Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Kurdên li Ewropayê ji bo şermezarkirina çekên kîmyewî li qadane

Kurdên li Ewropayê dijîn, li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên artêşa tirk, li gelek bajaran dest bi lidarxistina çalakiyan kirin.

Stûttgart

Li bajarê Stûttgart ê Almanyayê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a faşîst a bi çekên kîmyewî li dijî qadên gerîla çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî TJK-E’yê organîze kir. Kurd û dostên xwe, li qada Kobanê hatin ba hev.

Di çalakiyê de bêyî navber dirûşma “Erdoganê terorîst“ hat berzkirin û bêdengiya Ewropayê li dijî êrîşan hat şermezarkirin.

Cenevre

Kurdistanî û dostên wan ê li Cenevreyê dijîn, li dijî bikaranîn çekên kîmeyewî ya dewleta tirk daketin qadan û meşek girseyî li dar xistin.

Kurdistanî û dostên wan, bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Têkoşer (Têko-JIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger, li ber postxaneya navendê hatin ba hev, ji bo teşhîr kirina bikaranîna çekên kîmyewî maske û cilên spî li xwe kirin û bi berzkirina dirûşmeyan dest bi meşê kirin.

Piştî meşê çalakger ketin hundirê îstasyona trenan a navendê û bi berzkirina dirûşmeyên xwedî derketina li berxwedana gerîla, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Erdal Atasoy axivî. Atasoy bal kişand ser pêvajoya dîrokî ya ji bo Kurdan û got: “Dewleta tirk a dagirker li sûcên şer û dermirovî yên ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd, dewam dike. Em dikevin pêvajoyeke dîrokî ya ji bo gelê Kurd. Em ê li her derê bikaranîna gazên kîmyewî û bi jehr a ji aliyê dewleta tirk ve, teşhîr bikin û li xwedî derketina li berxwedana gerîla, dewam bikin.”

Atasoy diyar kir ku wê sibehê cardin li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) sûcên şer û dermirovî yên dewleta tirk teşhîr bikin û ev bang kir: “Em di serî de gelê Kurd û dostên wan, bang li hemû derdorên demokrasiyê dikin ku tev li çalakiya me ya sibehê bibin û bibin piştgirê gelê Kurd.“

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

London

Bi banga TCŞ û TêkoJIN a Îngilistanê, ji bo protestokirina êrîşên bi çekên kîmyewî li ber Pirtûkxaneya Wood Green çalakiyek hat lidarxistin.

Beriya çalakiyê di şexsê 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne de ji bo hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê TCŞ’ê Çekdar Amara axivî. Amara diyar kir ku Tevgera PKK’ê, 50 sal in bi têkoşîna bêhempa û bi ruhê şehîdan, li dijî dijmin tawîz nade û da zanîn ku Tevgera Ciwanên Kurd a Şoreşger wê li dijî êrîşan xwe ker nekin. Amara destnîşan kir ku ew ê li ser bingeha şerê gel ê bi şoreşgerî, wê di birêvebirina çalakiyan de bi biryar bin.

Ercan Akbal li ser navê Meclîsa Gel a Kurd têkildarê êrîşan daxuyaniyek da. Akbal destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sekina xwe ya Rêbertiyê ya 50 salan, li Îmraliyê 23 sal in ku li ber xwe dide.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana PKK’ê”, “Artêşa tirk, derkeve ji Kurdistanê” û “Dewleta tirk a terorîst“ dewam kir.

Çalakî bi gotina sirûda Çerxa Şoreşê bi dawî bû.

Grîny (Parîs)

Li banliyoya Grîgny ya Parîsa paytexta Fransayê, ciwanên TCŞ’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakiyeke protestoyî li dar xistin.

Ciwanên bi pêşengiya TCŞ’ê hatin ba hev, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê pankartên li ser şermezarkirina êrîşên bi çekên kîmyewî hildan.

Meş, ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ta bi Îstgeha Trenan a Navendî, nêzîkê saetek li ber xwe da.

Ciwanan, di çalakiyê de bêyî navber dirûşmên “Bimire xiyanet“ û “Bijî berxwedana gerîla“ berz kirin.

Marsîlya

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi sedan kes bi banga DTM ya Marsîlyayê ji bo 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê hatin ba hev û bi du saetan çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Kurd û dostên xwe, saet di 18.00’an de li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê hatin ba hev û pankartê wêneyên 17 gerîlayên şehîd li ser, bi ber nûnertiyê ve kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Komara tirkiyeyê ya kujer“  û “Komara tirkiyeyê ya hov, Ewropaya hevkar“ hatin berzkirin.

Montpellîer û Dragûîgnan

Ji bo protestokirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên artêşa tirk li qadên gerîla, gel li Montpellîer û Dragûîgnanê jî daket qadan.

Di çalakiyên li her du bajaran hatin lidarxistin de, êrîşên bi çekên kîmyewî yên artêşa tirk hatin şermezarkirin û banga derketina qadan li Kurdistaniyan hat kirin.

Dusseldorf

Li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê, bi pêşengiya YJK-E Dusseldorfê û Meclîsa Jinan a Asya Yuksel Dûîsbûrgê,  li ber îstgeha navendî ya trenan çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Gelek Kurdên li Dusseldorf û Dûîsbûrgê tev li çalakiyê bûn û êrîşa dewleta tirk a faşîst şermezar kirin.

Munîh

Li bajarê Munîh ê Almanyayê, bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve, bi çalakiyekê hat protestokirin. Çalakgerên li navenda bajêr hatin ba hev, bi deqeyekê rêz ji bo giyanê gerîlayên şehîd girtin. Di daxuyaniya bi Almanî li çalakiyê hat xwendin de hat destnîşankirin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcek e li dijî mirovahiyê.

Di çalakiyê de, li ser hev dirûşma “Erdoganê kujer“ hat berzkirin.

Bern

Kurdistanî li Bernê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daketin qadan.

Kurdistaniyên ku li Qada Bahnhof a Kantona Bern ê Swîsreyê hatin ba hev, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirkiyeyê ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin. Kurdistaniyan wêneyên 17 gerîlayên ku li Zap, Avaşîn û Metînayê di êrîşên kîmyewî de şehîd bûn hildan û bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Kurdistaniyên belavokên bi Almanî yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve, belav kirin û enternasyonîstên Swîsreyî jî piştgirî dan Kurdistaniyan. Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, axaftin hatin kirin.

Bûrhan Karakoç li ser navê Meclîsa Şehîd Atakan Mahir a Bernê axivî û ev bang li civaka navneteweyî kir: “Hûnê heta kengê li bendê rawestin? Em kîjan delîlê pêşkêşî we bikin? Ma her tişt têra xwe ne eşkere ye? Dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar tîne. Hûn çima li ber ranabin? Ji ber dewleta me nîne? Hûnê çi qas berxwedan û mirovahiya me ji nedîtî ve bên?”

Karakoç destnîşan kir ku ew dewleta tirk baş nas dikin û diyar kir ku dewleta tirk êrîşên hovane û derexlaqî pêk tîne.

Piştî axaftina Karakoç, daxuyaniya bi Almanî hat xwendin. Di axaftinên li ser navê enternasyonalîstan hatin kirin de, hat gotin ku wan ji bo gerîlayan dest bi kampanyaya berhevkirina maskeyên gazan, kiriye.

Piştre Kurdistanî bi berzkirina dirûşmeyan heta ber avahiya Parlamentoya Swîsreyê meşiyan.

Villiers Le Bel

Bi banga Meclîsa Gel a Vîllîers Le Bel û TJK-F’ê bi sedan Kurdistanî li ber banliyoya Vîllîers Le Belê hatin ba hev û li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daketin qadan. Meş ji banliyoyê heta Navenda Civaka Kurd a Demokratîk dewam kir û di meşê de bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û li ber navendê bi daxuyaniyekê li çalakiya xwe dewam kirin.

Şiyar Gimgim li ser nav Meclîsa Gel a Vîllîers Le Belê axivî û got: “Dagirkerên bi mehane nikarin ji operasyonê dagirkeriyê encam bigirin, serî li rêbazên bikaranîna çekên kîmyewî didin. Li cîhanê tu şer bi vî awayî nehatine birêvebirin û tu dewleta bi ser hev çekên kîmyewî bi kar neanîne. Em dewleta tirk a ku şerek bê rûmeş dimeşîne û hêzên navneteweyî yên xwe ker kirine şermezar dikin û em car din dibêjin; Wê Gerîla, têkoşîn û têkoşîn û berxwedana me serbikeve û dewleta tirk a dagirker wê hilweşe. Ez bang li hemû gelê xwe dikim ku li dora berxwedana gerîla ya bê hempa kom bibin.”

Frankfûrt

Kurdistaniyên li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê, bertek li dijî bikaranîna çekên kîmyewî nîşan dan.

DKTM, YJK-E, Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG), Konfederasyona Karkerên tirkiyeyî ya Ewropayê (ATÎK), Federasyona Karkerên Koçber a Almanyayê (AGÎF), Partiya  Marksîst- Lenînîst a Almanyayê (MLPD), Federasyona Demokratîk a Gelan a Almanyayê (ADHF) ku li Haûptwache ya Frankûrtê hatin ba hev, bikaranîna çekên kîmyewî dewleta tirk li Kurdistanê protesto kirin û bang li saziyên navneteweyî yên têkildarê mijarê kirin ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî tevbigerin.

Di daxuyaniyê de bal kişandin li ser bêdengiya OPCW  û saziyên Ewropayî û hat gotin ku dewleta tirk, bi girtina siûdê ji vê bêdengiyê wê bi çekên kîmyewî li qirkirinê dewam bike. Kurdistaniyan destnîşan kir ku bi dîmenên ji li ser çapemeniyê hatine weşandin dilê mirov diêşe û banga rabûna bi erka xwe li OPCW’ê kirin.

Zurîh

Bi banga Meclîsa Jinan a Bêrîtan û CDK Zurîhê, ji hemû pêkhateyan Kurdistanî û dostên wan di nava îstasyona trenê ya Navenda Zurîhê hatin ba hev û mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de êrîşên bi çekên kîmyewî ya dewleta tirk a dagirker hat teşhîrkirin.

Di çalakiyê de daxuyaniya bi Almanî hat xwendin. Her wiha dirûşmeyên xwedî derketina li berxwedana gerîla hat berzkirin.

Basel

Kurd û dostên wan ên ku bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) û Meclîsa Jinan a Ronahî li Claraplatzê hatin ba hev, bi çalakiya ku li dar xistin, xwedî li têkoşîna gerîla derketin û bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk protesto kirin.

Di şexsê 17 gerîlayên ji ber bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehrî ya dewleta tirk şehîd bûne de ji bo giyanê şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin.

Hevseroka CDK’ê ya Baselê Nejla Dersîm, di çalakiyê de axivî û got ku dewleta tirk sûcekê şer ê din li dijî Kurdan kiriye û nabe ku mirov bêdengiya saziyên navneteweyî ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk, qebûl bike. Nejla Dersîm wiha got: “Li ber çavên hemû cîhanê li Herêmên Parastina Medyayê, sûcên şer ên li dijî mirovahiyê tên kirin û li bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehrî tê dewamkirin. Em, bêdengiya saziyên navneteweyî û dewletan a li dijî van sûcên li dijî zarokên gelê Kurd, qebûl nakin. Em Kurdistanî û dostên Kurdan, banga piştevaniyê ji bo gelê Kurd li hemû der û dorên demokrasiyê dikin.“

Piştî axaftina Dersîmê, bi Almanî danezan hat xwendin. Bi pişt re Kurdistanî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk dest bi çalakiya rûniştinê kir û bi berzkirina diruşmên ji bo teşhîrkirina êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk çalakiya xwe bi dawî kirin.

Kophenag

Kurdistaniyên li Kopenhagê dijîn di saet 16.00’an de li dijî sûcên şer ên ku dewleta tirk a faşîst li dijî gerîla bi bikaranîna çekên kîmyewî dike, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî mîtîngek li dar xistin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bimire Erdoganê faşîst û mêtinger”, “Bijî berxwedana Werxelê û Avaşîn”, “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e” û “Bêdeng mayîn sûc e, hevkariya sûc e” berz kirin.

Freîbûrg

Li dijî sûcên şer ên ku dewleta tirk bi çekên kîmyewî li dijî gerîla dike, Kurdên li bajarê Freîbûrg ê Almanyayê û dostên wan, çalakiyeke protestoyî li dar xist. Saziyên navneteweyî jî li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên “Erdoganê faşîst“, “Erdoganê kujer“ û “Bijî berxwedana gerîla“ hatin berzkirin.

Viyana

Li Viyanaya paytexta Awûstûryayê, ji bo şermezarkirina qetilkirina 17 gerîlayan bi çekên kîmyewî, çalakiyek hat lidarxistin. Bi banga lidarxistina çalakiyan bi lezgînî, gelek çalakger ji navenda AGÎT’ê ya li Herrengasseyê heta bi Stephanplatzê meşiyan û bi berzkirina diruşman qetlîam şermezar kirin.

Hambûrg

Ji bo şermezarkirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk a faşîst a li ser qadên gerîlayan, li Hambûrgê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng, ji aliyê pêkhateyên Navenda Civaka Demokratîk a Hamûrgê û Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê ve hat lidarxistin û rêxistinên şoreşger ên Alman û tirkiyeyê piştgiriya çalakiyê kirin. Mîtînga ku li ber îstasyona trenê ya Navenda Hambûrgê hat lidarxistin, ji bo bibîranîna gerîlayên şehîd bûne, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di daxuyaniya bi Almanî hat xwendin de, hat diyarkirin ku bombeyên kîmyewî ji aliyê Ewropayê ve hatine çêkirin û hat gotin ku ew, hevkarên sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Kurdistaniyên ku tev li mîtîngê bûn, wêneyên gerîlayên ku di êrîşên kîmyewî de şehîd bûne hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin.

Mîtînga protestoyî, bi sirûda şoreşê bi dawî bû.

Bordoeaûx

Li bajarên Bordoeaûx ê Fransayê, Kurd li dijî êrîşên kîmyewî rabûn ser pêyan. Kurdên ku bi banga lezgîn daketin qadan dirûşmeyên ku dewleta tirk a dagirker şermezar dikin, berz kirin. Hat zanîn ku wê çalakiyên li Bordeoeaûxê heta saetên dereng ên şevê dewam bike.

Kîel

Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk a faşîst ên bi ser Kurdistanê de, li bajarê Kîel ê Almanyayê hatin protestokirin.

Kurdistan Solîdarîtät û Kurdîsche Gemeînde, çalakî organîze kir. Dîe Lînke, Defend Kurdistan, Komeleya Elewiyan a Kîelê, Kurdistanî û dostên wan Alman tev li çalakiyê bûn.

Çalakî, li ber îstgeha Trenan a Navendî ya Kîelê hat lidarxistin.

Di axaftinên li çalakiyê hatin kirin de, hat diyarkirin ku dewleta tirk a faşîst, zêdeyê du mehan e ku li Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne û di encama êrîşên li ser hev kirine de 17 gerîla qetil kirine. Di çalakiyê de her wiha hat destnîşankirin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcek e li dijî mirovahiyê û divê li dijî wê rayeke giştî ya navneteweyî bê avakirin.

Darmstadt

Gelek Kurdên li Darmstadtê, li Lûîsenplatz a li navenda bajêr hatin ba hev û êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk şermezar kirin. Di mîtîngê de danezan bi Almanî hatin xwendin û bêyî navber dirûşmên “Bijî gerîla“ û “Jin jiyan azadî“ hatin berzkirin.

Mannheîm

Li bajarê Mannheîm ê Almanyayê, gelek Kurd, di mîtînga li dijî êrîşa bi çekên kîmyewî de hatin ba hev. Mîtîng, li navenda Mannheîmê hat lidarxistin. Di mîtîngê de danezan bi Almanî û Kurdî hatin xwendin. Siyasetmedarê Kurd Faysal Sarilyildiz ku di mîtîngê de axivî, diyar kir ku dewleta tirk a li dijî berxwedana gerîla neçar maye, di kirina hovîtîyê de sînornenas e û got ku hovîtî û pêkanînên dijmirovî di ruhê Komara tirkiyeyê de hene.

Çalakgeran destnîşan kir ku derketina xwedî li gerîla bi geşkirina têkoşînê, erka hemû welatparêzan, gelê Kurd û dostên wan e.

Çalakî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar