Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Kurd li her derê hedef in

Ji destpêka avakirina komara tirk û vir ve li ser kurdan û Kurdistanê êrîş pêk tên. Yên van êrîşan pêk tîne jî dewleta tirk e. Li dijî van êrîşan jî kurd xwe diparêzin. Serhildanên ku di destpêka salên 1900’î de pêk hatin jî ji bo parastinê bûn. Ji ber ku kurdan neçûne welatê ti kesî dagir nekirine. Her carê welatê wan û axa wan hatiye dagir kirin. Kurd jî ji bo parastina ax û welatê xwe li ber xwe didin û parastina xwe dikin. Ev êrîşên li ser kurd û Kurdistanê tên kirin îro jî nesekinîne. Ji Rojava heta başûrê Kurdistanê, ji bakur heta Şengal û Mexmûrê êrîşên qirkirin û dagirkeriyê pêk tên.

Dewleta tirk û artêşa wê balafirên xwe dişînin heta Rojava û başûr û êrîşan dikin. Wekî din sîxurên xwe dişînin heta Silêmanî û Hewlêrê û komkujiyan dikin. Meha derbasbûyî li Hewlêrê nûnerê KNK’ê Denîz Bulbun qetil kirin. Li Silêmaniyê jî dema ku gule welatparêzekî reşandin û wî welatparêzî jî xwe parast û ew sîxurê tirkan kuşt. Tişta ku her carê diviyabû hatiba kirin pêk anî. Wê demê em fêm dikin ku mirov xwedî tedbîr be kes nikare bi ser me de bê. Bûyera li Silêmaniyê mînakek ji bo parastina rewa ye. Lê ev parastin divê li her qadê be. Eger sîxur û kujerên tirkan li her derê bin, divê em jî li her derê karibin xwe biparêzin. Eger li Parîsê hevalên me karîbûna xwe parastibana dibe ku şehadetên bi vî rengî çênedibûn. Wê demê kujerên tirkan jî wê nikarîbûna rehetî çûbana wan deran. Wê hesabê xwe kiribana û nedikarîn van êrîşan bikin. Tişta ku divê bê kirin jî ev yek e. Divê ew kujer zanibin ku kurd ne dest vala ne û wisa bi hêsanî nikarin bi ser wan de biçin. Dema ku me ev yek pêk anî, wê demê em dikarin bersiva wan bidin. Mînaka li Silêmanî nîşan da ku êdî wê ew kujer fêm bikin ku kuştina Kurdan ne hêsan e.

Çi li Silêmaniyê, çi li Parîs û çi li Rojava be ferq nake. Kurd li Ewropayê bin an jî li Kurdistanê bin ferq nake. Ji bo dewleta tirk, kurd li her derê hedef in. Lewma jî destdirêjiyê li her qadê dikin. Êrîşên li ser Rojava jî mînaka wê ya dawî ye. Ji nexweşxaneyan heta dibistanan, ji îstasyonên av û ceyranê heta mizgeftan her der bombebaran kirin. Êrîşên tên kirin nîşaneya dijminatiyeke hov e. Dijminê me ne qanûnan nas dike, ne jî hiqûqê. Çi li ser navê kurdîtiyê hebe dike hedefa xwe. Ji bo wan divê kurd tune be. Jixwe kurdê mirî jî qebûl nake. Kurdan dikuje û di tirbê de jî dev jê bernade. Diçe gora wî jî xera dike. Êrîşên li ser goristanan jî ji ber vê ye.

Dewleta tirk tenê zane êrîş bike û xwe fêrî wilo kiriye. Em jî xwe diparêzin û çiqasî xwe diparêzin jî cihê nîqaşê ye. Heta ku em xwe biparêzin wê dewleta tirk jî êrîş bike. Dewletê wezîfeya êrîşê daye ser milê xwe. Em jî li gorî wê ketine pozîsyona parastinê. Lê divê em ji wê wêdetir çalak bin. Deh sal berê dema ku li bajarekî Tirkiyeyê êrîş li Ahmet Turk hatibû kirin, Rêber Apo gotibû: “Ger hûn nikaribin xwe biparêzin, hûn ê çawa siyasetê bikin û hûn ê çawa vî gelî biparêzin?” Di sala 2014’an de jî Rêber Apo ji bo êrîşa li ser Kobanê gotibû: “Divê kurd ji asta parastinê derkevin û ew bi ser DAIŞ’iyan de biçin.

Di vê sedsala 21’ê de jî talûkeyek mezin li ser kurdan û hebûna wan heye. Ji bo em karibin vê talûkeyê ji holê rakin, divê em hin jiberkirinan xera bikin. Ma gelo heta kengî em ê di pozîsyona parastinê de bin. Eger êrîş li ser Rojava hebe û em bêjin di parastina rewa de ne. Wê demê wê dewleta tirk êrîşên xwe nesekinîne. Ji ber ku karê dewleta tirk êrîş kirin e. Eger ew yekê li me didin, divê em dehan li wan bidin. Dema ku wekî li Silêmaniyê derba xwe bixwin, wê demê wê hesabê me bikin. Ji bo vê yekê dibêjim; tenê parastin nabe. Divê tola wan şehîdan li erdê nemîne.

 

 

Nûçeyên Têkildar