PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Kurdên li Almanyayê bi ser ketin

 Dadgeha Îdarî ya Dusseldorfê biryar da ku qedexekirina meşa NAV-DEM’ê ya bi navê “Şerê li Efrînê rawestîne” ne qanûnî ye

Dewleta alman li dijî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Almanyayê (NAV-DEM) ku bi dehan sazî û komele di bin sîwana wê de hene, hewldanên krîmînalîzekirinê dimeşand. Bi taybetî, piştî giştînameyên Wezareta Karên Hundir ên salên 2017 û 2018’an ji rêveberiya 16 welatan re hatin şandin, NAV-DEM bû hedefa helwesta kêfî ya polîsan.

Bi îdiaya “NAV-DEM beşek ji PKK’ê ye” gelek meş û xwepêşandanên kurdan hatin qedexekirin. Yek ji van qedexeyan jî sibata 2018’an li Dusseldorfê pêk hat. Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Efrînê, NAV-DEM’ê xwest li Dusseldorfê mîtîngekê pêk bîne. Lê belê polîsan giştînameya Wezareta Karên Hundir ji xwe re kirin hincet û destûr nedan xwepêşandanê. NAV-DEM’ê jî qedexekirina meşa bi navê “Şerê li Efrînê rawestîne” bir ber destê dadgeriyê. Doz li Dadgeha Îdarî ya Dusseldorfê pêk hat û di rûniştina doh de biryar hat dayin.

Nabe ku meşên kurdan bên qedexekirin

Heyeta dadgehê, qedexekirina meşa NAV-DEM’ê li dijî qanûnê dît. Serokê dadgehê biryara xwe bi devkî aşkera kir û ji bo hinceta wê jî ragihand ku di navbera Navenda Civaka Demokratîk – NAV-DEM û PKK’ê de ferqeke aşkera heye.

Serokê dadgehê diyar kir, nabe ku polîs bi hincetên bi vî rengî meş û civînên kurdan qedexe bikin û wiha got: “Meşa bi navê ‘Şerê li Efrînê rawestîne’ ku dê par meha sibatê bi beşdariya 2 hezar kesî bihata lidarxistin lê belê ji aliyê polîsan ve hate qedexekirin, berevajî îdiayan, li dijî ewlekariya cemaweriyê gef û metirsî nebû.” Serokê dadgehê ragihand ku polîsên Dusseldorfê li gorî qanûnan tevnegeriyane û wiha dewam kir: “Beşdarên ku dixwazin mafên xwe yên meş û civînê yên destûra bingehîn bi kar bînin, nabe ku ji ber çend kiryarên derveyî qanûnî bên astengkirin.”

Dadgehê îdiayên polîsan pûç kirin

Parêzerê NAV-DEM’ê Lûcas Theûne diyar kir ku biryara dadgeha Dusseldorfê ji bo kurdên li Almanyayê gelekî girîng e. Theûne da xuyakirin ku ew biryarê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û wiha got: “Dadgehê bi rengekî vekirî ev destnîşan kir: Îdiayên polîsên Dusseldorfê ku NAV-DEM’ê weke rêxistineke ser bi PKK’ê ve nîşan didin, îdiayên pûç in.”

Theûne diyar kir ku bi biryarê re ew li bendê ne ku kurdên li Almanyayê êdî bêyî li astengiyan rast bên karibin meş û xwepêşandanên xwe li dar bxe. DUSSELDORF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar