Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

‘Kurd nebin çareserî jî nîne’

Rojnamevan Vecîh Cuzdan diyar kir ku rastiya li qadê nîşan dide ku hevdîtinên Astanayê ne çare ye û destnîşan kir ku ne Amerîka ne Rûsya dê muzakereyên di navbera Şam û kurdan de çareseriyê diyar bikin.

Nîqaşên li ser encamên rêzecivînên Astanayê yên 20’emîn ên der barê Sûriyeyê de ku ji aliyê cîgirên wezîrên karên derve yên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ve li Astanaya paytexta Kazakistanê hatin lidarxistin, dewam dikin. Rojnamevan Vecih Cuzdan, civîna ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê hedefgirtin û êrîşên li ser Rêveberiya Xweser ên berdewam in nirxandin. Cuzdan da xuyakirin ku hevdîtinên Astana û êrîşên Tirkiyeyê yên hemwext ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Balafirên Bêmirov û Biçek re ne tesadûf e û destnîşan kir ku statu û destkeftiyên kurdan hedef hatine girtin.

Cuzdan, anî ziman ku civîna astanayê neçareseriyekê encam bûye û wiha got: “Beriya civîna ku bi armanca çareseriya li Sûriyeyê hate lidarxistin, hate diyarkirin ku ji bo asayîkirina têkiliyên Enqere-Şamê nexşerêyek bê amadekirin. Lê belê der barê nexşeya rê de tiştek nehat kirin. Her wiha normalîzekirina têkiliyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de di rewşeke nebaş de ye ji ber ku li ser hin şert û mercên di navbera aliyan de hatiye avakirin.”

Çeteyên  cîhadîst

Cuzdan, destnîşan kir ku yek ji sedemên ku civîn nebe çareserî ew e ku rêveberiya Şamê dixwaze Tirkiye bê şert û merc ji bakurê Sûriyeyê derkeve û wiha berdewam kir: “Ji bo Tirkiyeyê, ya ku tê wateya ‘têkoşîna li dijî terorê’ derxistina rêveberiya Rojava û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (SDG) ji hemû herêmên ku lê ne. Lê belê ji bo rêveberiya Şamê valakirina herêmên ku El Qaîde, Tehrîr El Şam û hevalbendên wan ên Idlib û derdora wê kontrol dikin, di rêza pêşî de ye. Di vî warî de pêşengtiyên wan cuda ne. Lê belê diyarkera rastî rêveberiya Moskowayê ye. Di van danûstandinan de ne tenê asayîkirina Tirkiye û Sûriyeyê ye. Di ser şerê Sûriyeyê re 12 sal derbas bûn. Hê jî gelek pirsgirêk didomin. Gelek pirsgirêkên weke pirsgirêkên penaberan, jinûve avakirina Sûriyeyê, cezayên li hemberî Sûriyeyê û statuya kurdên li Sûriyeyê, darizandina cîhadîstên biyanî li Sûriyeyê çi be, hene.”

Cûzdan bal kişand ku hevdîtin di demekê de hat kirin ku rojeva vegera Sûriyeyê li Yekîtiya Ereban heye û destnîşan kir ku ev ne tesaduf e. Cuzdan, diyar kir ku di civîna dawî ya Astanayê de cih nedan kurdên kirdeya esas ya Sûriyeyê ne, berovajiyê vê yekê kirin hedef û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hevdîtinên ku nûnerên Tirkiye, Îran û mûxalefeta Sûriyeyê cih girtin de kurdên ku kirdeya esas ya Sûriyeyê ne, nûnerên rêveberiya xweser tê de cih nagirin. Ev jî nîşan dide ku mafê axaftinê nedane kurdan, berovajiyê wê hedef hatine girtin. Hemû aliyan pêşaniyên xwe ‘têkoşîna wan bi terorê re’ li danezane dane nivîsandin.”

Rola Amerîka û Rûsyayê

Cuzdan, anî ziman ku Tirkiye di mehên dawî de tenê bi operasyoneke bejahiyê re bisînor nemaye û wiha lê zê de kir: “Tirkiye bi taybetî di demên dawî de şûna operasyoneke bejahiyê li dijî siyasetmedarên kurd bi SÎHA’yann sûîkastan dike. Tirkiyeya bi operasyonên bejahiyê encam negirt, bi vî awayî operasyonên xwe didomîne. Divê mirov bi taybetî destnîşan bike ku beriya du rojan hem li Til Rifat hem jî li Qamişloyê êrişî sivîlan kir. Di êrişan de Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û suryan Firat Tûma jiyana xwe ji dest dan. Divê ev yek ber çav were girtin ku ji ber qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekiriye Tirkiye dikare van êrişan bike. Li xeteke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Amerîka li xeteke din Rûsya heye. Heta ku ew ne pejirînin ne pêkane ku ev êriş pêk werin. Em dizanin ku heta ew nepejirînin çûkek jî nikare bifire.”

Cuzdan, da zanîn ku êrişên li dijî nûnerên siyasî pêk tên peyameke desthilata AKP’ê ya statuya Rojava qebûl nake ye û got: “Êrişa dawî ya SÎHA’yê piştî serdana Barzanî ya Enqereyê pêk hat. Ne tesaduf e ku Hevseroka Kantona Qamişloyê di demeke wiha de bi sûîqestê bê kuştin. Amerîka û Rûsyayê bi bêdengiyê piştevaniya Tirkiyeyê kir û xuya ye ku wê di her firsendê de ev êriş berdewam bikin. Tirkiye bi van êrişan tenê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nake, peyamê dide hemû aktoran. Di nava van hemû nakokiyan de ez difikirim ku gavên wêrek ên ku dê ji aliyê kirdeyên herêmî yên Sûriyeyê ve werin avêtin dê her tiştî diyar bike.”

Bêyî kurdan çareserî nabe

Cuzdan, bal kişand ku bêyî kurdan tu mekanîzmayeke siyasî nikare encamê bi dest bixe û destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya kurdan Tirkiye ye. Cuzdan, diyar kir ku her çiqas Rûsya û rêveberiya Sûriyeyê kurdan sûcdar dikin ku li dora Amerîkayê ne jî Şam jî di têkiliyên li dijî Tirkiyeyê de ji derveyî Moskovayê tevnagere û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema mijar dibe dê statuya bê qebûlkirin an na, dibînin ku alî di vê mijarê de li hev dikin. Pêşaniya Tirkiye, Îran, Rûsya û Şamê ew e ku ji demekî kurt rêveberiya xweser belav bikin, esas kurdan ji siyasî heta leşkeriyê hemûyan belav bikine. Dema di rojên pêşiya me de dîsa rastiya qadeke nû bû mijar wê têkiliyên Şam û Rojava dest pê bikin. Ji ber ku ev hêman hêmanên esas ên Sûriyeyê ne. Ne hebûna Amerîka an jî Rûsyayê dê muzakereyên di navbera Şam û kurdan de çareseriyê diyar bikin.”

Vecîh Cuzdan kî ye?

Vecîh Cuzdan ê beşa dîrokê ya Zanîngeha Stenbolê qedand, perwerdehiya xwe ya lisansa bilind jî li Zanîngeha Kocaeliyê bi teza bi serenavê “Krîza Tirkiye-Sûriyeyê ya 1957’an û di çapemeniya tirkan de gotinên oryantalist” temam kir. Ji sala 2013’an ve xebatên xwe yên rojnamevaniyê didomîne. Di Sendika.org û T24’ê de tam di taz.gazete, Stern û Inside Turkey de jî serbest xebitî ye. Ji Nîsana 2023’yan ve weke Midurê Karên Nivîsan ê bîanetê xebatên xwe didomîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar