-E’ê dê sibê li gelek welatên Ewropayê li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser Başûr, dakevin qadan.

Têkildarî mijarê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê û TJK-E’yê daxuyanî dan û wiha gotin: “Heyeta Aştiyê ku ji almanan pêk dihat û hewl dida ji Balafirgeha Dusseldorfê biçe Hewlêrê, duh hate binçavkirin û qedexeya derketina derve li wan hate dayîn. Em hikûmeta alman ji ber vê helwesta alîgir şermezar dikin. Qedexeya ji bo mehekê ya li ser heyetê hate danîn, nîşan dide ku hikûmeta alman hevkarê polîtîkayên qirkirina kurdan e. Ev yek helwesta cihgirtina li gel dîktator Erdogan e, tevkariya li qirkirina kurdan e.

Binçavkirina heyeta aştiyê ya li Hewlêrê ji aliyê hevkarên PDK’î ve nîşan dide ku ew jî tev li vê qirkirinê bûye û hewl dide polîtîkayên dewleta tirk bixin meriyetê. Halbûkî partî û saziyeke kurd a welatparêz û bi rûmet, a ku diviyabû bikira ew bû ku bi qedir û qîmeteke mezin van mirovan pêşwazî bike. Banga me li PDK’ê ew e ku dest ji vê nêzîkatiyê berde, ji bo parastina nirxên neteweyî xwedî li berxwedana gerîla derkeve ku berxwedaneke dîrokî dikin.”

‘Em bibin yek û li her derê çalak bin’

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin:

“14’ê hezîranê li Brukselê civîna bilind a NATO’yê tê lidarxistin û Erdogan ê dîktator, faşîst û xwedî mejiyê DAIŞ’ê tev li dibe. Dewleta tirk komkujiyên li Kurdistanê bi çekên NATO’yê dimeşîne. Em gelê kurd bi ruhê yekitiya neteweyî bibin yek û li ber lîstikên hêzên navneteweyî û hewldanên qirkirina kurdan rabin û têbikoşin.

Li dijî komkujiyên ku dewleta tirk a mêtinger li Metîna, Zap û Avaşînê dike, ji bo em berxwedana li dijî dagirkerî û komkujiyê mezin bikin, ji bo nêzîkatiyên NATO û hêzên navneteweyî yên vê komkujiyê dipejirînin şermezar bikin, di 14’ê hezîranê de li Ewropa, Kanada û Awûstralyayê em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li dijî dagirkerî û qirkirinê li ber xwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar