Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Kurd herikîn Newroza li Qandîlê

Qendîl careke din di Newrozê de malavayî li kurdên çar parçeyên Kurdistanê kir. Bi hezaran welatiyên ji çar parçeyên Kurdistanê di êvara Newrozê de li qada Newrozê ya Qendîlê kombûn. Tevî sir û seqema zêde jî coşeke mezin li qadê serwerbû û piştgiriyeke xurt ji têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê li Kurdistanê tê dayîn re hebû. Li gel komkirina bihezaran îmzeyên derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên qedekirî’, daxwaza sereke ya girseyê jî azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd bû.

Gel û gerîla li lûtkeyên Qendîlê agir dadan

Di êvara Newrozê de hejmareke zêde ya welatiyên ji çar parçeyên Kurdistanê berê xwe dan Binarê Qendîlê ji bo agirê Newrozê li gel gerîlayan û li lûtkeyên çiyayên Kurdistanê dadin.

Bi tarîbûna hewayê re li ser lûtkeyên girên Qendîlê gel û gerîla bihevre agirê Newrozê dadan, dirûşmên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ avêtin. Li gel pêxistina agir, fîşekên hewayî û guleyên rastîn berbi hewayê ve hatin teqandin û li qada Newrozê jî li ber stranên şoreşgerî govend hatin gerandin. Heya derengê şevê xelk li qada Newrozê man. Beşek ji welatiyan li qada Newrozê kon vedan, beşeke zêde ya mêvanan jî bi serperiştiya Şaredariya Qendîlê li gundên nêzî qada Newrozê hatin bicihkirin û gundiyên Qendîlê jî bi mêvanperweriyeke mezin mêvanan pêşwazî kirin.

Li Qada Newrozê aramî û coşa Newrozê serwerbû

Bi berbangê re karwanên welatiyan ji hemû bajarên başûrê Kurdistanê, Mexmûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan qada Newrozê. Welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê bi rojane bi armanca Newrozê serdana başûrê Kurdistanê kirine û yên li Başûr dirûnin jî bi hejmareke qelebalix tev li Newroza Qendîlê bûn. Bi taybet hejmara beşdarbûna welatiyan a ji Hewlêrê bale dikişand ser xwe.

Seyareyên bi posterên Rêber Ocalan û alên PKK’ê hatibûn xemilandin, piştî kontrola ewlekariyê yek bi yek derbasê qadê dibûn. Ji ber qelebalixiya zêde ya trafîkê cadeya sereke ya binarê Qendîlê carna asê dima, lê erkdarên ewlekariyê bêyku xelk zêde bêzar bibin, seferdibûn û pirsgirêkên trafîkê jî çareser dikirin. Ji ber vê hişyariyê ti pirsgirêkeke ewlekariyê û her wiha trafîkê jî li qadê rû neda. Li gel ekîbên xizmetgûzarî û ewlekariyê, ekîbên tendûristiyê yên Binarê Qendîlê jî ji bo xizmetêr li qadê kon vedan.

Careke din astengiya PDK’ê û israra gel

Welatiyên Hewlêrê û rûniştvanên wê ji ber astengiyên PDK’ê dizanîn çend roj beriya Newrozê berê xwe dabûn herêma Raperîn û Qendîlê. Beşdarbûna herî bihêz jî ji Hewlêrê bû.

Lê beşeke mezin a welatiyên herêma Soranê û Hewlêrê yên xwestin roja 21’ê Adarê bên Qendîlê li asayîşên PDK’ê hatin astengkirin û vegerandin. Lê tevî astengiyan jî beşek ji welatiyan karîn bi şêwazên cûda xwe bigihînin pîrozbahiya Qendîlê.

Ji pirtûkên Rêber Ocalan û weşanên PKK’ê re eleqeyeke mezin

Li qadê standa Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Pirtûkên Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb (Hilmet), pirtûkên yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz û bi weşanên din ên PKK’ê yên bi zaravayê Soranî û Erebî hate danînn û rastê eleqeyeke mezin a welatiyan hat.

Bihezaran îmze ji bo PKK’ê hatin komkirin

Li qadê xebateke din a çalak ya birêve çû jî, kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Qedekirî’ bû. Li gorî agahiyên ku me ji însiyatîfê girt, welatî eleqeyeke mezin nîşanê kAmpanyayê dane û ji qada Newrozê bihezaran îmze hatine berhevkirin.

Kîjan peyam hatin dayîn?

Di Newrozê de peyama bi deng a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li ser yekîtiya Kurd û Newrozê, peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, peyama KJK’ê, axaftina Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla, peyama RJAK, peyam û axaftinên mêhvanên beşdarbûbûn hatin dayîn û xwendin. Gelek kesayet û hunermendên Başûrê Kurdistanê jî ji bo piştgiriya bi PKK’ê re li Newroza Qendîlê amadebûn. Peyama hevpar a derket, mezinkirin û piştgirîdayîna têkoşîna Kurdê azad ya bi pêşengiya PKK’ê û Tevgera Apoyîbû. Di hemû peyaman de îşaret bi girîngiya ji bo têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo hate kirin. Peyameke din a sereke jî ew bû wê berxwedana 2022’an a dijî dagirkeriya Tirk û hevkarên wê yên weke PDK’ê mezintir bibe. Li gel şermezarkirina hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re, daxwaza yekrêziya hemû hêzên Kurd a li dijî dagirkerî û hevkariya bi dijminên Kurdan re hate kirin.

Hunermendên Kurd berxwedana gerîlayên PKK’ê silav kirin

Hunermendên ji Bakur, Başûr û Rojhilat jî bi peyam û stranên xwe berxwedana Tevgera Apoyî û ya gerîla silavkirin, daxwaza yekrêziya li dijî dagirkeran û êrîşan kirin. Koma Çiyayê Şengalê ya ji ciwanên Êzidî pêkdihat jî bi cil û bergên xwe yên herêmî rengeke cûda dan qada Newrozê û silavên Êzîdiyan gihandin Qendîlê. Newroz bi gotina stranan û gerandina govendê, bi serkeftî bi dawî hat.

Kurd bi beşdarbûna Newroza Qendîlê xwestin peyameke çawa bidin?

Weke ji Newroza 2022 ya Qendîlê, çiyayên Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê jî diyar dibe, wê sala nû ya Newrozê weke saleke nû ya berxwedanê ya germ derbas bibe. Lê wê berxwedana netewî ya Kurd bi pêşengiya PKK’ê di asta çar parçeyên Kurdistanê de piştgiriyeke mezintir bibîne û evê bandorê li polîtîkayên hêzên navnetewî û herêmî yên derbarê PKK’ê de jî bike. Kurd bi beşdarbûna Newroza Qendîlê ji raya giştî ya Kurd û heta cîhanê re jî gotin, ‘PKK gele’ û ewê li gel PKK’ê bin. Bi vî awayî dikare bêgotin ku wê têkoşîna netewî û azadiyê ya PKK û PAJK’ê li Kurdistanê û cîhanê berfirehtir bibe û di sala nû de îmze biavêjin bin gelek destkeftî û serkeftinan…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar