Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...
Çarşamba - 27 Kasım 2024

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Kurd tevî dostên xwe ji bo Efrînê dadikevin qadan

Sazî û partiyên kurdan ên li Ewropayê, ji bo meş û mîtîngên 20'ê sibatê yên li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê, banga tevlibûnê kirin

Navenda Nûçeyan |

Sazî û partiyên kurd ên li Ewropayê li gel Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a li Ewropayê, têkildarî meş û mîtîngên ji bo Efrînê li tevahiya cîhanê bên lidarxistin daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “20’ê Sibatê roja şemiyê, ji bo piştgiriya bi Efrînê re li Ewropa, Kanada û Awûstalyayê bi dirûşma ‘Na ji dagirkeriyê re, Na ji qirkirina jinan re’ em ê meş û mîtîngan li dar bixin. Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana li Efrînê û ji bo şermezarkirina komkujî û qirkirina jinan a li Efrînê bi destê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê tên kirin, beşdarî meş û mîtîngan bibin.

Li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li Kurdistanê, li dijî kuştina sivîlan li Efrînê, li dijî êrîşên li ser destketiyên kurdan em ê li gelek welatan xwepêşandanên girseyî li dar bixin.

Em hêvîdar in ku beşdarên van çalakiyan wê biryardariya gelê kurd nîşanî raya giştî ya cîhanê bidin.

Em bang li partiyên siyasî, rewşenbîr, hunermend û gelê xwe yê kurdistanî dikin ku bi wêne û pankartên xwe yên li ser komkujî û hovîtiya dewleta tirk a li Efrînê, dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê teşhîr bikin. Her wiha em dirûşmên berxwedanê yên gelê Efrînê yê berxwedêr ku li dijî dewleta tirk a dagirker û çeteyan şer dikin, bilind bikin.

Bi navê sazî û partiyên kurd ên li Ewropayê û Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a li Ewropayê bang li her kesî dikin ku 20’ê sibatê li Ewropa, Kanada û Awûstralyayê bi dirûşma ‘Na ji dagirkeriyê re, Na ji qirkirina jinam re’ refleks û sekna neteweyî di çalakiyan de nîşan bidin.

Em bang li kurdistaniyan û dostên wan dikin ku bi ruhê berxwedana Şoreşa Rojava li dijî dagirkeriya li Efrînê, beşdarî çalakiyan bibin.”

Saziyên bang dikin

Sazî û partiyên ku mohra xwe danîne binê bangawaziyê wiha ne:

YNK (Yekitiya Niştimanî Kurdistan)

Tevgera Goran

KCDK-E (Kongra Civaka Kurdistaniyan-Ewropa)

Kongra Star (Rêxistina Jin li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê)

TJK-E (Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewropa)

Partiya ŞÛÎ Kurdistan – Başûr

Partiya Zehmetkêşan – Başûr

PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan)

Tevgera Azadî

PYD (Partiya Yekitiya Demokratîk)

P.D.K.S  (Partiya demoqrat a kurdî ya sûrî)

Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê

Tevgera Nûjen ya Kurdistanî-Sûrya

PÇDKS ( Partiya Çep a Demoqrat a Kurd li Sûriyeyê.)

Partiya Demokrata Kurd li Sûriya( El Partî).

Partiya Çep a Demokrat li Sûriya.

Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûrya.

Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriya.

Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûriya.

Partiya Demokrata Kurdistanî li Sûrya.

Partiya Komanist a Kurdistanî li Sûriya.

PÎK (Partiya Îslamiya Kurdistan)

KKP ( Partiya Komunîst a Kurdistanê)

Tevgera Kawa

PJAK(Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê)

Yakyatî Şorşgêrî Kurdistan

KODAR  (Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê)

KJAR (Civaka Jinên Rojhilatî Kurdistanê)

Platforma Horam

Plattform Zagros

Plattform Yarsan

Yarî Kurd

Partiya Dimokrati Pêşvero kurdi Li Surîya

Tevçand (Tevgera Çand û Hunerê ya Kurd)

Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V

FEDA ( Federesyona Elewiyên Kurdistan)

NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiyan)

Kurdîsche Zentrûm Berlîn

CÎK ( Civaka Îslamî ya Kurdistanê)

Enstituta Kurdî – Elmanya

Enstituta Kurdî – Bruksel

MŞD ( Meclîsa Şingal a Derveyî Welat)

YMK ( Yekîtîya Mamostayên Kurdistan)

YES (Yekitiya Êzdiyên Sûri)

Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlîn

Dachverband der Êzidischen Frauenräte

DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V  Dresden

Kongreya Gel a Mezopotamyayê

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê

Kurdistan human rights Association

ADGB (Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê).

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar