Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin’

Perwerdekarê ARSÎSA'yê Seyvan Ertaş diyar kir ku kurdî li hemberî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe dide û got, zimanê zikmakî xeta sor a kurdan e.

Li Wanê dê Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Wanê (ARSÎS) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê kurdî panel, Komîsyona Ziman a Baroya Wanê şevbuhêrkeke dengbêjan û KESK jî pêşbaziya zanyariyê li dar bixe. Her wiha dê gelek sazî jî li dijî polîtîkayên bişavtinê daxuyaniyan bidin.

Ji perwerdekarên ARSÎSA’yê Seyvan Ertaş têkildarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Ertaş, diyar kir ku ji roja komar hatiye avakirin heya niha kurdî bi çewisandineke mezin re rû bi rû ye û got, kurdî divê xeta sor a kurdan be. Ertaş, destnîşan kir ku li seranserê cîhanê hemû gel xwedî ziman in û bi hezaran ziman li hemberî polîtîkayên asîmlasiyonê li ber xwe didin. Ertaş wiha got: “Em bi nete-dewletê re rû bi rû ne ku dixwaze bi hezaran zimanan tune bike. Em tim di nûçeyan de dibînin ku ziman hatine ber mirinê. Ev tiştekî pir êşbar e. Gel, bi zimanên xwe hene. Ger ziman tune be, mirov dê nikaribe behsa hebûna wî gelî bike.”

 Çewisandinên li ser kurdî

Ertaş, bibîr xist ku kurdî di girtekên meclîsê de wekî “X” (nayê zanîn) tê tomarkirin û wiha got: “Tirkiye hê jî li xwe mikur nayê ku kurdî qedexe kiriye. Qeyûmên hatin tayinkirin ewilî saziyên ziman girtin. Ev mînaka herî berbiçav a helwesta li hemberî kurdî ye. Ji roja komar hatiye avakirin heya niha kurdî qedexe dikin. Bi qedexekirina ziman re dixwazin dîrok, pêşeroja kurdan tune bikin. Gava netew-dewlet ziman tune bikin dizanin dê nirxên din jî bi vê re winda bibin, lewma ewilî êrişê dibin ser ziman. Ev di heman demê de parêeyeke polîtîkaya taybet in jî.”

Ertaş, destnîşan kir ku gel li hemberî polîtîkayên tunekirinê li ber xwe dide û got, êdî divê kurdî di warê qanûnî de esas bê girtin. Ertaş wiha axivî: “Ger li hemberî van êrişan gel xwedî li zimanê xwe dernekeve, dê tune bibe. Çendî saziyên kurdî bên girtin û tim bi êrişan re rû bi rû bimînin jî ev têkoşîn didome. Divê polîtîkayên bişavtinê yên dewletê pûç bibin. Gelê me divê van polîtîkayên bibîne û bertekê nîşan bide. Ji bo ev êriş bidawî bibin divê kurdî di warê qanûna bingehîn de esas bê girtin.”

 Polîtîkayên bışavtınê

Ertaş, bilêv kir ku kurdî divê her tim ji bo kurdan “xeta sor” be û got: “Parastina zimanê kurdî, awayekî xweparastinê ye. Lewma gelê me divê çi li kuçeyê, çi li malê, çi li bazarê û li hemû qadên jiyanê bi kurdî baixive. Kurdî bi xetereya bişavtinê re rû bi rû ye û lewma divê her kes vê mewziyê biparêze.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar