Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Kurd û dostên xwe di Şahiya Çandê de li hev kom bûn

Şahiya Çanda Kurd a Navneteweyî ya 29’an îsal li Hollandayê pêk tê. Bi hezaran mirovên ji Ewropayê berê xwe dan qada ku şahî lê bê kirin

Şahiya Çanda Kurd a Navneteweyî ya 29’emîn li Hollandayê ji aliyê Konseya Civaka Kurd a Demokratîk (DEM-NED) hat kirin.

Şahiya ku li bajarê Kandgraf hat kirin, bi deh hezaran welatî yên ji deverên cihê yên Ewropayê bi otobusan û wesayîtên taybet berê xwe dan qada şahiyê.

Şahî sala 2020’ê ji ber şewba vîrûsa koronayê nehatibû kirin.

Kesên ku karta bikaranîna derziya li dijî koronayê û testa Covît-19 pêk anîbûn girtin qada şahiyê. Gelek komên ewropî û tirkiyeyî tev li şahiyê bûn.

Li qadê li gel standên pirtûk, rojname, xwarin-vexwarin, standên gelek saziyên ku xebatên çandê dikin, hatin danîn.

Dîsa li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, YPJ’ê hatin hildan.

Li qada şahiyê pankarta ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, hat vekirin û dîsa li ser dikê posterê li ser ‘Free Ocalan- Ji Ocalan re azadî’ vekirin.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û diyar kir ku hemû gelên cîhanê ‘Sekna gelê kurd’ dît û di şexsê ‘şehîd Sînan Dêrsim de hemû şehîd’ bîr anî.

Koç nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê ya tirk û hevkarên wê da û diyar kir ku berpirsyariyeke mezin a gelê kurd û dostên wan ên li dijî dagirkerî û ji bo rakirina tecrîdê heye.

Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngur jî destnîşan kir ku konsepta dagirkerî û îmhayê ya dewleta tirk a dagirker vala derxistine û wiha got: “Li vir kurd dema xwedî li çanda xwe derdikeve heman demê li dijî xeta xiyanetê xeta azadiyê esas digire.”

Goksûngur a bang li NATO, DYE û welatên Ewropayê kir, ev tişt anî ziman: “Ji kurdan, Kurdistanê û dostên wan netirsin. A hûn jê bitirsin hişmendiya DAIŞ’ê ya ku dixwaze kurdan tune bike ye, sîstema kapîtalîzmê ye. Kurd heta dawî dê têkoşîna doza xwe ya rewa bidomîne.”

Şahî bi bernameya xwe ya dewlemend didome. LANDGRAF 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar