Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kurd ji serhildanê re amade ne

Hevkar û derdorên hikûmeta AKP-MHP’ê di rojên dawî ku Newroz nêzîk dibe de îdeayên talûke belav dikin. Her ku AKP û MHP dikevin zorê êrîşî kurdan û hêzên muxalif dikin. Li aliyekî der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de îdeayên ku pêşeroja Tirkiyeyê têxe talûkeyê belav dikin. Li aliyê din dozger û hevkarên îktîdara AKP-MHP’ê der barê HDP’ê de îdeanameyan amade dikin û dixwazin HDP’ê bidin girtin. Parlamenterên HDP’ê tawanbar dikin û ji meclisê diavêjin. Dixwazin parlamenterên HDP’ê yek bi yek ji meclisê dûr bixin. Ev hewldanên êrîşa ku li dijî nirxên kurdan beriya arîfeya Newrozê zêde dibin, hêrs û bertekên gelê kurd jî zêde dikin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd xeta sor e. Pîvana hebûna gelê kurd e. Gelê kurd tenduristiya Ocalan wekî tenduristiya civakê, hebûna Ocalan jî wekî hebûna xwe dibînin. Dîsa tecrîdkirina Ocalan wekî tecrîdkirina xwe dibînin. Ji ber vê yekê bi tu awayî êrîşên li ser beden û ramanên Ocalan qebûl nakin. Dema mirov li 21 salên dawî yên ku piştî pêvajoya Îmraliyê dinêre, bi dehan ciwanên kurd ji bo tenduristî û û azadiya Ocalan bedena xwe şewitandin. Bi deh hezaran ciwanên kurd ketin gireva birçîbûnê û bedena xwe ji mirinê re razandin. Gelê kurd û ciwanên kurd diyar dikin ku ji niha û şûnde jî li dijî van îdeayan bêdeng namînin û hewce bike dê dakevin qadan û kolanan û bersivê bidin van îdeayan. Gelê kurd hebûn û rojbûna Ocalan ji bo xwe pîroz dibîne û wekî destpêka hebûna xwe pênase dike. Ji ber vê yekê her sal bi deh hezaran kurd berê xwe didin Amarayê. Amara ji bo xwe wekî qiblegeh dibînin. Îktîdara Tirkiyeyê beriya nêzîkbûna Newrozê û 4’ê Nîsanê bi van îdeayan peyamê didin gelê kurd. Ev yek hêrs û nifrîna gelê kurd bêtir zêde dike.

Gelê kurd ku bi hezaran sal in bi polîtîkayên înkar û îmhayê re rû bi rû dimînin. Lê li aliyê din her dem li dijî van êrîş û polîtîkayên înkarê li ber xwe dane. Bi taybetî piştî ku di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Tevgera Azadiyê pêş ket, gelê kurd bêtir xwe nas kir, bêtir xwe bi rêxistin kir û bêtir bi zanîn û rêxistinî daketin qadan û li maf û nasnameya xwe xwedî derket. Gelê kurd li dijî van polîtîkayên înkar, îmha, bişaftin û tunekirinê bêtir li qadan dengê xwe bilind kir.

Di vê pêvajoya ku înkar, îmha û polîtîkayên tunekirinê li ser gelê kurd tên meşandin Newroz jî nêzîk dibe. Li aliyekî polîtîkayên ku vîn û siyaseta kurdan qebûl nake pêş dikeve. Feraseta ku naxwazin kurd bi siyaset û ramanê xwe bînin ziman û xwe bi rêve bibe pêş dikeve. Li aliyê din bi milyonan kurd ji bo qadên berxwedanê xwe amade dikin. Hem li zindanan berxwedan berdewam dike, hem jî li qadan di pêşengiya HDP û HDK’ê de berxwedan belav dibe. Gelê kurd û Tirkiyeyê dê li dijî van polîtîkayan vê berxwedanê di Newrozê de li hemû qadên Tirkiyeyê belav bike.

Îsal gelê kurd û Tirkiyeyê li 30 bajaran bi giştî li 60 navendan Newrozê pîroz dikin. Di vê pêvajoya ku polîtîkayên tecrîd, înkar û îmha li ser gel zêde dibe, gel bêtir wate û qîmetê dide pîrozbahiya Newrozê. Ji ber vê yekê gelê Tirkiyeyê bi hestiyarî û baldariyek pir mezin tev li Newrozê dibe. Dê bi girseyî û bi rêxistinî tev li Newrozê bibe. Gelê kurd îsal ji her salê bêtir wate û qîmetek mezintir dide Newrozê.

Gelê kurd amadekariyên pîrozbahiya Newrozê temam kirin û ji bo berxwedana mezin amade ne. Tê payîn ku îsal gelê kurd di Newrozê de bi milyonan dakevin qadan û bersîvek pir xurk bidin îktîdar û hikûmeta AKP-MHP’ê.

Gelê kurd dê îsal qadên Newrozê ji bo xwe bikin qadên li dijî înkarê. Dê bikin qadên berxwedan, serhildan û azadiyê. Kurd ji niha de ji berxwedan û serhildanê re amade ne. Kurdan tu carî înkar û îmha qebûl nekiriye. Ji niha û şûnde jî qebûl nakin. Newroza we serhildan û berxwedana we pîroz be.

Nûçeyên Têkildar