Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

‘Kurd ne terorîst in’

Partiyên Çepgir ku li Swêdê li deverên cuda li şaredariyan peywirdar in, xwestin ku polîsên Swêd bes zextê li kurdan bikin û PKK ji lîsteya terorê were derxistin

Navenda Nûçeyan

Piştî ku zexta siyasî ya Polîsên Ewlehiyê ya Swêd (SAPO) li ser kurdan zêde bû û kurdên ku daxwaza îltîcaya siyasî dikin bi hevkariya bi dewleta tirk re teslîmî MÎT’ê dikin, helwest zêde dibe.

Partiya Çepgir li ser dersînorkirina Zozan Buyuk a Kurdistanî ku dayika 2 zarokan e, helwest nîşan da, zext û cihêkariya li ser kurdan anî rojeva parlamentoyê. Her wiha şaredariyên Partiya Çepgir ji bo piştevaniya bi Zozan Buyuk û ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin kampanya dane destpêkirin.

Şaredarî axaftinên xwe bi vîdeoyê qeyd dikin û li ser malperya înternetê ya Partiya Çepgir a Orebo par ve dikin.

Endama Meclîsa Şaredariya Uppsala Vîctorîa Mork got ew qebûl nakin ku Zozan Buyuk were dersînorkirin û diyar kir ji ber kokên wan ên etnîk mirov nikarin werin krîmînalîzkirin.

Seroka Koma Partiya Çepgir a Şaredariya Helsînborgê Jenny Bjorklund Hansson jî got, ”Em Partiya Çepgir a Helsînborgê krîmînalîzekirina kurdan û rêxistina wan protesto dikin.”

Endamê Meclîsa Şaredariya Upssala Tobîas Smedberg jî got, ”Li Swêd û Ewropayê gelek kurd di vê rewşê de ne. Kurdan û rêxistina wan reş dikin. Em piştevanê Zozan û kurdên din in û em dixwazin dawî li vê cihêkariyê were.”Smedberg her wiha xwest ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin.

Seroka Koma Partiya Çepgir a Orebro Martha Wîcklûnd jî ,”Ez qebûl nakim ku kurd û rêxistina wan were krîmînalîzekirin” û li dawiya axaftina xwe de got, ”Kurd ne terorîst in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar