Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurdistan û cîhan dibêjin Abdullah Ocalan

Îro li çar aliyê cîhanê rewşenbir, nivîskar, siyasetmedar, akademisyen, bijîşk, feylozof, xwendekar, şivan, gavan, cotkar, karker, rojnameger, hunermend, şanoger, jin û ciwan, ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bigêje azadiya xwe ya fizîkî têdikoşin.

Li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê girtiyên siyasî ji 27’ê mijdara 2023’an heta niha ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan têdikoşin. Malbatên girtiyan ku li 6 bajaran çalakiyên Nobeda Edaletê li dar dixistin, niha li pêş girtîgehan û pêş Wezareta Dadê çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan berdewam dikin. Bi taybetî piştî pêngava ku dostên kurdan di 10’ê Cotmeha 2023’an de dan dest pêkirin, pêl bi pêl mezin dibe. Li welatên Ewropayê gelek çalakiyên mezin ên cuda hatin lidarxistin. Êdî azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di rojeva hemû gelên ewropayî de ye. Gelên ewropayî îro li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan seminer, panel û konferansan li dar dixin. Pirtûkên Ocalan wergerî gelek mizanan dikin. Êdî tenê gelê kurd pirtûkên Ocalan naxwînin. Fransî, almanî, spanyolî, ingilîzî, belçîqî, holandî, swêdî, fars, ereb, tirk û gelek netew û civakên din li ser pirtûkên Ocalan niqaşan dikin û perwerde dibin.

Duh bi pêşengiya Peace in Kurdistan a Îngilistanê (Înîsiyatîfa ji Kurdistanê re Aştî) ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe û CPT demildest şandeyekê bişîne giravê, nameyeke hevpar hate nivîsandin. Ji xeynî endamên înîsiyatîfê, zimanzanê navdar Noam Chomsky, Lîderê Berê yê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn, ji rêxistina sendîkaya herî mezin a Îngilistanê Unite the Union’ê Simon Dubbins, Prof Dr. Michael Gunter, Prof. Dr. Bill Bowring, Prof. Dr. Mary Davis, ji parlamenteriya SNP’ê Chris Stephens, ji parlamenteriya Siin Fein’ê Chris Hazzard, Mickey Brady, parlamenterên Partiya Karkeran Kate Osamar, John McDonnell û akademîsyen, endamên sendîkayan, nivîskar û rojnamevan jî di nav de bi dehan kesan name îmze kirin û piştgirî dan.

Em dibînin ku îro hemû kesên pêşengiya civakê dikin û ji aliyê civakê vetên nasîn û qebûlkirin, ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan têdikoşin.

Tevgera Jinan a Ewropayê amadekariya Meşa Mezin a Strasbourgê dikin. Dixwazin dîsa li pêş saziyên mezin ên ewropayê bang li rayedaran bikin. Dê bixwazin ku demildest Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bigêje azadiya fizîkî. Çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan her ku diçe mezin dibin û belav dibin.    

Ev geşedan û pratîkên ku pêş dikevin nîşanî me didin ku êdî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe, bi paradigmaya xwe tê qebûlkirin. Êdî her çend dewlet bibin yek û Rêber Ocalan tecrîd bikin jî, Ocalan bi fikr û felsefeya xwe li cîhanê belav bûye. Dewlet di şexsê Tirkiyeyê de her çiqas bixwazin bedena Abdullah Ocalan di nava çar dîwarên zindana Îmraliyê de dîl bigire jî, lê êdî Abdullah Ocalan bi pirtûk, parêzname û fikrên xwe bi gelan re dikeve diyalogê û niqaşan dike. Êdî hemû gelên ku li azadî, demokrasî, aştî û jiyana modernîteya demokratîk digerin, dizanin ku çareserî û xelasî di fikr û felsefeya Rêber Ocalan de veşarî ye. Ji ber vê yekê êdî hemû civaknas, hiqûqnas, rewşenbir û siyasetmedarên ku pêşengiya civakê dikin, li fikr û felsefeya Rêber Ocalan xwedî derdikevin û pêş dixin. Îro bi hezaran kes dixwazin her yek bibe hawariyekî Rêber Ocalan û fikrên wî li der û dora xwe  belav bikin û rastî û heqîqetê nîşanî gelên cîhanê bidin.

Di meha hezîranê de dê hefteyekî li gelek welatên ewropa gelek siyasedmerad, rewşenbîr, aktîvîst dê çalakiyên “Diyalogên bi Ocalan re” bidin destpêkirin. Dê li ser pirtûk û fikrên Rêber Ocalan diyalogan pêş bixin. Dê hewl bidin bêtir fikr û felsefeya Rêber Ocalan di nava gelan de parve bikin û bidin famkirin. Ev nîşanî me dide ku êdî ne tenê kurd, hemû cîhan dibêjin Ocalan.

Nûçeyên Têkildar