Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kurdistan!

Yanê welatê kurdan. Yanê Medyaya rengîn. Yanê ji dîroka Îskender, ji Siltan Sencer, ji Ecem û Osmaniyan, ji Mehmûdê Qeşxarê û ji qal û belayê vir ve rastiya gelê kurd, heqîqeta Rojhilata Navîn û serboriya şaristaniyê. Birîna me ya kûr û meseleya sereke yan Kurdistan an jî neman e!

Kengê xîret û baweriya me qels, îmana me lewaz, serê me tevlihev bibe, serdest vê rastiyê tînin bîra me. Em her çiqas hewl didin ku bibin hemwelatiyê cîhanê, em her çiqas bixwazin ku bi gerdûnî bijîn ew rastiya ‘hûn ewil kurd in, kurdistanî ne, ger ku ev yek nebe hûn ne mirov in û nikarin gerdûnî jî bijîn’ datînin pêşiya me. Ew ji me zêdetir rastiya me tînin bîra me.

Niha ev demek e Serokomar û Serokê AKP’ê Erdogan rastiya ku hezar sal ewil yanê di sala 1157’an de ji aliyê Siltan Sencer ve hatiye qebûlkirin înkar dike û dibêje ‘li welatê me cîhekî bi navê Kurdistanê tune ye. Ger ku hûn pir israr dikin ji van deran veqetin, bicehimin biçin.’ Heman Erdogan di sala 2013’yan de li Amedê Barzanî bi gotinên ‘Serokê Herema Kurdistanê’ pêşwazî dikir û li gel rexneyên ku derbarê bi navkirina Kurdistanê de ji CHP û MHP’ê dihat wiha diaxivî: “Ev gel bêkok nîn e, ecdadê xwe ji bîr nake. Ne hewceye ku em zêde dûr biçin. Li 90 sal 100 berê binihêrin, bila rêveberên MHP û CHP’ê biçin li pirtûkxaneya meclisê li zabit/arşîvên meclisê bixwînin. Îro MHP û CHP li dijî çi derdikevin dê di yekemîn zabitên meclisê de ew tiştên ku li hember wê derdikevin dê bibînin. Dê di serî de di axaftinên Mistefa Kemal de bibînin. Dê peyva kurd, laz, çerkez di wan zabitan de bibînin, dê peyva Kurdistanê di wan zabitan de bibînin. Yên ku dîroka xwe nizanibin û nexwînin ji cahiltî û tarîtiyê bêtir tu tiştekî nabêjin.”

Ne hewce ye ku mirov li hemberî van gotinan bêje ka înkariya kurd û Kurdistanê ji bo kesên bilêv dike jî tê çi wateyê. Di nav 5 salan de Erdogan ji wir hate vir. Du nêrîn hene û bi ya min her du jî rast in. A yekemîn ‘Erdogan ji xwe hema xwediyê vê nêrinê bû’ ye. A duyemîn jî ‘Erdogan hate ser xeta MHP’ê û rûyê wî yê rastiyê derket holê’ ye.

Ev gotin û êrîşkarî hîn rastiyan dide pêşiya me. Yek bi yek azadiya me hemûyan girêdayî azadiya Kurdistanê ye. Heya ku Kurdistan azad nebe dê her tim serdest werin me biqewirînin.

Bi darê zorê, bi înkariyê, bi rikberî û êrîşkariyê rastiya Kurdistanê bi bîra me dixin. Dibêjin ku hûn ji eslê xwe û koka xwe dûr bikevin hûn ê her û her bên înkarkirin, rastî êrîş û bertekan bên. Lewma divê ku gelê kurd li rastiya Kurdistanê mikur bên. Welatê azad jiyana azad e.

Ji dîroka qedîm vir ve Kurdistan her heye, li gel êrîşkariya osmaniyan, eceman, helenan, persan, qewmê tîmûr, êrîşa Îskender heye. Kurdistan ne tenê welatekî qedîm e, di heman demê de rastiyeke dîrokî ye. Realîteya vê erdnîgariyê ye. Lewma êrîşên li hemberî Kurdistanê, ne tenê hesabê bidestxistina dengan e. Êrîşeke esasî ya li hemberî nasnameya kurd e. Lewma ji bo kurdan meseleya Kurdistanê meseleya ‘yan Kurdistan an jî namenê’ ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar