Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Kurdistan li Lozanê ‘sefaretxaneya’ xwe ava dike!

Di navbera 23-24'ê îlonê de projeya 'Sefaretxaneya cihaneke nû: Kurdistan' de ku wê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê bê lidarxistin, bi tecrûbeyên kurdan wê nîqaş li ser cihaneke nû bê kirin.

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ku Kurdistan di sala 1923’an de lê hate parçekirin, di navbera 23-24’ê îlonê de wê bi navê ‘Sefaretiya cihaneke nû: Kurdistan’ projeyeke siyasî û hunerî ji bo du rojan pêk were.

Di çarçoveya projeyê de ku ji aliyê Endama KNK’ê û siyasetmedara kurd Nîlufer Koç û hunermend Jonas Staal ve hate amadekirin, wê du rojan karê atolyeyê, fîlm, konser, panelên nîqaşê bêne lidarxistin. Yek ji şanoyên sereke yên Ewropayê Şanoya Lozan Vidy wê malovaniyê ji projeyê re bike û saziyên navneteweyî yên mîna Weqfa Mondrîaan û Progressîve Înternatîonal piştgiriyê didin.

Cihana nû wê di çarçoveya paradîgmaya Rêberê Gelan Ocalan de were nîqaşkirin 

Bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li ser mijarên demokrasiya bêdeng û çanda piştevaniyê siyasetmedar, hunermend û pispor di çalakiyên du rojan de li hev kom bibin. Ji çar parçeyên Kurdistanê û li qada navneteweyî wê fîgurên siyasî jî tevlî bibin.

Di çalakiyê de di şexsê Kurdistanê de wê sefaretxaneya demkî ya cihaneke nû bê avakirin, wê bandora Peymana Lozanê ya li ser kurdan û têkoşîna kurdan a piştî peymanê ya ji bo xweserî û diyarkirina çarenûsa xwe bêne nîqaşkirin. Beşdar wê bi tecrûbeyên kurdan fikrê xwe yê li ser cihaneke paşerojê bînin ziman.

Yek ji mijarên rojeva bingehîn a çalakiyan wê hebûna sîstema li Rojava be ku bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate afirandin. Di çalakiyê de wê girîngiya têkoşîna Tevgera Jinên Kurd a li dijî netewe dewletê jî bê nîqaşkirin.

Çalakî wê di navbera 23-24’ê îlonê de li Şanoya Vidy a Lozanê pêk were. Bernameya çalakiyê jî bi rêya vê lînkê dikare bê peydakirin:

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar