Di vê nivîsa xwe de ez dixwazim hinek behsa rêxistinbûyîna kurdên êzidî yên Emmerichê bikim. Emmerich am Rhein bajarekî li bakurê rojavayê eyaleta Nordrhein-Westfalena Almanyayê ye.
Ev bajarok ji kurdan re ji salên 1970‘î wir ve mazûvaniyê dike. Kurdên ku hatine li Emmerichê bi cih bûne kurdên Batmanê û der dora Amedê bûne.
Hinek ji wan ji bo kar kirinê hatine hinek jî ji ber zilm û zordariya li ser baweriya êzdiyatiyê neçar mane ku welatê xwe biterikînin.
Dema grûbek êzidî di salên 1990’î de ji Almanyayê diçin serdana Rêber Apo, li vir Rêber Apo pêşniyariya saziyek ji bo êzidiyan dike, li ser vê yekê xebatên Navenda Êzidiyan tên avêtin û ev dûvre xwe vediguherîne Federasyona Êzidiyan.
Gorî zanyariyan yekemîn mala êzidiyan di 26’ê îlona 1993’yan de li Emmerichê tê avakirin. Ev komele bi armanca parastina ola êzdiyatî, çandî, nirx û adetan tê avakirin.
Wê demê 300 malbatên êzidî endamên wê komeleyê ne. Bi tevahî îro li navçeya Klevê hejmara kurdan xwe digihîne 550 malbatî.
Kurdên Emmerichê di sala 2016’an de meclisa giştî ava dikin û di sala 2017’an de ji xwe re cihek dikirin û ji wê rojê vir ve Komîteya Jinên Êzidî jî bi wan re kar û xebatên xwe dimeşînin.
Komîteya Jinên Êzidî girêdayê Sîwana Meclisên Jinên Êzidî ye (SMJÊ). Siwana Meclisên Jinên Êzidî ji destpêka sala 2014’an pêve xwe birêxistin dike.
Jinên êzidî yên ku ji ber komkujî, koçberkirin, îşkence û hewldanên asîmîlekirinê, ji ber polîtîkayên dewletê hatine Almanyayê, di 26’ê çileya 2014’an li Zanîngeha Hannoverê di Konferansa Jinên Êzidî ya yekemîn de li hev dicivin.
Di vê konferansê de Jinên Êzidî yên her çar parçeyên Kurdistanê, ji Gurcistan, Ermenistan û Rûsyayê ku di encama komkujî û qirkirinên sedsalên borî de koçberê wir bûne tev li vê konferansê dibin.
Jinên Şengalê bi wesîleya konferansa jinan peyamek bi dîmen dişînin. Di kongreya jinan de hemû jinên amade di dawiyê de digihijîn wê baweriyê ku bingehek ji bo xweseriya demokratîk a jinan pêwîst e.
Ji ber vê yekê biryar tê girtin ku Meclisên Jinên Êzidî ji bo afirandin û parastina aştiyê, ji bo pêşxistin jinên êzidî, ji bo demokrasî, wekheviya zayendî û bi taybetî jî ji bo rakirina tundî, ev sîwan were avakirin.
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çend meh piştî Yekemîn Kongreya Jinên Êzidî, dema ku jin di nava xwerêxistinkirinê de ne, DAIŞ êrîşê Şengalê dike û bi hezaran êzidî ji cih û warên xwe dibin.
Li dijî Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an civaka kurd li her derê nerazîbûnên xwe tînin ziman û li Emmerichê jî bi pêşengiya jinan, gel dadikeve kolanan û hêrsa xwe tinîn ziman.
Komîteya Jinên Ezidî ya Emmerichê jî bi damezrandina SMJÊ ji sala 2014’an pêve xebatên xwe li Emmerichê dimeşîne. Ji gelek çalakiyan re pêşengî kiriye. Herî dawî nobeda azadiyê ya ku ji bo azadiya Rêber Apo ji aliyê Komîteya Jinên Êzidî yên Emmerichê ango endamên SMJÊ ve hatiye meşandin.
Dema behsa meclisan an jî saziyan tê kirin hinek kes difikirin dibên qey tenê xebat tê meşandin lê ji bilî xebatan jî di nav endam û xebatkaran de hevaltiyek wisa germ û xwedî derketinek heye mirov gelek pê kefxweş dibe.
Jinên êzidî wek hemû jinên birêxistinkirî bi xwe gelek bawer in. Jin çiqas zana, pêşketî û polîtîk dibin, ewqas zarokên wan zana û azad mezin dibin û ewqas guhertin di civakê de çêdibin.