Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Kurdistan bi rengê jinê xemilî

Navenda Nûçeyan |

Îro 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bû. Bi vê boneyê li her çar parçeyên Kurdistanê, jinên kurd û ji hemû jinên li Kurdistanê bi cil û bergên rengîn, bi coşeke mezin daketin qadan. Ji Amedê heta Şengalê, Qamişlo, Kobanê û Reqayê, bi dehhezaran jin daketin qadan. Tevî dîmenên rengîn, her wiha jinan bi pankart, dowîz û dirûşmên xwe peyamên girîng dan.

Di vê çarçoveyê de çend pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Kurdistanê wiha ne:

AMED

Pîrozbahiya 8’ê Adarê ya Amedê bi pêşengiya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê ve hate amadekirin. Jin bi cil û bergên xwe yên rengîn û bi dirûşma ‘Em berxwedanê birêxistin dikin, ber bi azadiyê ve diçin’ li Qada Stasyonê kom bûn. Di mîtîngê ji bajarên cuda jî gelek jin amade bûn. Mîtîngê bi rêzgirtin û axaftinan dest pê kir.  Di mîtîngê de hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku jin şer red dikin û aştiyê dixwazin. Buldan her wiha peyama avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd da û wiha dom kir: “Jin bimeşin, dê jiyan jî bimeşe, jiyan bimeşe, dê azadî jî pêş bikeve. Ger em têbikoşin di wê baweriyê de me ku jin dê li cîhaneke azad govendên azadiyê bigerînin.” Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî axivî û got ku ji dê li dijî tacîz û tecawizê serî netewînin.

ÊLIH

Li Êlihê jî bi heman munasebetê bi pêşengiya Meclisa Jinan a HDP’ê, li Çerxerêya Mezopotamya Çîftlîk Marketê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin. Di tevahiya mitîngê de jinan qad bi rengê azadiyê yê mor xemilandin û alên bi rengên kesk, sor û zer ji destê xwe nexistin. Jinan di mîtîngê de dirûşmên weke ‘Jin jiyan azadî’, ‘Bijî berxwedana jinan’ , ‘Navê min Taybet e’ , ‘Ji çanda tecawizê re na’ berz kirin. Di axaftinên şahiyê de hat destnîşankirin ku sedsala 21’emîn dê bibe sedsala serkeftinê ya jinan û kurdan.

WAN

Bi heman dirûşmê li Wanê jî bi tevlêbûna sedan jinan 8’ê Adar li Kolana Çandê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek axivîn û 8’ê Adar li hemû jinan pîroz kirin. Axaftvanan got ku sedema êrîşa li dijî jinan, tirsa ji ber têkoşîna azadiyê ya jinan e. Axaftvanan bal kişand ser yekitiya neteweyî ya gelê kurd. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

ŞIRNEX

Jinên Şirnexê jî li Parka Newrozê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê pîrozbahiya 8’ê Adarê li dar xist. Di şahiyê de bi hezaran jin bi cil û bergên xwe yên rengîn amade bûn. Di şahiyê de ji ewil hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî û ji ewil hemû jinên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Guven got ku heke jin li qadan bûne dê Dayika Taybet nehatibûya qetilkirin û Komkujiya Parîsê pêk nehatiba. Guven bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got ku dixwazin bi tecrîdê dengê kurdan di şexsê Ocalan de qut bikin. Guven diyar kir ku îro hemû cîhan qala têkoşîna jinên kurd dike.

MÊRDÎN

Yek ji cihên ku pîrozbahiyên 8’ê Adarê lê bi rengîn derbas bû jî Mêrdîn bû. Bi pêşengiya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê bi hezaran jin li taxa Berçem a Qoserê kom bûn. Jinan bi cil û bergên xwe qad xemilandibûn. Di şahiyê de berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar û ji endamên Dayikên Aştiyên Halîme Kaya axivîn. Jinan destnîşan kir ku ew li dijî şer in û tekane daxwaza wan aştî ye. Jinan diyar kir ku dê azadiya jinê bi saya têkoşîna wan bê. Piştî axaftinan, şahî bi kilamên koma muzîkê ya Dengê Jinên Azad berdewam kir. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

DÎLOK

Bi wesîleya 8’ê Adarê li Dîlokê jî jin li Parka Kirkayakê civiyan. Jin bi cilên xwe yên rengîn û erbaneyên xwe hatin parkê. Gelek sazî û dezgehên sivîl jî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ‘Erîşa zayendî nayê efûkirin’ hat vekirin. Jin di çalakiyê de stran gotin û govend gerandin.

DÊRSIM

Platforma Jinê ya Dêrsimê jî di çarçoveya 8’ê Adarê de li kuçeya hunerê meşek li dar xist. Jin bi cilên xwe yên rengîn heta ber peykerê Seyîd Riza meşiyan. Di meşê de pankarta ‘Li dijî qeyran, komkujî û tundiyê em serhildan û têkoşîna ji bo wekheviyê mezin bikin’ vekirin. Di çalakiyê de her wiha xwendekara zanîngehê Gulistan Doku jî nehat jibîrkirin. Jinan di meşê de dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin. Piştre jî daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin li dijî polîtîkayên zayendperest û nîjadperest li berxwe didin. Piştî daxuyaniyê jî jinan govend gerandin.

ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Li rojavayê Kurdistanê jî ji Qamişlo heta Hesekê, Kobanê, Şehba, Reqa û gelek deverên din, bi tevlêbûna bi dehhezaran jinên kurd, ereb, ermen, suryan û tirkmen, şahiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin. Şahiyên îsal bi dirûşma ‘Tekoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e’ hatin lidarxistin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên rengîn daketin qadan, govend gerandin û peyamên bilindkirina têkoşîna jinan dan. Di şahiyên li Rojava de hemû jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîranîn. Piştî axaftinan jî jinan xelekên govendê gerandin û heta derengiya rojê jî şahiyên xwe bi coş pîroz kirin.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Li başûrê Kurdistanê jî jin daketin qadan û şahiyên 8’ê Adarê li dar xistin. Di vê çarçoveyê de bi tevlêbûna gelek jinan li bajaroka Sinûn a Şengalê pîrozbahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin. Pîrozbahiya îsal ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hate birêxistinkirin. Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî axaftin hatin kirin û 8’ê Adarê li hemû jinan hate pîrozkirin. Piştî axaftinan jî stran hatin gotin û şano hate pêşkeşkirin. Li Kerkûkê jî jinan 8’ê Adar bi daxuyaniyekê pîroz kir. Di daxuyaniyê de ji hemû jinên têkoşer re silav hatin şandin. Li Wargeha Mexmûrê jî bi heman boneyê endamên Meclisa Îştar gul û qert li Malbatên Şehîdan û Saziyan belav kirin. Jinan 8’ê Adar li hemû jinên cîhanê pîroz kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar