Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kurd tenê dê Ocalan guhdar bikin

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir gotinên Erdogan ên derbarê Ocalan de weke ‘îfadeya hilweşînê’ penase kir û got ku gelê kurd tenê Ocalan guhdar dike

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 23 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin, 10 meh in tu agahî nayên girtin. Tevî hemû serlêdanên malbat û parêzerên wî jî hevdîtin pêk nayê. Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan di komcivîna partiya xwe ya di 12’ê çileyê de gotibû ‘Ew ê li Edîrneyê dê hesaba mezin bide yê li Îmraliyê.’ Gelek aliyan bertek nîşanî gotinên Erdogan dan. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ê ev gotinên Erdogan ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxandin wiha got: “Ev gotin îfadeya hilweşînê ye.”

Bayindir destnîşan kir ku Erdogan bi van gotinan dixwaze mejiyê civakê tevlihev bike û wiha got: “Em penasekirina wî ya bi vî awayî ya Birêz Demîrtaş ê ku aktorekî girîng ê siyaseta demokratîk e û Serokê Gelê Kurd Birêz Ocalan, weke ku li dijî gelê kurd, siyaseta kurd û siyaseta demokratîk binkeftin dinirxînin.”

Gelê kurd tenê dê Ocalan guhdar bike

Bayindir destnîşan kir ku gelê kurd di gotinên li ser tevgera kurd de tenê Ocalan guhdar dike û ev tişt anî ziman: “Gelê kurd naxwaze ji devê Erdogan dixwaza ji devê Ocalan bixwe gotinan guhdar bike. Axaftinên Erdogan ên bi vî şiklî ji aliyê gelê kurd ve nikare bibe mijara nirxandinê jî. Ji ber vê yekê heke nirxandin, tespît û pêşniyarên ser pirsgirêka Tirkiye û kurd bixwazin bizanin divê ewil tecrîda bê navber li ser Birêz Ocalan tê pêkanîn bê bidawîkirin û fikrên wî bi me, gelê me û raya giştî bixwe re werin parvekirin. Ji vir ji desthilata AKP û MHP’ê re tu tişt dernakeve. Gotinên ji bilî Birêz Ocalan bi taybetî ji aliyê desthilatê ve tên kirin ne em ne gelê me tu qîmetê nadinê.”

Yekane hêz Ocalan e

Di axaftina xwe de Bayindir da zanîn ku hemû gelên Rojhilata Navîn dizanin ku di çareseriya pirsgirêka kurd de yekane hêz Ocalan e û bi lêv kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê demildest bi Ocalan re hevdîtin werin kirin.

Bayindir anî ziman ku polîtîkayên kûrkirina tecrîdê yên desthilatê faturayeke mezin ji civakê re derxist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke tecrîd were kûrkirin wê pêvajoyeke ku kes ji me nizane dê çi bibe dest pê bike. Polîtîkayên şer û tecrîdê, dê AKP û MHP’ê biqedîne. Desthilata hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn neserkeftî ye dixwaze bi van gotinan li ser Îmraliyê nêzîkî gelê kurd bibe. Ev jî hesabên hilbijartinê ne. Lê helbet di serî de Birêz Ocalan ne gelê kurd ne jî siyaseta kurd wê nekeve vê kemînê. Hewldanên Erdogan ên di vê mijarê de pûç in. Heke aqil û siyaseta dewletê bixwaze ji vê neçareseriyê derkeve divê tecrîda ser Birêz Ocalan were rakirin, pêşî li hevdîtina bi malbat û parêzerên wî re were vekirin û fikren wî bi rayagiştî re bên parvekirin. Ji ber ku wê tespît û nirxandinên Birêz Ocalan ji bo civaka Tirkiyeyê û dmeokrasiyê baş bin.”

Divê saziyên me yên siyasî esas bên girtin

Her wiha Bayindir da zanîn ku di serdemeke ji pîvanên exlakî û polîtîk pêpar de derbas dibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yeke di serî de Birêz Ocalan divê nirxandinên saziyên me yên siyasî esas bên girtin û şopandin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar