Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber ku ji kurdan acize, zimanê wan jî qebûl nake. Ev dijminatiya li zimanê kurdî ji bo zimanekî din tineye. Li Tirkiyeyê bi gelek zimanan alternatîfa xizmetan heye. Lê dema mesele dibe kurdî dijminatiyê lê dikin. Eger hun biçin nexweşxaneyekê û zimanê we îngîlîzî, fransî û almanî be tiştek nabe. Bi rê û rêbazekê wê çareser bikin. Lê eger hûn kurd bin û bi zimanê tirkî nizanîbin, wê demê pirsgirêk mezin e. Dewleta tirk qebûl nake dehê milyonan kurd li ser wê xakê hene û lewma jî xwe li zimanê wan ranagire.

Ji bo vê yekê jî çend rojên dawî êrişên li ser ziman, çand, huner, govend, muzîk û stranên kurdî zêde bûne. Dewletek ew çend barbare ku xwe li govenda kurdî ranagire. Xwe li reng û motîfên kurdî ranagirin. Di bingeha wê de jî faşîzm heye. Ew çend faşîst in ku govenda kurdî jî qedexe dikin. Lê dema ku mijar vedibe jî dibêjin ma çi ferqa me heye û em xwişk û bira ne. Ne wilo ye. Xwişk û bira zimanê hev li hev qedexe nakin û ji ber zimanekî mirovan qetil nakin.

Em di sedsala 21’ê de ne û hê jî kurdî li Tirkiyeyê qedexe ye. Hê jî milyonan zarokên Kurd ne bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin. tirkî ne zimanê kurdan e, lê bi zora xwe li ser wan ferz dikin. Kurd ji ber zimanê xwe tên qetilkirin û ji ber li muzîka kurdî guhdarî dikin tên qetilkirin. Êrişên bi vî rengî û di vê sedsalê de li ti devera cîhanê nemaye. Gelek mînakên faşîzm û dîktaroriyê hene, lê ya li Tirkiyeyê naşibe ya ti welatan. Xwe li zimanê milyonan kesî ranagirin. Dijminatiyê li milyonan kesî dikin.

Herî dawî jî me dît ku bê çawa li Amedê bi ser saziyên zimanê Kurdî de girtin û dehan mamoste û xebatkarên zimanê kurdî kirin binçavan. Qedexe û êrişên li ser zimanê kurdî ne ji îro de ye. Sed sal berê jî heman zihniyet hebû û ti carî bi dawî nebûye. Eger ew êrişekê dikin, divê ew çend kurd jî bersiva êrişan bidin. Ewqasî xwedî li zimanê xwe derkevin. Rengê xwe, govenda xwe û stranên xwe li her qadê zêde bikin. Tenê bi vî rengî kurd dikarin bibin bersiva êrîşên faşîstan.

Divê kurd zanibin ku zimanê bi kar tînin zimanekî di bin êrîşan de ye û ji ber vî zimanê bedelên giran hatine dayîn û hê jî bedela wê tê dayîn. Hezaran kurd ji ber vî zimanî hatin girtin û surgunkirin. Divê kurd di ferqa vê de bin û li gorî wê giraniyê zimanê xwe bidin xebitandin. Axaftina bi kurdî ne tenê xwedîderketina li zimanê Kurdî ye. An jî strandina bi Kurdî têr nake. Rewşa kurdan û hebûna wan polîtîk e. Dewlet jî bi vî rengî li kurdan dinêre û lewma jî dixwaze tune bike. Îro li ser hebûna me û nasnameya me êriş hene. Gotinên kurd, kurdî û Kurdistan peyvên polîtîk îfade dikin. Dema ku em wan bi kar tînin jî divê em xwedî li bîrdoziya wan jî derkevin û biparêzin.

Nûçeyên Têkildar