Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kurd: Macron teqez kir dê alîkariya siyasî bidin

Bedran Çiya Kurd ku di şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê de cih digirt da zanîn ku cara yekemîne ku ji hêla dewleteke ewropî bi fermî tên pêşwazîkirin. Kurd diyar kir ku wan alîkariya siyasî ji serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron xwestiye û got ku ev serdan dê ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê gavekî girîng be

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd têkildarî serdana şandeya wan a li Fransayê û hevdîtina bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re axivî. Kurd da zanîn ku serdana wan dê ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê bibe gavekî girîng.

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku serdana wan a li Parîsê li ser daxwaza Emmanuel Macron pêk hat û wiha domand: “Fransa yekemîn dewleta Ewropayê ye ku şandeya rêveberiya xweser bi awayekî fermî ji aliyê serokkomare Fransayê, serokerkanê Fransayê, nûnerên ji wezareta karên derve û şêwirmendên serokatiyê li qesra Elysee pêşwazî dike. Şandeya me li gorî protokolê fermî hate pêşwazîkirin.”

Daxwaza alîkariya siyasî

Kurd anî ziman ku baş hatine pêşwazîkirin û wiha got: “Di serdanê de, dozên girêdayî çarenûsa herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Me ji bo rêveberiya xweser desteka siyasî ya aşkera xwest. Me xwest ku rêveberiya xweser di çareseriya siyasî ya Sûriyeyê de bibe beşeke sereke, tev li danûstandinên der barê çareseriya siyasî û komîteya avakirina destûra bingehîn de bibe. Serokkomar Macron jî teqez kir ku dê ji bo rêveberiya xweser bibe beşek ji çareseriyê û beşdarî xebatên siyasî bibe, bixebitin.”

‘Fransayê ji bo rêveberiya xweser budçe veqetandiye’

Di berdewamê de jî Kurd got Macron teqez kir ku dê di têkoşîna li dijî terorê de jî piştgiriyê bidin rêveberiya xweser û wiha domand: “Macron anî ziman ku dê di aliyê madî de jî destekê bidin da ku dozên mirovî ên di encama şerê li dijî DAIŞ’ê de pêk hatine,  werin çareserkirin. Macron da zanîn ku ji bo vê budçe veqetandine.”

Darizandina çeteyên DAIŞ’ê

Têkildarî darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên di destê rêveberiya xweser jî Kurd wiha derbirî: “Ew jî balê dikişînin ser metirsiya çeteyên DAIŞ’ê yên di destê me de. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê Macron teqeziya alîkariyê kir. Me nêrînên xwe yên ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî û darizandina çeteyên DAIŞ’ê di vê dadgehê de ji serokê Fransayê re parve kir. Der barê vê mijarê û mekanîzma û awayên cuda yên darizandina endamên rêxistina terorîst de nîqaş hatin kirin.”

Dagirkeriya dewleta tirk hat nîqaşkirin

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd  wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me rewşa Efrînê, binpêkirinên li wir, guhartina demografyaya Efrînê, qirkirin û komkujiyên dewleta tirk ên ku li Efrînê dike jî nîqaş kir. Me ji hikûmeta Fransayê xwest ku bi hevkarên xwe yên navneteweyî bixebitin da ku dawî li dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê bînin. Ji me re gotin ku wan rola dewleta tirk a neyînî di civîna xwe de nîqaş kirine. Me jî destnîşan kir ku hebûna dewleta tirk a li herêmê, aloziyê zêdetir dike. Ev serdana fermî ji aliyê dewleteke Ewropayê ve, serdaneke balkêş e. Di çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê de ev gav dê bibe gavekî girîng.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar