Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Kurdî xeta me ya sor e, ji bo kurdî seferber bibin

Sazî û dezgehên ziman û çanda kurdî, li dijî polîtikayên pişaftin û êrîşên ser ziman, bi deklerasyoneke seferberiya zimanê kurdî îlan kirin û gotin: “Em ê li her qadekê, xebatên xwe bimeşînin.”


Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê qirkirina çandî ya li ser gel gelê kurd tê ferzkirin, dijwartir kirine û li her derê êrîşî ser ziman, hebûn û xaka kurdan dikin. Sazî û dezgehên ziman û çanda kurdî yên li bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê li dijî polîtikayên pişaftinê yên dewletê û êrişên ser zimanê kurdî, têkildarî xebatên ku dê werin kirin li navçeya Cizîrê ya Şirnexê deklerasyonek îlan kirin. Di deklerasyonê de plansaziya xebatên ziman ên dema pêş bi raya giştî re hatin parvekirin. Her wiha hat destnîşankirin ku têkoşîn û parastina zimanê kurdî dê bê berfirehkirin û bang li partî, şaredarî û saziyên sivîl hat kirin ku ji bo zimanê kurdî dest bi seferberiyê bikin. Bi deklerasyonê ve saziyên zimanê kurdî peyama seferberiyê ya zimanê kurdî dan û di vê çerçoveyê de wê dest bi xebatan bikin.

Nûnerên saziyên beşdarî deklerasyonê bûne ser girîngiya deklerasyonê û armancên wê nerînên xwe anîn ziman.

Hevberdevkê Lijneya Ziman û Çandê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Heval Dilbihar, derbarê deklerasyonê de anî ziman ku li ser ziman û nirxên neteweya kurd êriş hene û armanca êrişan jî, ji holê rakirina ziman û nirxên netewa kurd e. Dilbihar bi lêv kir li dijî êrişan bi armanca mezinkirina têkoşîna zimanê kurdî wan deklerasyonê ragihandiyê û ev tişt gotin: “Armanca me li her derê mezinkirina parastin û têkoşîna zimanê kurdî ye. Desthilatdar dibêjê em ê zimanê kurdî ji holê rakin. Ji ber wê jî li her dera ku kurd lê dijîn, bi dibîstan û saziyên cûr bi cûr pişaftinê li ser kurdan ferz dike. Em jî dibêjin madem pişaftin li her derê polîtîkayên pişaftinê tên meşandin em ê jî li her derê têkoşîna zimanê kurdî bilind bikin. Em jî dê li gundan, taxan, kargehan, sazî û dezgehên kurdan, têkoşîna zimanê kurdî di nava gel de belav bikin. Ji bo wê jî divê hemû saziyên me, partiyên siyasî, tevgerên jin û civanan û şeredarî divê ji her keliyê, xebat û têkoşîna zimanê kurdî bidin meşandin. Divê stratejî û politikaya xwe ya zimanê kurdî diyar bikin û ji raya giştî re parve bikin. Divê taybet jî em her maleke kurd, bikin dibistana zimanê kurdî. Divê her kurdek, xwe weke parêzvanekî zimanê kurdî bibine, kurdî hîn bibe, hîn bike û bibe mamosteya/ê zimanê kurdî. Yek jî armancên me jî ew e ku em zimanê kurdî bibe xwedî statû û zimanê perwerdehiya fermî. Zimanê kurdî xeta me ya sor e. Ji ber wê jî em ê ji bo zimanê kurdî bibe xwedî statû em ê têkoşîna xwe xurt bikin. Her wiha ne tenê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li her derê ku kurd lê dijîn, li bajarên Ewropa û deverên cihanê saziyên zimanê kurdî bên ava kirin û hemû saziyên me jî divê di heman deme de bibin saziyeke zimanê kurdî.”

Momesteya Komeleya Lêkolîn û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) a Êlihê Şînda Ayazgul jî diyar kir ku deklerasyon dê ji êrişan re bibe bersiv û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî ziman û çanda kurdî êrişên hovanê pêk hatin. Ziman xeta me ya netewbûne ye. Bi vê deklerasyonê mabesta me ew ê ku em di nava civak û saziyan de şiyarbûnekê ava bikin da ku li her qadê zimanê xwe bi kar bînin. Girîngiya vê deklerasyonê jî pêşîlêgirtina van êrişan e. Bi vê deklerasyonê em dixwazin ji êrişan re bibin bersiv û xebatên xwe jî di vê çerçoveyê de bimeşînin. Ji ber wê jî li navçeya Cizîrê weke sazî dezgehên ziman û çanda kurdî em ê bi yek dengî bersivê bidin polîtikayên pişaftinê û êrişan.”

Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahit Akil bi lêv kir ku mabesta wan a sereke li her derê bilindkirina têkoşîna zimanê kurdî ye û wiha got: “Bi salan e li dijî zimanê kurdî polîtikayên pişaftin û helandinê tên meşandin. Li dijî van polîtikayan jî têkoşînek heye. Di van demên dawî de jî asta êrîşên li dijî zimanê kurdî bilind bûye. Ji bo li dijî van êrişan jî ji bo em bi polîtikayeke hevpeş û plansazî tevbigerin, me ev deklerasyon ragihand. Yek jî mabesta me ew ê ku em di nava gel de axaftina zimanê kurdî zêdetir bikin. Ziman sinca me ye. Heke zimanê kurdî xurt bibe û li her derê bê axaftin, wê polîtikayên pişaftinê jî bi ser nakevin. Bi ser vê esasê Dê ev deklerasyon asta xebatên ziman ên di nava civakê de xurt bike. Ji civîn, panel, konferans û hewd ji 7 saliyê heta 7 saliya xwe em ê heşmendiya zimanê kurdî ava bikin û dengê kurdî bigîhin her derê. Parastina ziman ji bo me armanc û rûmetê.”

Rêvebera Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Bêrîvan Dûman jî tekildarî xebatên deklerasyonê ev tişt anî ziman: “Em ê li tax, kolan û gundan xebatên cûr bi cûr li dar bixin. Em ê li parqan, bi malbat û zarokan re werin cem hev û çalakiyên ziman li dar bixin. Her wiha em ê gund bi gund bigerin û perwerdehiya ziman bidin. Li her derê em ê hişmendiya zimanê kurdî di gelê xwe de bidin avakirin.”

Rêveberê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (Ferat-Der) a Semûrê Yûsûf Bagirci jî destnîşan kir ku ji bo zimanê kurdî di nava civakê de bêhtir belav bibe, ew ê xebatên xwe bidomînin û wiha pê dê çû: “Hewce ye li her qada jiyanê em bi zimanê xwe biaxivin û bijîn. Ev êriş bi salan e berdewam dike û ev jî parçeyekî van polîtîkayên pişaftinê ye. Em her dem û li her derê zimanê xwe biaxivin. Taybet jî divê dayik ji zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û kurdî hînî wan bikin. Heke zimanê me ji holê rabe, em jî wek gel dê tune bibin. Piştî deklerasyonê jî di vê çerçoveyê de em ê xebatên xwe berfirehtir bimeşînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar